Serxwebûn û azadî di şikilgirtina fikrî ya kurdan de du îfadeyan didin der, serxwebûn wekî dewletbûn azadî jî rêveberiyên cuda û hin nêzikahiyên felsefîk der dibe.
Dewleteke çawa? Azadî an jî şiklên rêveberiyê yên çawa? Her pirsên wisa hêja ne ku ji alî siyasî ve werin gengêşîn, têne gengêşîn jî. Li vir rewşek taybet heye; bi awayek dinya jî îro li cografya kurdan bûye realîteyek, ev jî tê wê mehnê ku ji alî rêveberî jî her gava kurd diavêjin dinyayê jî eleqedar dike. Ev qonax û dema ku wê ji bo sed salî bibe deriyek bi her awayî muhîm e.
Dewletbûna Başûr di serî de ji bo statuya kurdan ya li dinyayê gavek hêja û muhîm e. Bi qasî wê divê em hurmet li nêzikahiyên din yên rêveberiyê bigirin. Dibêjin dinya êdî piçûk e, vêca herêmên cografîk piçûktir in û welat bûne wekî bajarekî, bajar bûne wekî gundek, gund bûne wekî malbatek. Di şertên wisa de bi qasî arîşeyên we arîşeyên cîranên we jî muhîm in, hûn pê aciz dibin. Ya ku dewletên serdestî li kurdan dikin fehm nakin jî hinek ev e; ango heya arîşeyên neteweyî yên kurdan, arîşeyên olî, mezhebî, arîşeyên baweriyan hel nebin cografya ji bo me dibe êş û elem. Ji alî felsefîk ve jî ev muhîm e, hûn her rêveberiyê çiqas bi şiklê neteweyî, olî, îdeolojîk difikirin rêyek xwestekek din jî ferz e; sîwana ku karibe gişan, kêmzêde, vehewîne demokrasî ye. Li Rojhilata Navîn ew şens bi destê me neket belkî ji ber wê ye hukmê tore û adetên rêveberiyê ew qas li ser me zêde ye!
Wekî wêjevan em dikarin deng li siyasetmedaran bikin ku çi dewlet be çi şiklên din yên rêveberiyê bin divê bi heq û hiqûq be, demokrasî hebe, gendelî, îltîmas û zordarî tunebe. Gere ehmîyet li nirxên neteweyî yên kurdî were girtin. Qedir li nirxên kulturî were girtin.
Di mesela “serxwebûn û azadiyê de” jî sekna me li ser demokrasî, azadî û nirxên geş yên mirovahiyê bi şikil be wê mehneyek xwe hebe. Heke gotina me, qelema me ji bo berjewendiyên şexsî û manewî bibe alîgir û xwe li diruşmeyan bigire arîşeya mezin ev e.
Gotinên xwe bêtir di wê çarçovê de derdibim ku bi gelemperî mebest jê kesên xwedî qelem in, nivîskar in. Diruşmeyên me, manîpûleyên me, peyam û qîreqîrên me, deşarj û qurnaziyên me wê tu carî nikaribin metn û berhema me bi ast bikin an jî ji astê daxînin! Em ji alî fikrî nêzî çi bin jî ji meselên siyasî bêtir arîşeyên me yên kulturî, edebî, hunerî hene ku incax nivîskar, rewşenbîr dikarin ked bidin bigengêşin. Rojev, geşedanên siyasî her wext ji bo nivîskariya me jî bûne rojev!
Çi azadîxwazî be çi jî serxwebûnparêzî be bi ya min ji alî proje, dîzayn, afirandina fikrî ve bi gelemperî em nivîskar bi awayek hê jî di mala matê de ne.
Baş e, meriv dikare têbigihîje, zarok her tim ji bo xwe bi hevalên xwe bide qebûlkirin, bi fîşalî diaxive, xwe bi xeyalî bi cî dike; bavê wê/wî yekî wisa ye ku dişibe qehremanên destanî, çiyê wan hebe ji yên herkesî biqedirtir in… Heke meriv ferq bike ku meriv di heyama zaroktiyê de ne ev pêşdeketin e, meriv haydar be ku ciyê meriv kîjan ast e ev ferqkirineke mezin e… Rebenî ew e ku meriv bibe heyrana/ê xwe û fikrên xwe û fantaziyên meriv derbarê ‘navdariya’ meriv de bin!
Carna meriv difikire, gelo em xwe bi awayek fantastîk bi cî dikin? Di jiyana bajarî de li her deverî neynik hene halbukî, neynik tunebin jî camekan hene!
Wêneyek Helebçeyê, Şengal, Kobanî, bedenên daliqandî, bedenên tazî… Roja ku yek ji me berhemekê lêke û dinya ji berhemê haydar be ew roj em ê deynê xwe yê nivîskariyê bidin… Em bi dû ketine li bazarên siyasetê çerçîtiya qelema xwe dikin! Ne serxwebûnparêzî ne jî azadîxwazî bi “bazarê” nabe!
Çima wan karesetan bi bîr tînim? Ji bo nivîskarên ku ji alî îdeolojîk yan jî neteweyî ve gelek bi îdîane ji bo îdîayên wan bi bîr tînim. (Helbet nivîskarî ne tenê trajedî û êşên civakî, neteweyî ye jî, wesleyek ji jiyana takekesek jî dikare bibe rûmeta edebiyatekê…)
Tê fehmkirin, heya radeyekê normal e jî, di edebiyatê de, di îfedeyan de em hukmê coşa neteweyî dibînin lê îhtimal e ku bi tenê coş be wê me bi nav gerînekekê bixe!
Heke hûn ji sibê heya êvarê behsa edebiyata dinyayê bikin, çarçove û mercên wê belî ne. Heke hûn ji sibê heya êvarê bi kurd û kurdistaniyê re eleqeder bin şert û şûrt belî ne. Heke hûn edebiyata partiyê bikin şert û şûrt belî ne… Gelo em bi “şexsê xwe” re eleqedar in an em bi edebiyat, nivîskarî welew rewşenbîriyê re eleqeder in?
Baş e, gelo bira bira rewşa me ewqas berbad e? Helbet na, nivîskarî edebiyat bi awayek şîlo be jî diherikin. Kovar zêde dibin, ciwan bi pirs in… Keda hatiye, tê dayîn ne hindik e. Gelek berhemên berhevkariyê hene ku incax bi saya dewletan dikarin werên pê lê kesan bi serê xwe ew kar kirin. Li qada ziman binihêrin, ciwan û kesên dilsoz bi rik, bi ked û sebrê her deverî ji bo kurdî kirine dibistan… Di pêşerojê de ger lêkolîn li ser portreyên wisa werin kirin wê bê dîtin bê çi xebatên hêja hatine pê… Di demeke wisa kurt de, bêyî dewlet, bêyî derfetên mezin helbest, çîrok, romanên bi kurmancî ji alî kesan ve têne xwendin… Xasma kar û barên derbarê klasîkan de hatine/tên kirin hêjayê pesin û hurmetê ne… Mesele aliyê romantîk be meriv dikare lîsteyê dirêj bike, em vê heq jî dikin lê wekî me li jor got, heçî coş e bila ji me dûr bimîne!


