Diyarname
Duh êvarê li Mêrdînê di encama êrîşekê de 44 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Vane gotinên li ser vê qetlîamê:
Duh êvarê li gundê Zanqirka girêdayî Şemrexa Mêrdînê hinan bi çekan êrîşê serdaweteke kirin û di encamê de 6 jê zarok, 16 jin, bi giştî 44 kesî jiyana xwe ji dest da.
Nirxandina li ser bûyerê:
Hevseroka DTP'ê Emine Ayna: Ev yek her çiqas wekî pevçûneke navmalbatî dixuye jî ev polîtîkaya dewletê ye ku kurdan bi kurdan dide kuştinê.
Cîgirê Serokê Giştî yê EMEK'ê ev kuştin encama pergala cerdevaniyê ye. Ev qetlîam ji pergala dewletê ya herêmê cihê nikare bê pejirandin.
Mebûsê DTP'ê Hasip Kaplan diyar kir ku bûyer nikarin wekî "tore" bêne bi navbikirin û got; "Ev te tore ye, qetlîama pergalê ye. Hûn çekan bidin destê mirovan, encam dê ev e."