Ji yê yek salî û heta bi kal û pîrên heştê salî, her kesa/ê kurd, bi gotineke din, hemû nifşên kurdan ku a niha li jiyanê ne û henaseya xwe didin û dîstînin, çavên xwe di nav şer û pevçûnê de vekirine. Heta bi çend nifşên ku koçî bêdawiyê bûn jî wisa.
Ji dawiya sedsala nozdehem û heta roja îro; her tim şer e, koçberî, tunehî û zilm û zor e li xaka kurdan, warê pevçûna desthilatariyê ye erdnigariya Kurdistan. Dewlemendî ji bo xelkê sedema şadiyê be, dewlemendiya xaka kurdan bûye sedema qedera wan a bextreş ku bi salan e, êş û ezabê jê dikêşin.
Piştî têkoşîn û êşa bi salên dirêj, li başûrê welêt derfeta birêvebirina federal bi dest ket. Bêşik kurd bi hêsanî nehatine vê rojê, ji bo vê, gelek berdêliyên giran û buha dan û ev serkeftin hate bidestxistin. Loma jî, roja ku a niha em dijîn, di dîroka kurdan de merheleyeke girîng û hêja ye.
Di dawiya payîza sala 2013’an de, ez li bajarê Silêmaniyê, di 17’emîn Mîhrîcana Gelawêjê ya Çand û Wêjeyê, di eywana ku bi rewşenbîran miştî tije de, li axaftina rayedarê bajêr ê partiyeke ji partiyên desthilatdar ê Başûr guhdarî dikim. Ligel mêvanên ku ji gelek welatên cuda beşdarî mîhrîcanê bûne, bi çend hevokan balê dikişîne rabirdûya vî welatî, pêvajoya bindestiya di bin desthilatdariya zalim de.
Kurd, piştî pêvajoyeke dûdirêj a têkoşîna dijwar, li welatê xwe bûne desthilatdar, mêtingerên xwe ji ser xaka xwe qewirandine, tola salên bindestiyê hilanîne. Ne serbixwe bin jî, azad in êdî. Ligel azadî û rizgariya bidestketî, dîsa jî siya dîktatoriya ereb a ku bi destê Seddam û yên berî wî xwîna kurdan bi awayekî hovane, bi salan mêtin, mîna ewrekî li ser bajêr digere. Hevalê ku min li bajêr digerîne, tirimbêlê, li ber avahiya ku wekî labarotûwareke îşkence û kuştinê hatiye bikaranîn, radiwestîne û bi min dide zanîn ku kesê ku ketiye vê derê bi saxî derneketiye û me ev avahî wekî Muzeya Şermê wekî ku ji wan bêbavan maye hiştiye, ji bo bibe îbret ji cîhana mirovahiyê re.
Ligel ku serê her kurdê bi rûmet û mirovê bindest û her wiha her şoreşgerê cîhanê jî, bi azadî û rizgariya başûrê Kurdistanê, dilşad û serbilind e, rewşa rêveberî, hilberîn, aborî û desthilatdariya li dar, mirovî xemgîn dike ku qonaxa heyî divê ne bi rengê kambax bûya.
Belê ku mirov li rewşa başûrê Kurdistanê dinihêre, mixabin rewş, rewşeke kambax e ku îro, ligel gelek derfetên aborî, mirovê kurd ji gelek taybetmendiyên hemdem ên afirîner û hilberîner dûr ketiye. Ligel derfetên aborî û nifşê ciwan, Kurdistan ji bingeha birêvebirina jiyanê û her wiha hilberîna rojana ya ji rêzê mehrûm e. Mirovê/a kurd, hin bi hin biyanî dibe; dibe biyaniyê rastiya xwe, dibe biyaniya rasteqîniya jiyanê, dibe biyaniyê rabirdû, tore û çanda xwe. Ji rastiya jiyanê, ji rûmeta kedê dûr dikeve.
Hemû çalakiyên aborî yên ku ji bo welatekî jiyanane ne, pir girîng in, di destê companiyên kapîtalîst ên rantxwur in. Heta ku tê gotin di nav wan de gelek companiyên nîjadperest ên ku neyartiya gelê kurd dikin hene. Kurd bi saya dewlemendiya heyî ya ku ji binê erdê dipejiqe, bûne axayên demê ku heta bi çaya li mala wan tê vexwarin jî bi destê qerwaşan tê pêşkêşkirin. Ji gelek welatên cuda yên Asyaya Dûr, kesên belengaz bûne xizmetkar û karkerên karên jiyanê yên ku kurd qîma xwe pê nayînin. Tiralî wisa serdest bûye ku piraniya fêkî û zerzewatên ku li ser her axê û li her welatî bi hêsanî mirov dikare biçîne û hilberîne, ji derveyî welêt tên.
Li gorî lêkolîneke ku li ser Herêma Başûrê Kurdistanê hatiye kirin(*):
Ji % 65-70, nifûsê polîs an cendirme ne,
Gel dev ji gund û navçeyan berdaye, hatiye navenda bajaran, ji hilberîna çandinî û sewalan bi dûr ketiye ku ev yek ji bo gelekî ku ji bo tiştên herî ji rêzê, mecbûr û pêdiviyê kesên biyan in, rewşeke xopane ye. Û ev modela jiyanê, modela welatên ereb ên dewlemend in ku berhemê projeyên emperyalîstan in. Ku ev hêzên emperyal, bi vî awayî civakan bi xwe ve girê didin û mecbûrî xwe dikin. Bi vî awayî çeng û perê kurdan tê şikestin û her wiha dibine mihtacê hêzên biyan.
Nifûs 4 mîlyon e, ji 4 mîlyonan, zêdeyî çarîkekî karmend e, ango bilî ku tiştekî hilberîn e, di saziyên rêveberiyê de karê birokrasiyê dikin.
Nîşaneyeke din ya balkêş; nifûsa başûrê Kurdistanê 4 mîlyon e, nifûsa Çînê mîlyarek e. Lê hejmara Wezîrên Hikumeta Başûr ji Wezîrên Dewleta Çînê bêhtir e.
Li gorî vê mirov qet nikare qala aboriyekê jî bike. Rêveberî berhemên neftê difiroşe derve, ji vê hatinê pariyekî dixe devê gelê ku her diçe tiral dibe, bi vî awayî, gel bi bertîlan aş dibe.
Ku mirov li vê rewşê binihêre û bibîne bi hêsanî dê dahatûyeke pir bixeter jî bibîne. Hêz, ne bi pere û bi desthilatdariya fen û lîstikan e, hêz ew e ku mirov bikêr be, jêhatî û çalak be ku her tim afirîner û hilberîner be. Jixwe heta bi serokê rêveberiyê, birêz Mesûd Berzanî jî, vê yekê têgihîştiye û wiha gotiye, “Berî niha, min û pêşmergeyên xwe, me dikarî du avahiyan bi hev re hilweşînin, lê a niha bi hemû hêza xwe, em nikarin avahiyekê ava bikin.”
Loma jî serkeftin, bidestxistina desthilatdariyê, rizgarî ku bibin sedema bipêşxistin, xweşkirin, demokratkirin û birûmetkirina civakê biwate ye. Na na ku bi riya desthilatdariyê civaka ku ji bindestiyê azad bibe û dirûvê mêtingeran, dirûvê desthilatdarên xwe yên berê bigire, gelo ew tê çi wateyê?
(*) Kovara Tîroj, hejmar 64, rûp. 29-30