Diyarname
5'emîn Şahiya Çand û Hunerê ya Licê li dar ket. Di şahiyê de stranên Aramê Dîkran hatin gotin.
Şahiya li Licê ku rojekê berdewam kir bi beşadariya hezaran kesî li dar ket. Di şahiyê de şaredarên DTP'yî jî amade bûn. Hunermend Xemgîn Bîrhat, Bulent Turan, Farqîn, Koma Muzîkê ya KESK'ê, Grup Star, ji Koma Azad Engin û Koroya Zarokan a Navenda Çanda Licê derket ser dikê û stran gotin. Hunermendan stranên xwe diyarî gorbihuşt Aramê Dîkran kirin. Her wiha koma folklorê jî lîstikên xwe pêşkêş kir.
Şaredara Licê Fikriye Aytin da zanîn ku hunermend Aramê dîkran bi salên dirêj ji bo hunera kurdî xizmet kiriye û ji ber wefata wî ji bo kurdan sersaxî xwest.
Di şahiyê de pêşangeha wêneyan a girtiyên PKK'yî yên ji girtîgeha Çewlikê şandibûn jî hate vekirin û pêşangeh bi eleqeyeke baş re rû bi rû ma..