Diyarname
Pirtûkek zarokan li ber destan e: "Gîsko". Gîsko ku ji aliyê Jêhat Zekî Taher ve hatiye nivîsandin ji Weşanên Morî derketiye.
"Gîsko" navê pirtûkê ye, di heman demê de navê karakterê çîrokê ye. Wiha dest pê dike, "Hemû tune bû, li zozanekî welatê me, li dawiya meha Sibatê, karekî bizina kol çêbû. Navê wî kirin Gîsko". Û çîroka me didome. Şerê Gîsko yê serhildêr û meha reşemî/sibatê ku li hin herêman jêre "Sibatê gêj" jî dibêjin dest pê dike. Sibat ji Adarê jî alîkarî dixwaze lê fêde nade. Û her sal şerê Sibatê û Gîskoyên wê salê li dar e.
Çîroka ku Jêhat Zekî Taher nivîsiye, Ahmed Birî wêneyên wê çêkirine. Di sazkirina çîrokê de ji vegotina gelêrî sûde hatiye girtin û çîrok hatiye sazkirin. Ev pirtûk yek ji pirtûkên herî serketî û xweşik ê Weşanxaneya Morî ye. Pirtûk ji bo zarokên bi ser 3 saliyan re ye û hêja ye ji bo zarokan bê xwindin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
0505 993 72 83
- Gîsko / Jêhat Zekî Taher / wêne Ahmet Birî / Morî / Adar 2023 / 24 rûpel / Çîrok
**
Hin pirtûkên din ên Morî:
- Ji bo zarokên biçûk 'Aryen Diçe Bijîşk' derket
- 'Xwişkeka biçûk ji bo Kendal' êdî bi kurdî ye
- Bi kirmanckî 'Kilîle û Dimne' veciya
- Ji Weşanên Morî du heb 'Mîrza' derketin