Diyarname
Di çarçoveya çalakiyên 40'emîn salvegera 68'an de malpera li ser 68'an vebû.
Tirkiye jî di nav de li dinyayê 'Nifşê 68'an' nifşeke serhildêr, guherînxwaz e. Di sala 1968'an de li gelek welatan ciwanan çalakî li dar xistin, guherîn xwestin, li hin welatan guherîn pêk anîn. Ev sal wekî sala 68'an li dinyayê nav da. Li Tirkiyeyê jî. Û îsal 40'emîn salvegera 68'an e. Hem li dinyayê hem li Tirkiyeyê ev yek tê pîrozkirin.
Heta niha ji bo vê 40 salî gelek panel li ser 68'an hatin li dar xistin û niha jî malpera 68'an bi navê http://www.68yeniden.org/ hate vekirin.
Rûpelsaziya malperê Zuhal Ozturk kiriye, nivîsên kesên wekî Ragip Zarakolu, Selçuk Şahin Polat, Masis Kurkçugil û Omer Oneren di malperê de hene.
Her wiha nûçeyên li ser 68'an ên di çapemeniyê de jî hatine berhevkirin.
68yeniden.org internet sitesinden takip edebilirsiniz.
Logoya malperê jî ji aliyê Sadik Karamustafa ve hatiye amade kirin.
Her wiha pirtûk, fîlm, muzîk û fotoyên li ser 68'an, forut, agahiyên li ser panel, bîranîn û civînan ên li ser 68'an de jî di malperê de hatine bi cih kirin.