(zavayê azib im di her şeva gerdekê de)
Çend şev in baran jî ranazê li ser balîfa spî, wekî tilîkên vê nivîsê. Çavê şevê rijiyaye û ezman ronî ye wekî wê spîbûna kon vedaye li Sîpanê Xelatê.
Yanê ji efendima xwe re bêjim, şîqe şîqa birûskên ramanan ne diweste, ne radiweste li vê Kerbelayê-
Ez û betilandina xwe bêhna mîdyeyên keliyayî bi xwe re tînin û berî didin malê.
ava baranê li ser tenê min diherike, ez jî li ser tenê sikakê.
Giraniya sikakê bi ava baranê re diherike diçe, canê sikakê sivik dibe. Nizam çima misqalek betilandina min jî canê min naterikîne û bi ava baranê re naherike naçe – loma wisa giran im wekî dinyayê.
Mîna her êvarê vekirina derî du saniyeyan didome. Lê heta derî vedikim du sed sal di êvara serê min re diborin. Dizanim çirkîniya derî wê gazî Artemîs bike û li pişt derî nermbûna kenê wê yê çavên min ê westîyayî hembêz bike.
Xwezî zanîna min carekê tenê derew nekira. Zanîna min jî wekî xeyalên min rojê sed carî Artemîs ji ezmên dadixe û li mala min wê dike bûka kaînatê.
zavayê azib im di her şeva gerdekê de
ji teqîna qozmogonîyê vir ve
Ezmanê mîtolojiyê qet nederiziye û lêvên Artemîs ji derza lêvên min newelidîne hîn. Dîsa jî, Artemîs mîna maseya nivîsê agirekî ebedî yê di argûna emrê min de û bejna zivistanê kin dike li ser palgeha mestbûyî.
Bindestînenasiya destê min zorê dide derî, derî dike çirkînî. Bi strana derî re, kevokên li ser dara hewşê dest bi firîna bêrîkirinê dikin û tên di hêwana sînga min de dilûsin.
sînga min hêlîna bêrîkirinê ye, ji tofana Nûh vir ve.
Sola min ji lingê min derdikeve û hildikişe ser refika soldankê. Nava min ji nava lêvên min dirije nava newaya dûrbûnê û sê mîlyon salên guhdar dibin du lêvên jihevçûyî li ser rûyê Artemîsê.
Artemîs çavên min di çavên xwe de digire, lêvên xwe vedike û vekirin ber bi lêvên min ve hildikişe.
Sê mîlyon sal in tehma lêvên wê bi nefesa min re diherike hundirê devê wê û sê mîlyar car in dibêjimê:
“Heman lêv du caran nayên maçkirin, lêv li ser lêvan pîr bibin jî.”
Çavên xwe vedikim, gotin dibin kevokên bêbazik di dehfikên ketinê de. Ava şofbenê kincê kefê ji min dike diavêje qulika serşokê û ez tazî dimînim di wexma eynikê de.
Destê min wexma li ser rûyê eynikê mist dide, lêvên Artemîs hîn jî lêvên min dimijin. Porê wê bûye atlêtekî pemboyî ji min re.
Xwe dikim xewlî, li tazîbûna wê dipêçim û wê dibim odê.
Kefa destê xwe datîne ser devê min û dibê, “Haydê roma-na me binivîsîne, nivîskarê min!”
Lêvên min dibin jêbir û hemû romanên li kefa destê wê jê dibim:
“Pirr meşxûl im, wextê min tune bibim nivîskar.”
“Ema tu nivîskar î, Kovan”
“Niç, nivîskar gişk însan in.”
“Nexwe tu çi yî?
“Nizanim, Artemîs. Tenê zanim gava dinya ji min re dibêje, Tu masûm î, devê dinyayê dibe kerxane û masûmî li pişt camekanan xwe maqyaj dike.”


