Diyarname
30’emîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê ya Navneteweyî îsal di navbera 22’yê kewçêrê – 3’yê berfanbarê de li dardikeve. Festîval 22’yê mehê bi lîstina “Lacrima” dê perdeyên xwe veke.
Festîvala Şanoyê ya Stenbolê ya ji aliyê ÎKSV’ê ve tê organîzekirin. Festîval di bin kuratoriya Mehmet Birkiye de li dar dikeve. Ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê bi giştî 17 lîstik, performans û pêşkêşkirinên dansê hene.
‘Lacrima’ lîstika Şanoya Neteweyî ya Salzburgê ye. Derhêner Caroline Guiela Nguyen ew bi rê ve biriye û lîstik wê di çarçoveya festîvalê de rojên 22-23’yê mehê li Zorlu PSM bê pêşkêşkirin.
Lîstik li ser pêvajoya bûkaniyê ku ji bo prensesa îngilîz tê çêkirin dimeşe. EV bûkanî li Parîsê bi awayekî veşarî tê çêkirin. Lîstik bi vê re berê xwe dide hostayên Paris, Alençon û Mumbaiyê, bi ser jiyana dirûnkar û karkeran re rexne li kedxwariya qada modayê digire; kedê û êşên takekesî tîne ziman.
“Leaning Tree” (Wekî ‘Ruzgar Agaci” wergerandine) a ku koreograf Fernando Melo derxistiye pêş, lîstika derhêner Saim Guveloglu "Elizabeth Costello" (Ji romana J.M. Coetzee), lîstika derhêner Murat Gulsoy “Ve Ateş Bizi Tuketiyor”, lîstikva derhêner Mehmet Birkiye “Silahşorkizi Rabia Hanim”, lîstika Elif Ozge Maltepe “Bir Çeyiz Sozleşmesi” lîstika Murat Mahmutyazicioglu “Aşk > Nefret < Aşk” hin lîstikên din in ku dê bêne lîstin.

Ji bo agahiyên zêdetir: tiyatro.iksv.org


