Diyarname
Îsal 126'emîn salvegera rojnamegeriya kurdî ye. Ji wê rojê heta niha gelek weşanên kurdî derketin û hatin girtin. Niha rewş çi ye? Di vê serdemê de rojnamegerên kurd çi dikin? Li ser vê yekê dê sohbetek li dar bikeve.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi navê "Di sedema modern de rewşa rojnamegeriya kurdî" gotûbêjek organîze kiriye.
Di gotûbêja ku rojnameger Nûjîn Onen Tacar wê bi rê ve bibe de edîtorê Diyarnameyê rojnameger Cemil Oguz û ji Rûdawê rojnameger Rawîn Stêrk dê biaxivin.
Gotûbêj 20'ê mehê, roja şemî, saet 15.00'an de ye.