Diyarname
Di dawiyê de Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşir Atalay li ser qetlîama li Mêrdînê axivî û got: Çekên ku di bûyerê de hatine bikaranîn, çekên cerdevan in.
Piştî civîna Lijneya Rêveberî û Biryarên Navendî ya AKP'ê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşir Atalay bersiva rojnamegeran da û got ev tişt got:
- Heta niha 8 kes hatine girtin û du kes hê lêpirsina wan berdewam dike
- (li ser pirsa cerdevanî dê bê nîqaş kirin an na) Aliyê xemgîn ê bûyerê cerdevan di nav bûyerê de ne. Ji aliyê me ve xeleke girîng e. Ez nabêjin biçekbûn lê cerdevan jî di nav de ne... Hem cerdevanên ku mirine hene, hem jî yên sûcber hene û çekên hatine bikaranîn jî aîdê cerdevanan in. Ev girîng e. Em li ser vê disekinin.
- (li ser pirsa rojnamegerek ku got: Di destê zarokak 14 salî de jî çek heye" û rexneyên li ser cerdevaniyê anî ziman, wezîr got): Agahiyeke wisa li ber destê me nîn e.
***
Nûçeya eleqedar: