logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Rewşenbîrên TRT 6 yên Kurdistanî!

Romanivîsê kurd Helîm Yûsiv van rojan diyardeya TRT 6 û "rewşenbîrên" kurd yên li derdora wê kom bûne, daye ber pênûsa x

  • Dîrok: 16/04/2009
  • Beş: Serbest

Tariq Hemo

Romanivîsê kurd Helîm Yûsiv van rojan diyardeya TRT 6 û "rewşenbîrên" kurd yên li derdora wê kom bûne, daye ber pênûsa xwe û hinekî serê xwe pê êşandî ye. Her çiqasî ku Helîm diyalogeke yek alî dike, lê dîsa jî ev mijar hêjayî guftogokirin û danûstendinê ye…
***
Biryara dewleta tirk ya vekirina TRT 6 û destûrdayîna weşana bi zimanê kurdî gelek tiştên nû bi xwe re anîn. Her çiqasî ku armanca artêş û AKP’ê ji vê TRT 6’ê pêk nehat û kurdên bakur bi serkêşiya DTP’ê xwedî li nasname û rûmeta xwe derketin, lê dîsa ji bo destnîşankirina hêza Tevgera Azadiya Gelê Kurd, mecbûriya dewleta tirk û pêwîstiya wê bi vekirina alavek mîna TRT 6’ê, hêjayî rawestandinekê ye.
Bi vekirina TRT6’ê re dewleta tirk xwest “kurdên xwe” bi hêz bike û bîr û baweriya “kurdên din” jî qels û lawaz bike û wan hêdî hêdî ber bi xwe ve bikêşe. Ev mikyackirina rûyê Tirkiyê yê reş li pêşiya Civaka Navnetewî, DYA û Yekîtiya Ewropayê ye…
Armancên ku diviyabû TRT 6 bîne holê, pêk nehatin. Berovajî vê yekê, “Kurdên din”, ev kenal wekî alaveke xapandin û razîkirinê dîtin. Kurdên AKP’ê jî, hinek ji wan li xwe vegeriyan û hêdî xwe li refê xwe girtin û hinekê din jî prosesa bê dengî û sertewandinê domandin. Ji vê yekê zêdetir, hinek, ji wan hinekan, derketin ser ekranê TRT 6’ê û piştî wergirtina destûra Erdogan, bi kurdî stranên evînî gotin!!.
TRT6’a AKP’ê qonaxek nû dest pê kir. Ez li ser xwe bêjim, bi xêra vê TRT 6 min gelek tişt nas kirin. Vê kanalê hişt ku gelek “rewşenbîr” û “kevneşoreşger” şilfî tazî xuya bibin û rastiya xîtaba wan eşkere wekî deqa rojê diyar bibe.
Bi dehan rewşenbîrên bakur hebûn, ku ji PKK’ê aciz bûn. Li dijî siyaseta wê dinîvisandin û tevdigeriyan. Hinekan ji wan digotin PKK’ê dev ji Kurdistanê berdaye û pêwîst e were teşhîrkirin û hetikandin. Yên din jî qerfên xwe bi îdeolojiya PKK’ê û têgeha “Biratiya Gelan” dikirin û bi gotina “Tirk ne birayê me ne” diqîriyan. Ji bilî van nêrînan, gelek nêrînên din jî hebûn, ku hemûyan jî PKK’ê li hemberî siyaseta dewleta tirk wekî sûcdar, teslîmkar, dijkurd, welatfiroş û xayîn li qelemê didan.
Her çiqasî ku min neheqiyek û bêrêziyek û îflasek exlaqî di xîtaba van kesan de didît jî, lê dîsa min ji xwe re digot: Dibe ku ev mirov ne bi siyaseta PKK’ê re bin û ji rêjeya zêde ya welatparêzî û kurdperwerî û netewepestiyê wan wiha axaftin û analîzekirin ji wan derdikive. Lê derket ne wilo. Rastî tiştekî din bû. Ev rastî jî bi xêra TRT6’ê hat diyarkirin û beloq xuya bû…
***


Bi xêra TRT6 min ev dît:

- Ew kesê ku PKK’ê bi “teslîmkariyê” û “destberdana ji her tiştî” li hemberî tirkan tewanbar dikir, îro li TRT 6’ê ne û vê hewledana AKP’ê û Erdogan wekî “destkeftiyek mezin” qebûl dike…

