logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Şahiya belgefîlman Documentarist têrtije tê

Documentarist bi bernameyeke têr tije tê. Di Documentaristê de gelek belgefîlmên bi kurdî jî hene.

  • Dîrok: 29/05/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Documentarist bi bernameyeke têr tije tê. Di Documentaristê de gelek belgefîlmên bi kurdî jî hene.

Li Tirkiyeyê yek ji xelata girîng a ji bo belgefîlman, şahiya belgefîlman Documentarist e. Di documentarist de digel belgefîlmên girîng ên ji dinyayê, ji Tirkiyeyê jî gelek belgefîlmên bi kurdî, tirkî derdikevin pêşberî temaşevanan. 

Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist îsal 5'emîn car silavê li temaşevanan dike û gelek belgefîlman pêşkêş dike. Documentarist îsal dê di navbera 1-6'ê pûşperê de li dar bikeve û li dor 90 belgefîlmî dê bê nîşandayîn. Her wiha li dor 30 derhênerî dê bibin mêvanên Stenbolê û li ser belgefîlman biaxivin.
Documentarist ku bi beşên xwe yên cur bi cur dinyayeke nû li ber temaşevanan vedike, di bin beşên wekî "Ji cîhana Ereb", "Cîranê me: Yewnanistan", "Li dû şopa bîrê", "Belgefîlmên muzîkê", "Panoramaya Tirkiyeyê", "Ji bo bîranîna wan" re gelek belgefîlman pêşkêş dike.

Ne tenê nîşandayîna belgefîlman, çalakiyên din jî hene. Di hefteya festîvalê de digel perwerdekarên hollandî ku dê Atolyeya Pêşvebirina Belgefîlmên Afirîner li dar bixin, dersên sînemayê, panel, gotûbêj, nîşandayîna multîmedya jî têde gelek çalakî hene. Bi kurtahî di Documentaristê de dê belgefîlm bêne temaşekirin û bi her awayî dê li ser belgefîlman axaftin bê kirin.

Belgefîlm li AkSanat, Navenda Çanda Fransiz, Aynali Geçit Etkinlik Mekani, SALT Beyoglu, SALT Galata û Navenda Çanda Romen dê bêne nîşandayîn.

Mêvanê rûmetê: Heddy Honigmann

Documentarist ku heta îro gelek kes kirine mêvanên xwe îsal mêvanê rûmetê belgefîlkarê navdar Heddy Honigmann e. Di vê çarçoveyê de çend belgefîlmên wî jî dê bêne nîşandayîn. Belgefîmên wî "Metal û Melankoli" (Metal and Melancholy, 1994, ji kuçeyên Lîmayê qala çîroka ajokarên teqsiyann dike), "O Amor Natural" (1996, nêrîna têkiliya cinsî ya Rîoyiyan bi coş nîşan dide), "Orkestraya Binerd" (The Underground Orchestra, 1998, Qala çîroka koçberên ku li metroya Parîsê bi karê muzîkê debara xwe dikin, dike), "Crazy" (1999, qala travmaya leşkerên ku di nava Hêzên Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li gelek waran dinyayê qpeywir girtine dike), "Mêrê baş, kurê delal" (Good Husband, Dear Son, 2001, li ser jinên bosnayê ku di şerê navxweyî de mêrên xwe ji dest dane dike) û "El Olvido" (2008, Li Perûya ku hêzdaran ew talan kiriye de, hewldana şikênandina zincîran a ji aliyê bêhêzan ve nîşan dide) dê bênê nîşandayîn. Ler wiha Heddy Honigmann dê li ser sînemayê jî derseke bide.

Ji çar aliyên dinyayê belgefîlmên nû

Ji çar aliyên dinyayê belgefîlmên nû dibin mêvanên Stenbolê. Di "Panoramaya Navneteweyî" de li ser Şoreşa Ereben, li ser Yewnanistanê; ji Meksîka heta Polanya, ji Misir heta Lubnan, ji Yewnanistan heta Hollanda gelek belgefîlm û li ser gelek mijarên cur bi cur dê bêne nîşandayîn.

Ji Tirkiyeyê belgefîlmên balkêş

Ji Tirkiyeyê bi kurdî û tirkî li dor 25 belgefîlm dibin mêvanên Documentaristê.
Belgefilmê Gulşah Dogan "Aşkin Kiş Mevsimi" ku li ser apê wê Cemal û jinapa wê Emine ku hê di zarokatî de zewicîne hatiye kişandin.
Osman Şişman û Ozlem Sariyildiz bi belgefîlmê "İşte Boyle" ku li ser têkoşîna gelê Bagbaşi ya Erzeromê ku li hemberî HES'ê têdikoşin hatiye kişandin derdikevin pêşberî temaşevanan.
Dîsa belgefîlmê Okan Avci bi navê "Telvîn" jî rêwîtiya hunerê ya muzîkar û derhêner Erkan Ogur radixe ber çavan. Belgefîlmê Angelika Brudniak & Cynthia Madansky "1+8" jî li ser sînorê heşt cîranên Tirkiyeyê hatiye kişandin û balê dikişîne ser tiştê wan cîranan ji hev dike, yan tîne ba hev.

Belgefîlmên kurdan

Di Documentarist de gelek belgefîlmên derhênerên kurd jî hene. "Maya"ya derhêner Rodî Yuzbaşi ku li Fîlmamedê xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt; belgefîlmê Mizgîn Mujde Arslan "Ez firiyam, tu mayî" ku ji Stenbolê heta Kampa Mexmûrê dikeve dû şopa bavê xwe; "Tirkî: Pir Baş" ê Murat Bayramoglu ku qala qedexeya veşarî ya li ser kurdî û bandorê wê ya li ser keçikek kurd dike; belgefîlmê Metin Çelik û Halil Firat Yazar ê bi navê "Dengê Derî" ku balê dikişîne ser operasyonên di bin navê KCK'ê de; "Rezonse" yê Evrehmu Baydemir ku li ser rezan hatiye kişandin ku digel peyvan windabûna kirmanckî jî nîşan dide... Ev belgefîlm û hinên din ên kurdan dibin mêvanên Documentaristê.

Ji bo bîranîna wan

Ji Documentarista par heta îsal çend derhêneran jiyana xwe ji dest da. Documentarista îsal fîlman ven kesan nîşan dide û wan bibîr tîne. Di vê çarçoveyê de derhênerê yewnanî Theo Angelopoulos, ji Tirkiyeyê O. Lutfi Akad û Seyfi Toraman hene. "Tozê Zemanê" (Dust of Time) ê Angelopoulos, "Dort Mevsim İstanbul" ê Lutfi Akad û "Apartman" ê Seyfi Toraman dê bê nîşandayîn.

Ji niha de dest bi firotina bilêtên belgefîlman hate kirin. Yên bixwazin dikarin ji ser mybiletê bilêtan bikirin.


 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2017: Vaye lîsteya bajarên ku herî zêde/hindik pirtûkan dixwînin

ad

Klîba Hefteyê: Newroz

ad

7 rojnameger hatin berdan

ad

Li vî 'Dengê Bavê Min' temaşe bikin

ad

Hunermend Cavît Murtezaoglu wefat kir

ad

Dewrey çarîk fînalî dest pa kena

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname