Zimanekî ku, bi awayê nivîskî, bi zimanên din ê dinyayê re têkiliya wî tunebe an kêm be, bi destê xwediyên wî zimanî tê îzolekirin. Ne bi qasî helandin, zeft û zorê be jî ev rewş jî xetereyek mezin e. Zimanê kurdî ku wekî zimanê devkî bes dewlemend e hê jî ji derfetên zimanên din ên derbirînê bêpar e. Bi tevî hewlên wergêran, nivîskarên kurd vê rewşê wekî problemeke sereke dibînin, bi nav hewlan dikevin. Di edebiyatê de pirsa, çawa hatiye, tê nivîsîn pirsek bingehîn e. Ev bi tena serê xwe muhîmbûna meselê diyar dike.
Mirovekî ku li gelek deverên dinyayê geriya be, gelek ciyan dîtibe û mirovek hîç negeriya be, çandên din nenasî be bifikirin. Ev ji bo ziman jî tê heman wateyê.
Wezîrê perwerda neteweyî ê tirk Hasan Ali Yucel, ofîsa wergerê dide ava kirin, heya sala 1946’an 496 berhem li tirkî têne wergerandin.
UNESCO’yê sala 1997’an wekî “Sala Hasan Alî Yucel” diyar kir. Unescoyê dîyar kiriye ku tu wezîrî bi qasî Hasan Alî Yucel klasîk li zimanê welatê xwe nedane wergerandin.
Hewlên Hasan Alî Yucel ji bo ziman û edebîyata tirkî wekî mîlad tê dîtin. Mafdar in jî lewre piştî wergerê ziman û edebiyata tirkî ji alî mantalîte û alternatîfan ve derfet bi dest xistine.
Bi vê nivîsê min xwest, wergerên vî zimanî bi bîr bînim, ji bo wan hêviya destxweşiyê bikim ku rola wan a di azadiya ziman de muhîm e.


