Diyarname
Di Şampiyoniya Fûtbolê ya Ewropayê ya Jinan de maçên nîv fînalê têne lîstin. Di maça yekê de jinên Îtalyayê bi ser ketin û derbasî nîv fînalê bûn.
Euro 2005 ya Jinan her çar salan carek tê lîstin û vê carê li Swîsreyê tê lîstin.
Di Dora 16'an de tîmên jinan ên Norwec, Îtalya, Swêd, Îngilistan, Spanya, Swîsre, Fransa û Almanyayê bi ser ketin û derketin çarîk fînalê.
Duh êvarê di maça yekê ya çarîk fînalê de Norwec û Îtalya hatin hemberî hev. Di nîveka yekem de jinên îtalî, di nîveka duyem de jinên norwecî serketî bûn lê di encama golan te Îtalya bi ser ket.
Îtalya di deqîqeya 50'ê de bi gola Cristiana Girelle bi 1-0 derket pêş. Êrîşên Norwecê zêdetir bûn. Di deqîqeya 60'î de Ada Hegerberg li ser navê Norwecê penaltî bikar anî, lê gog şand derve. Piştî vê bi 6 deqîqeyan Hegerberg vê carê li ser navê tîma xwe golek avêt û encam kir yek: 1-1.
Îtalyayê di deqiqeya dawî, deqîqeya 90'î de bi Girelle carek din derket pêş û bi 2-1'ê derket nîv fînalê.
MAÇÊN DIN
Di çarêk fînalê de maçên din bi vî awayî ne:
Îro (pêncşem): Swêd - Îngilistan
Sibê (în): Spanya - Swîsre
Dusibê (şemî): Fransa - Almanya
Li gor saeta Amedê maç saet 22.00'an de dest pê dikin.
Maçên Nîv fînalê wê rojên 22 û 23'yê mehê, maça fînalê jî wê 27'ê mehê bê lîstin.
Not: Li Tirkiyeyê TRT Spor maçan yekser belav dike


