logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  5. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
news-details

Seqetî di ku de ye gelo?

Seqetî di ku de ye gelo? Ez dibêjim seqetî di êqil de ye. Seqetiya fikrî ji ku tê? Ji difr û payê tê; difr û paye jî bêt

  • Dîrok: 18/04/2009
  • Beş: Serbest

Bûbê Eser
 
Seqetî di ku de ye gelo? Ez dibêjim seqetî di êqil de ye. Seqetiya fikrî ji ku tê? Ji difr û payê tê; difr û paye jî bêtehamulî û bêtehamulî jî bi carekê ve bi berjewendiya şexsî ve girêdayî ye. Li gor hin pisîkologan belkî her aqil hedayet dibû, lê narsîzma ku rastûrê ji "ez" û "ez" pêk dihat hedayet nedibî. Heger ne ji wan rewşenbîr û nivîskarên "ez" û "ez" baya, wê civaka kurdan jî îro ne di vê rewşa kambax de baye!
 
Birêz Helîm Yusuf di gotara xwe a berî vê de kesên ku diçûn TRT6ê û bi teybetî jî nivîskarên li Swêdê tewanbar kiribûn. Heta li ser vê jî bi tenê nesekinî bû, li bakurê Kurdistanê mîna ku êdî rewşenbîr nemabin jî nivîsîbû. Di vir de mebesta wî jî tenê nivîskarên kurd yên li Swêdê bûn. Jixwe televizyona ku Helîm Yusuf tê de kar û barê xwe dikir jî hema hema hertim reng û dengê rewşenbîrî û nivîskariya kurdên li Swêdê ji xwe re kiriye problem û bi aweyekî pirniheq çûye ser wan. Televizyon di wî emelê xwe ê xerab de hinekî bi serket, îcar niha jî dixwaze bi hin karmendê xwe ên wek birêz Helîm Yusuf, vê carê jî TRT6ê bike mahne û êrîşî wan bike.
 Ji sala 1980 û heta niha tu nivîskar û rewşenbîran weke yên Swêd xwedî li xwe, li zimanê xwe, li hebûna xwe derneketine. Rewşenbîrên kurd yên li Swêd, bûne kilîta deriyê edebiyata kurdî; bûne ferhanga zimanê xweş û şêrîn. Loma jî ew tim bûne kelemên ber çavên hinan. Ew jî bi rêya hinên din dixwazin gotinên nerast li ser nivîskarên kurd yên li Swêdê ferz bikin. Ya herî girîng jî ew e ku dema seqetî di berjewendiya sexsî de hebe aha ew zehmet e ku rast bibe. Loma jî hin kesên weha ji bona berjewendiya wan ji dest nere wê bê pîvan û li ser hîmên nerastiyê bikevin nava boxtanan.
 
Niha ez naxwzim vê nivîsê dirêj bikim; ji ber ku em çiqasî bêjin jî wê brayê Helîm her ya xwe bêje û wê bixwaze wê li me ferz bike. Bi çend gotinan ez dixwazim bersîva wî bidim û vê mijarê li vir biqedînim.
 
Programa brayê me Helîm ya tê de kar dike bi navaroka wê bêtir girêdayî edebiyatê û nivîsandinê ye: Baş e; ma gelo Mustafa Aydogan, di vê derbarê de hindik kar kirî ye? Em li vir nikarin hemû xebatên brêz Aydogan bi nivîsekê bîne zimên. Ji wan yek karên wî wergêra pirtûka nivîskarê Nobelê ye. Wî bi zimanekî xweş û herikbar û rehet bi werger û xebatên xwe zimanê me dewlemend kirîye. Ew bûye şexsiyeteke hêja di nava edebiyat û çanda kurdî de. Gelo çima heta niha brayê me Helîm Yusuf  bangî wî nekirî ye?
 
Birêz Laleş Qaso bi romanên xwe yên bi nirx nebûye çavekî edebiyata kurdî gelo? Dema ku bibe behsa roman, edebiyat û zimanê kurdî, ma dibe ku mirov di ser Qaso re derbas bibe? Laleş herçiqasî li dijî tevgera mirîd, sofi, xulam û şelafên PKKê xwedî helwestek bi prensîp be jî, divabû birayê me Helîmê edebiyathez dijayetiya Qaso ya li himberî xeraban ji xwe re nekira derd û aliyên wî yên edebî derxista pêşberî kurdan. Baş e te çima heta niha ew gazî televizyona xwe nekiriye? Gazîkirin li aliyekî, te rojekê hema qala kitêbek wî kiriye?
 
