AMED
Komîsyona Têkiliyên bi Rojava ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo alîkariyên medîkal û dermanan alîkariyê dide hev. Komîsyonên ji bo vê yekê hesabên bankeyên dan û xwestin heta 13'yê meha pêşiya me xelk ji bo alîkariyê pereyan razînên vê hesabê.
Komîsyonê ji bo alîkariyê li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama komîsyonê Şîlan Elmas wisa got: "Êrîşên hovanê yên li Rojava êrîşin ku li hemberî hemû kurdan û mirovahiyê hatine kirin. Ji ber vê yekê li hemberî vê divê bêdeng neyê sekinîn."
Elmas got ku rêveberiya Rojava divê ji bo Sûriyeyê wekî model bê girtin û wiha dom kir: "Rojava hem bûye hedefa Esad, hem jî bûye hedefa muxalîfan ku tu ferqa wan û Esad nîn e. Ev rêveberiya ku mafê kesî naxwe, tenê j bo mafên xwe hatiye avakirin û bi awayekî demokratîk hatiye avakirin ji gelek aliyan ve rastî êrîşan tê û ev êrîş nayên qebûlkirin. Ev êrîşên dermirovî, yên nirxên pîroz ên Îslamî bikar tînin û li hemberî kurdan êrîş dikin; kurd jî li hemberî vê bi lehengî ber xwe didin. Di vê navê de her cure ambargo li hemberî kurdan tê meşandin. Bi vî awayî dixwazin reveberiya demokratîk a Rojava bifetisînin. Qedera Rojava dê qedera hemû kurdan û a Rojhilata Navîn diyar bike."
Endama Komîsyonê Elmas got ku ji ber van yekan wan em hem ji aliyê siyasî, çandî, aborî û dîplomatîk ve bi Rojava re ne û wiha dom kir: "Em dibêjin di serî de Tirkiye û rêveberiya Başûrê Kurdistanê, hemû welatên herêmê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê divê li hemberî vê komkujiyê bisekinin û deriyên xwe ji bo ticaretê û alîkariya mirovî vekin, ji bo vê yekê gavan biavêjin."
Elmas got ku ew dê Rojavayê bi tenê nehêlin, çalakî û xebatên xwe bidomînin.
Şîlan Elmas diyar kir ku wan wekî komîsyon ji bo dermanan bikirin heta 13'yê meha pêşiya me kampanyaya berhevkirina pereyan daye dest pê kirin. Ji bo vê yekê ji rayedaran destûra fermê hatiye girtin û li bankeyan hesab hatiye vekirin. Ji bo vê yên ku bixwazin alîkariya pereyan bidin dikarin bişînin ser van hesaban:
“Hesab No:
Ziraat Bankasi Diyarbakır Şubesi 550 4220 -5004
IBAN TR 55 0001 000091 550422205004
İş bankası Diyarbakir Sur şubesi Hesap No : 8302 -129968 IBAN: TR 65 0006 400000183020129968.”
Her wiha Elmas got ku Şaredariyên BDP'ê, rêxistinên navçe û bajarên BDP'ê jî her cure alîkariyê berhev dikin.