Diyarname
Di salvegera mirina helbestvan Arjen Arî de ewê bi hin çalakiyan bê bibîranîn. Heman rojê dê Xelata Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî jî bê dayîn.
Çalakiyên bibîranînê ya Arjen Arî 30'ê vê mehê pêşî wê li ser gora wî dest pê bike. Malbata Arî û hezkiriyên wî saet 12.30 de ewê li ser gora Arjen Arî bin.
Paşê li Eywana Xwendinê ya Arjen Arî ya Şaredariya Kayapinara Amedê çalakî bidomin.
Di çalakiyên li vê derê de wê saet 18'an de merasima xelatdayînê li dar bikeve. Her wiha Simeya H. Lalîn wê pirtûkê îmze bike.
Saet 19'an de jî wê panelek bi navê "Helbest û Hevpeyvînên Arjen Arî" li dar bikeve. Panela ku moderatoriya wê dê Mîna Acer bike de, Osman Özçelik û Rêzan Diljen wê biaxivin.