Serdar Rûşen, bi wergêr û nivîsên xwe, bi berhem û ramanên xwe yek ji wan kesa ye ku hemû wextê xwe daye vî karî. Ma ne hêja bû ku te gazî wî kiribaya? Min heta niha 6 berhem afirandine. Yek ji wan Gardiyan e ku li ser zîndana Diyarberkirê wek roman û bê alîye ku te bi xwe jî ew gelekî ecibandiye, ma ne dibû ku te bangî min kiribaya? Bi hemed Elî Kutê birayê Laleş Qaso wek melayiketekî ye û di nivîsandina çîrokên kurdî de jî diranek e. Gelo te gazî wî kiriye? Arif Zêrevan û gelekên din ku xebata wan tenê ji bona edebiyata wan bûn, lê te bangî yekî ji wan nekirîye. Ez dikarin bi dehan navan bêjim lê ji bona nivîs dirêj nebe, ez ê derbas bibim. Îcar brêz Helîm bi xwe jî dizane ku ew dikare bangî kê bike û kê neke. Dibe ku di bangkirina kesande ew ne azad be jî. Ev jî tiştekî normal e.
 
Eger mirov bangî yên mîna Mustafa Aydogan Laleş Qaso, Bûbê Eser, Serdar Ruşen, M.Elî Kut û gelekên weka wan ku bûne hîmekî ji edebiyata me, bûne şexsiyetên navdar di nava vî karî de, çi xêr û pêwîstiye bernameyeke weha heye ku mirov behsa wê  bike?
 
Ez niha çiqasî binivîsînim jî bê fêde ye. Ji ber ku birayê me Helîm ji bona berjewendiya xwe nikare rastiyê bibîne. Loma jî fêda wê tuneye ku zêde binivîsînim. Kesên ku te navê wan dane hemû jî alîgir an jî dilxwazin PKK ne. Dibe ku ji hin rêxistinên ku te navê wan dabin jî. Lê rastî ne ew e tu bi xwe jî vê dizanî.
 
Gotina min ya talî ev e: Herkes bi kar û xebatên xwe dizanin. Ev kar û xebatana wê rojekê ji alîyê gelde bêne nirxandin. Ya herî baş ew e ku nivîskar bê alîbin û weha bifikirin û binivîsînin. Lê mixabin îro ev di nava me kurdan de tuneye. Loma rexnên me jî dibe sedemên dilmayîna me ji hev. Ji ber ku em ji rexnan bêtir, boxtanan li hev dikin. Ew jî ji ber sedema mejiyê seqet pêk tê…
 
Têbinî: Bila ev yeka baş bê zanîn ku çûyina min ya başûr ne ji bona peran an jî di otelê luks de mayînê de bû. Ez ji bona xizmeta gelê li gor îmkanên xwe 11 mehan li gundan û bajarokê Bilê mam û min karê xwe qeden dûre vegeriyam malê. Di encama wê xebatê de şanoya Enfalê ya bi navê DÎROKA RÛREŞ min li swêdê weşand û romana enfalê ya ku navê wê jî BARZAN DIGIRî berdewam e.
17 nîsan 2009

bubeser@hotmail.com

***

Nivîsên Bûbê Eser ên din ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Belê Zindana Diyarbekirê
- Em çi bikin gelo?

- Bûbê Eser: Eger weşanger hemû zerar dikin çawa ew qas berheman çap dikin?

***

Nivîsên Helîm Yûsiv ku bûhe mijara vê nîqaşê:

- Seqetiya danûstendinên me
- TRT 6 û dengê Îsraîl

 ***

Nivîseke din li ser nîqaşa TRT 6 û rewşenbîran:

- Tariq Hemû: Rewşenbîrên TRT 6 yên Kurdistanî!

 

Têbiniya Diyarnameyê: Ji roja ku Diyarname dest bi weşanê kiriye, her nivîsa ku gihîştibe ber destê me me nirxandin li ser kiriye û bersiv daye xwediyê/a wê. Me weşandibe jî, neweşandibe jî rewş ev bûye.
Em wekî malper alîgirê nîqaşê ne. Her nîqaş (bêyî li kesan heqaret bê kirin) em girîng dibînin. Her nîqaş bi xwe re aliyan û dijberan derdixe holê. Di rewşeke wisa de em her bi hêvî ne ku bêyî heqaretê nîqaş bê kirin û bi vî awayî bidome. Heta îro her fikra me ev bûye. Ger heta niha kêmasiyeke me çêbûbe em xemgîn in û lêborînê dixwazin. Û her wiha ger kêsamiyeke çêbûbe yan çêbibe em dixwazin ku xwendevanên me, alîgirên me, alîgirên ziman, çapemeniya kurdî me hişyar bikin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pirtûk li zarokan hatin belavkirin

ad

Bernameya 'Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan' diyar bû

ad

Nexweşxaneya Çewligê çima hê jî temam nabe

ad

Ji bo jinan Roja Fîlman li dar e

ad

Bavê Alan Kurdî dixwaze penaberan ji deryayê rizgar bike

ad

Rûken Sî helbesta Seydayê Tîrêj xwend

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname