Diyarname
Televîzyona dewletê ya Çînê li ser jiyana lîstikvanê navdar ê kareteyê Bruce Lee rêzefîlmekî 50 beşî kişand.
Rêzefîlmê bi navê "Efsaneya Bruce Lee" 7 mîlyon dolarî bibe mal û dê yekem rêzefîlm be ku der barê Lee de hatiye kişandin.
Kişandina rêzefîlm li Çin, Hong Kong, Macao, DYA', Îtalya û Taylandê pêk hat û bi temamî 9 mehan de xelas bû. Rêzefîlm dawiya vê hefteyê dest bi weşanê dike.
De rêzefîlm de jiyana Lee ya li Hong Kongê, ciwaniya wî, hînbûna sporê Rojhilata Navîn, xistina jiyanê ya vê sporê ya li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), lîstikvanî û mirina wî ya di ciwaniyê de tê nîşandayîn.
Ji bo rêzefîlm daxuyaniyeke çapemeniyê hate pêşkêşkirin û wisa hate gotin: "Fîlmên wî ku hêz, lezbûn, aqil, rûmet, karîzma û çînîbûn derdixe pêş ji bo Çîna ku pêş dikeve wekî sembol e."
Dîmeneke ji fîlmên Lee: