Diyarname
Di çarçoveya "Şiir İstanbul" de nîqaşa jin, helbesta kurdî, helbesta jinên kurd a li zindanê hate nîqaşkirin.
Di bernameya ku li Şanogeha Muammer Karacayê di bin rêveberiya helbestvan Jana Seyda de li kat, helbestvan Fatma Savci û Gulîzêr wekî axifger beşdar bûn. Fatma Savci û Gulîzer pêşî helbestên xwe xwendin û dûre jî li ser helbesta kurdî, helbestvanên jin ên kurd û helbestên jinên kurd ên di girtîgehê de axivîn.
Vane notên ji çalakiyê:
Jana Seyda:
Jin ji bo bên fêmkirin divê bê hezkirin.
Li başûr jî li bakur jî du qat jin zehmetiyê dikişînin. Wêjeya ku jin derdixin di bin zext û zorê de derdikeve.
Gulîzer:
(Piştî qala hemşîretiya xwe û dermankirina birînan kir) Ez pênûsê wekî alava başkirina birînan dibînim. Birînek neêşe rehet nabe. Pênûs here ser kîjan birînê êdî ew ne bêxwedî ye û wê ber bi rehetbûnê ve biçe. Pênûs çiqas birînê biêrîşen, bilav bike jî dikeve wê baş bike, rehet bike.
Girêk li ku be, divê derman li wir be. Divê jin jî derdê xwe bi zimanê xwe bibêje. Bi helbestê, çîrok, henekan be jî jin divê qala rihê xwe bike. Heta peyv ji rihê wê derbas nebe dê nikaribe rihê xwe derman bike.
Dema ez hemşîre bûm jinek kurd hat, bi heml bû. Min got: Çend zarokên te hene, got ez yanzdeh caran biheml bûme lê tu zarokên min nîn in. Min got çawa dibe, got; Ji ber ji bilî kurdî min bi tu zimanî nedizanî ez neçûm dixtor. Her zarokek min ji ber sedemek din mir. Niha berî ez bêm vir min dia kir ku ez rastî dixtorek kurd bêm ku bikaribim derdê xwe bibêjim.
Bi nifir û sixêfan min dest bi nivîsê kir. Ez deyndarê diya xwe me ku li vir diaxivim.
Fatma Savci:
Polîtîkaya înkarê ya dewletê heta nihê me hatiye. Heta ziman hatiye. Dema ziman qedexe be dê çawa edebiyat bê afirandin? Ziman hê di talûkeye de ye. Zimanê kurdî hê nebûye zimanê bazarê û perwerdehiyê.
Di girtîgehê de me derfet didît ku li ser nivîsê bixebitin. Li wir disîplîneke nivîsandinê hebû, kesa ku bi xwendin û nivîsandinê jî nedizanî hîn dibû û wekî mecbûrî mehê carekê gotareke dinivîsand. Lewma berhem derdiketin. Niha li girtîgehan rewşa hucreyan derketiye ez nizanim rewş çi ye, lê berê li her girtîgehê kovareke çandî bi kurdî û tirkî derdiket, girtiyan firsend didît ku di wê derê de berhemên xwe biweşînin. Lê derxistina nivîsê ya ji bo derve gelek zor bû û qedexe bû jî. Gelek caran li ser pelên qazixê cixareyê nivîs dihatin nivîsandin û ew derdixistin derve lê li derve jî saziyên me yan xwedî li wan nivîsan dernediketin an jî ji neçarî ew nivîs bi awayekî têk diçûn. Ji ber van sedeman gelek kesên tişt nivîsandine ew nivîsên wan winda bûn. Ez bi xwe jî dema li girtîgehê bûm êrîşê me kirin. Di dema êrîşê de her yekê tiştek xwe yê bi qîmet digirt cem xwe, hinan gustîlên xwe yên zîvîn, hinekan morikên diyarî, min ew nivîsên xwe ku li ser pelê cixareyê nivîsandibû girt cem xwe û li nav solê xwe veşart.Min solê xwe dernexistin. Ew nivîsê min bû pirtûka min a yekem "Gulên Qasid".
Foto: Yûsiv Biyanî
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.