- Ew kesê ku PKK’ê reş dikir û digot “Cumhuriyeta Demokratîk” destberdana ji Kurdistanê ye, îro di hembêza TRT 6 de ye, reklama AKP’ê û Erdogan dike û erzan erzan Kurdistanê difroşe…

- Ew kesê ku PKK’ê bi “xwedîdernektina li peyva kurd û Kurdistanê” tewanbar dikir, îro li ser ekranê TRT 6 bê şerm xwe nîşanî gelê kurd dide û ji tirsa rêveberiya vê kanalê, peyva “Kurdistan” nayine ser zimanê xwe û li şûna wê “Guney Dogu” bi kar tîne.

Niha TRT 6 bûye qubletgeha vî sinifê “rewşenbîriya” kurdî. Berê, di zemanê Defter û Blokan de, başûrê Kurdistanê qiblegeha wan bû. Bi riya şelafî, mizdan û pêşkêşkirina peyvek erzan, gelek ji van “rewşenbîran” kozikên xwe li başûr çêkiribûn. Hinekan projeyên sexte nîşan didan û hinekên din jî “pirtûk” û “roman” amede dikirin.

Berî demekê yekî ji van “rewşenbîran”, ku bi navê (B. E) xwe dide nasîn, gilî û gaznicên xwe dikir û digot: Yaho ez çûme başûr da ku romanekê li ser her 8 hezar Berzaniyên enfalkirî binivisînim, lê li şûna ku zaro min hembêz bikin û bi mehan min di Hotêla 6 stêrk de vehewînin, wan tenê 200 dolar dane min. Ma wiha bibe qey. Ma ev qedir û qîmeta rewşenbîriyê ye?. Ez ji Kurdistana Azad xeyidîm??.

Bi sedan mînakên wiha hebûn, ku xwe li başûr digirtin û çavê xwe bera kurtêlên PDK’ê û YNK’ê didan. Wê demê me ji başûriyan re digot, ev çi “zibûn in” ku hûn wan li dora xwe kom dikin. Ev kesên wilo îro pesnê we didin, wê sibê li himberî we derkevin. Rastî jî wilo bû. Ev kesên ku heta duh pesnê birêz Mesûd Berzanî didan û ew wekî “Lehnegê Kurdistana Azad” didan diyar kirin, îro di TRT 6 de xizmeta Erdogan û AKP’ê dikin. Ew Erdoganê ku naxwaze Berzanî bibîne û hîna wî mîna “Serokeşîr li bakurê Iraqê” dinase.
***
TRT6 mîna bêjingekê derket. Hat û hin komikên “rewşenbîrên” seqet li ba kir û ew hemû di “qula” xwe re derbas kirin. Bi vê yekê em jî rihet kirin. Nema em xwe dixapînin û dibêjin: Yaho belkî ev kesana xwedî nêrîn û xîtab bin ha?. Em nema dubare dikin: Dibe ku ew netewperestî tund bin, ku ji siyaseta PKK’ê û DTP’ê ne razî ne û tenê evîndarê Kurdistan û kurdayetiyê ne, canê xwe fedayî welatê xwe dikin?.

Ev hemû fikrên me bi xêra TRT 6’ê vala û fiş e derketin. Niha ev “rewşenbîrên” me yên ku pêwendiya DTP’ê bi hin hêzên çepgir ên tirk re wekî “îxanetê” bi nav dikirin, cihê xwe li TRT 6’ê digrin.

Ev komikên li îflasê ketine, vê carê nêrîna xwe ya rast gotin. Ew evîndarê dirav û pûlan in, bi qasî ku kîndarê Tevgera Azadî û tekoşîna bi rûmet in…
***
Sipas ji bo TRT 6 ku rastiya van kesan diyar kir…

Sipas ji bo DTP’ê ku ev projeyê qirêj têk bir…

Sipas ji bo gelê bakur, yê ku xwedî li nasname û rûmeta xwe derket…


tariqhemo@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çima hê jî restorastona Birca Belek temam nakin?

ad

Ji Tirkiyeyê belgefîlm diçin Kosovayê

ad

Klîba Hefteyê: Malan Barkir

ad

'Eyşe Şan jinek berxwedêr bû'

ad

Ceza li lîstikvan Farah Zeynep Abdullah jî birîn

ad

Demîrtaş dijî OHAL'ê derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname