Ismaîl Badî
Berahî
Xwendin û li dûçûna toreya kurdî girîng e û pêdivî ye ji bo her nivîserekî, her wisa ji bilî xwendina verêj û berhemên wê parçeya ew nivîser û rewşenbîr lê dijî, pêdivî ye li ser wê verêje parçeyên dî yên Kurdistanê bixwîne û agahî li ser çawaniya berhemên wan hebe.
Li dû vê şopê, verêj û berhemên nivîserên kurd li parçeya Kurdistana Rojava ji hemû parçeyên dî û derve pitir (bêhtir) digihîne me li vê parçeya jêrê û berdewam dixwînin, lewra nivîsên me jî pitir (bêhtir) li dor wan berhem û nivîsevanan e. Deqê kurteçîrokê:
- Ya ku ji hemû çîrokan dirêjtir e -
PERE
Ji bo çî ev çîrok e:
Çîroka gelek kurt, an kurtîle çîrok, an pîroz e wekî hindek nivîskar dibêjinê, yan her navekî dîtir, demek dirêj e hatiye nav panava çîroka kurdî û gelek çîroknivîsan xwe li vê panavê eşkere kiriye û çîrokên xwe lê berçav kirine, belê niha çîrokên gelek gelek kurtir têne nivîsîn û belavkirin, divê peyvên wê ji hejmara tiliyên destan neborin.
Ev rengê çîrokê her ji salên heftêyan ve li devera me peyda bûye û serkarwanê wê jî çîroknivîs û hunermend (Îbrahîm Selman)(1) û çîroknivîs û hozanvan (Feysel Mistefa) ne. (2) Çîroka ji hemûyan kurtir van her du nivîseran nivîsiye, ya (Îbrahîm Selman ) e ku bi çend peyveka nivîsiye û heke ez şaş nebim her wekî min guh lê bûyî, bi vî rengî bû: (Li pişt berokê rûnişt û tebela xwe danî ser celebkê..) (3)
Di van heşt peyvan de, mirov dişê (dikare) gelek raveyan bide naveroka çîrokê, çi wekî arîşeke xwêndariyê şîrove bike, an xwedanê tifingê nêçîrvan e û stêrka xwe li nêçîrê girtiye, an jî yên di çeperên berevaniyê de û ber sînga dijminan digire û xwe gorî axa pîroz a welêt dike. Her wisa hozanvan û çîroknivîs Selman Kovlî û Paîzê Emerî di salên heştêyî de deqekî nêzîkî kurtîle çîrokan dinivîse û jê re digot (Pîroze) û niha jî hejmareke zor ji nivîseran peyda bûne û afirandin û dahênaneke berçav di vê biyavê toreyê de heye.
Kurtirîn Çîrok:
Ji xwendin û serederiya me digel çîroka kurdî, çi li nav Kurdistana jêrê û çi li parçeyên dîtir, heta niha çîrokên ku min dîtine û xwendine, kurtirîn çîrok û bi peyvekê bi tenê hatiye nivîsîn û belavkirin, ev a li ber dest e û em dê niha li ser bipeyivin.
Ev çîroka gelek kurt ‘pere’ ango ‘pare’ ya çîroknivîsê kurd (Helîm Yûsiv) e. (4) Di panava kurteçîroka gelek kurt a kurdî de, çîroknivîs jî yê navdar e û cihekî taybet li parçeya rojavayê Kurdistanê heye û çendîn berhemên wî li çendîn cihan hatine çapkirin.(5)
Ev çîrok a dûmahiyê ye ji koma çîrokên çîroknivîsî ya li jêr navê (Mirî Ranazin) û li berahiyê nivîsiye (Ya ku ji hemû çîrokan dirêjtir e –rûpel 101) Paşê çîroknivîs berperek dayê û bi tenê li nîva berperê nivîsiye: (Pere –rûpel l03)
Ji bo çî ev nav e?
Ji bo çî ev peyv e?
Tiştek eşkere ye serederî digel jiyanê li vî çaxê em tê de dijîn, daveka hevbendiyê di navbera mirovî û civakê de heye, bi dîtina me jî ew dav jî (pare-pere) ye û ew hevbendî pê tê girêdan, ev e ji bilî berxwedaneke antropolojîk ji bo mirovî û rol û hevbendiya wî digel civakê bi xwe de.
Her wisa her livînek û kiryarek hebe û bi pareyê nebe, nayê encamdan, ango di vê delîva jiyanê de (pare) ango hemû tişt –ji bilî tore û rewişt û dab û nêrîtên civaka me ya kurdewarî -lewra çîroknivîsî ev nav e û ev peyv e hilbijartî ye û koma çîrokên xwe pê bi dûmahî aniye.
Naveroka çîrokê, bi dîtineke kurdewarî
Di hilbijartina navê çîrokê û naveroka wê de, çîroknivîs (Helîm Yûsiv) gelekî serkeftî bûye ku her bi tenê peyva (pare-pere) hilbijartiye û wekî kurd dibêjin ya tije pîstê, xwe raman e.
Di jiyana me ya niha de, yê (pare) hebe, hemû kesan ew mirov divê û serederiyeke baş digel wî/ê dikin, berovajî wê, yê nebe tenê dibêjîn: Xwedê alîkarê wî bibe!! Çimkî ji hemû lave dê derd û kovan ji bo peydabûn û rojane dê çendîn giriftarî hene di rêyekê de, çi li nav xêzaneke biçûk û çi li nav xêzana mezin ku bi dîtineke antropolojîk (civak e).
Piştî hizirkirineke kûr, bi dîtina me çîroknivîs daxbar e bi ketwarê kurdewarî û serederiya wî digel perê, her di kevn de berê xwe daye perê ku hemû tişt e. Her wek berî niha me da xuyakirin, belê bi çend rengên jêk (ji hev) cuda daye nasîn û her carekê bihayek dayê, çi baş û çi xerab.
Bi dîtineke kurdewarî û boçûneke felsefî, di nav gotinên mezinan de, cihekî berfireh daye babetê pere, çend gotin li ser aniye, bav û bapîrên me bi şarezayane hizir tê de kiriye û sexlet û encamên jê peyda dibin deyne berçav û rojane ji layê xelkê me ve, ev çendî tête çespandin û bicihanîn.
Li dor (pare-pere), bav û bapîrên me gotine (Qirêja destan e, heke şûşt çi jê namîne) (6). Yan jî (Nanê jikevê ye.) (7), di van her du gotinan de gelek bi sevkî û bê bihayî berê xwe dayê, belê hindek carên dî gelek biha dayê û xuya dike ku rê û rêbaza mirovan diguhere, wek (Pare(pere) bike cerk û misînan, dê milên xwe bihejînin) (8), an (Pare (pere) çavan li xudanî (xwediyê wî) tarî dikin) (9), an jî (Pare dîn ber e û dîn der e) (10) û (Pare îmandiz e) (11)
Belê bi vê çendê jî ranewestiyane û bi çavekî dîtir berê xwe dayê, ku dîsan yê pare hebe li çi tiştan namîne hinêrbend û her tiştê bivê dê ji bo wî dê berhev bibe wek dibêjin (Pere hebin helaw mişey e ) (12) û (Perê te hebin kes napirse tu kurê kê yî) (13), an jî (Heyî be kurê kerî be). Ji bilî van hemûyan, bav û bapîrên me gotine (Perê xwe biavê ber hetavê û here rûne ber sîberê (sîtavê) (14). Zêdebarî van gotin û pendan, bi kurt û kurmancî û hemû kes dizanin ku di felsefeya kurdewarî de (Perê spî ji bo roja reş e.) (15) Her wisan divê ji bîr nekin hinek caran mirov neçar dibe eger pere nebin, dest biavêje suxte û fêlbazî û derewan, ev e jî her di kevn de li nav miletê me hebûye û ev gotin e vê çendê dupat dike li demê digotin (Barek dirav, an barek derew) (16).
Ev reng naverok e û ev reng kurteçîrok e, an kurtîleçîrok e, an jî eger nûtir ji bo bête danîn, bi hizra me cara yekê tête belavkirin û pêdivî ye li ser vê babetê bête nivîsîn û çîroknivîsên me bizavên mezintir bikin ji bo nivîsîna van rengeçîrokan.
……………………
Jêder û feroz :
Helîm Yûsiv: Mirî Ranazin (kurteçîrok)- Stenbol, 1996, rûpel 101–103.
1- Sala 1952yan li nehiya Zawîte ji dayik bûye, demeke dirêj li îzgeyê kurdî li Bexdayê kar kiriye, niha li Holandayê dijî, şanogerî û çîrok û senaryo ji bo sînemayê nivîsiye û di vî warî da çendîn berhem û pirtûkên çapkirî hene. 2-
Sala 1946an li Dihokê bûye, mamosteyê zimanê kurdî bûye, sala 1978an dîwanek li jêr navê (Evîn) çap kiriye, di warê wergêranê û zimanî de şareza ye û niha li Hewlêrê ye li wezareta perwerdehiyê karê xwe dike. 3-
Hêvîdar im her nivîserê pitir (bêhtir) pêzanîn li ser vê babetê û vê çîrokê hebin, ji bo me û xwendevanan bide xuyakirin.
4- Li bajarokê Amûdê li Sûriyê sala 1967an hatiye ser dinyayê, niha li bajarokê Amûdê li Sûriyeyê dijî.
5- Ji berhemên wî:
- Mêrê Avis – Çîrok, Şam, 1991ê bi zimanê erebî.
- Jinên qatên bilind, Çîrok, Beyrût,1995an, bi zimanê erebî. - Mirî ranazin, Çîrok, Stenbol, 1996an, bi zimanê kurdî.
6- Hecî Cafer: Gotinên mezinan li devera Behdînan, Bexda, 1986, rûpel 27.
7- Pêzanê Alîxan: Dumrarî ji gencîna folklorê kurdî, Hewlêr 1985, rûpel 70.
8- Jêderê çûyî, rûpel 71.
9- Ehmed Qerenî: Kanî –komele tekstên folklorîne, Bexda 1984, rûpel 28.
10- Umer Şêxella Deştekî: Pendê kurdî –Bergê yekem, Hewlêr 1972, rûpel 29.
11- Hecî Cafer: Gotinên mezinan…-jêderê berê– rûpel 27.
12- Mele Mehmûdê Dêrşewî: Miştaxa çiya ji gotinên pêşiya, Bexda 1980, rûpel 138.
13- Deştekî: Pendê kurdî … -jêderê berê– rûpel 29.
14- Hecî Cafer: Gotinên mezinan … -jêderê berê– rûpel 28.
15- Jêderê çûyî, rûpel 28.
16- Dêrşewî: Miştaxa çiya … -jêderê berê– rûpel 138.
Têbînî: Ev gotar di PEYMAN, hejmara 34an de, (11-8-1999) bi tîpên erebî hatiye weşandin. Ji hêla Aramê Darî ve, digel guhertinên biçûk di hinek peyvan de, ji bo tîpên latînî hatiye veguheztin. Îsmaîl Badî, nivîskar û lêkolînerekî kurd e û ji başûrê Kurdistanê ye.
***
Nivîsa Eleqedar: