Diyarname
Her sal berî merasimê meraq ew e ku dê kî pêşkêşvaniya şevê bike. Îsal 93'emîn car xelatên Oscarê têne belavkirin û kesên dê şevê bi rê ve bibin jî hatin eşkere kirin.
Li gor agahiyên ku hatine belavkirin di nav kesên dê merasimê bi rê ve bibin de Harrison Ford, Brad Pitt, Halle Berry, Reese Witherspoon, Don Cheadle, Renee Zellweger, Regina King, Joaquin Phoenix, Rita Moreno, Laura Dern, Zendaya, Angela Bassett, Bryan Cranston, Marlee Matlin hene. Her wiha derhênerê ji Koreya Başûr Bong Joon-ho ku par xelata Derhênerê Herî Serketî ya Oscarê girtibû jî dê di nav yên yên bi rê ve dibin de be.
Li dinyayê Oscar yek ji xelatên herî navdar in û bi vê navdarbûna xwe li gelek welatan bi meraq têne şopandin. Îsal jî ji ber pandemiyê ne di dema xwe de lidar dikeve. Bernameya îsal dê şeva 25'ê mehê (li gor saeta Tirkiyeyê destpêka 26'ê mehê) li Union Station a li Los Angelesa DYA'yê li dar bikeve û serketî diyar bibin.


