Pîrozbahiya Neqrozê îro jî dom kir. Ji bo Newrozê îro li navçeyên Amedê, Riha, Mêrdîn, Elezîz, Bîngol, Batman, Şirnex, Sêrt, Çûkûrova, Anatoliya Navîn û Egeyê mîtîng li dar ketin.
Li navçeyên Amedê; li Gêl, Hezro, Çêrmûg, Hênê, Pasûr, Erxenî û Karazê, li Karliovaya Çewligê, li Serêkanî, Xelfetî, Bozova, Hîlwan, Sêwreg, Sirûc û Bîrecîkê Newroz bi beşdariya hezaran kesî hat pîrozkirin.
Dîsa li Kercews, Heskîf, Bişêrî û Bekirxana, Hezex, Qilêbana Batmanê, li Stêwr, Omerî û Şemrexa Mêrdînê, li Misirca Sêrtê, li Qereqoçana Elezîzê bi govend û stranan Newroz hat pîrozkirin.
Li herêma Serhedê jî li Agirî, Mûş, Diyadîn, Patnos, Qereyazî û Qereçoban, Tekman û Başqaleyê gel li qadan bû.
Li Çelê û Şemzînana Culemêrgê, li Dîgora Qersê, Gimgima Mûşê Newroz hat pîrozkirin.
Li Egeyê jî Newroz hat pîrozikrin. Li vê herêmê jî li Naziliya Aydinê, Golmarmara û Salihliya Manîsa, her wiha li Bandirmaya Balikesîrê Newroz hate pîrozkirin.
Li Anatoliya Navîn jî pîrozbahiyên Newrozê li Kuluya Konya, Eskîşehîr, Pazarcika Meraşê hat pîrozkirin.
Li navçeyên Mêrsînê jî li Tarsûs û Akdenîzê bi beşdariya gel Newroz hat pîrozkirin.