logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

LI ROJHILATA NAVÎN ROBARÊ ŞÎLO YÊ KU RÊ DIDE XWE

  • Dîrok: 31/07/2013
Derbe, bi tevî encamên trajîk zîneta dîktatorî bi ser dixe. Tu berjewendî, tu hesab ne hincet e ku însan çav ji derbeyan re biçirqîne. Derbeya li Misrê jî yek ji problemên zîneta li Rojhilata Navîn e.
Ger mijar Rojhilata Navîn be di navenda probleman de heya niha desthilatî û dîktatorî hebûn. Em wêneyê heyî bi bîr bînin; desthilatiyên nedemokratîk û dîktator bûbûn sedem jiyan bibe ezab. Wextek hat, ji rewşa nedemokratîk û perîşan, komên radîkal yên çekdar, xisar dan Rojavayiyan jî. Talûkeya berjewendiyên Rojavayiyan yên aborî jî xwe dabû der. Herî dawî bûyera 11’ê Rezberê bû destpêka polîtîka û nêziktêdayînên nû yên li Rojhilata Navîn.
Li gorî gavên nû, yên li Rojhilata Navîn gere dîktatorî bihatana hilweşandin, di dewsa wan de rêveberiyên lîberal cî bidana xwe. Gavên ku jê re “Bihara Ereb” dihate gotin, bi têgeha demokrasiyê re hêviyek belav kir.
Hewlên gelên  li Rojhilata Navîn yên ji bo jiyaneke demokratîk muhîm in. Rastiyek din heye, ew jî ev e ku rojavayî bi rojhilatiyan ne beled in! Rojavayî pirî caran li hemberî rojhilatiyan bi rista baviktiyê tevdigerin. Li gorî wan rojhilatî ne xwedî wê ferasetê ne da karibin xwe bi awayek demokratîk  bi rê ve bibin. Nêziktêdayîna wan a li derbeya li Misrê hinek jî ji vê tewr û tirsa rista baviktiyê ye! Tirsiyan ku “Birayên Misilman” bi hişmendiya xwe hukum li her deverê bikin. Baş e, ma ne di serî de şerê herî mezin li hemberî “tirsê” dihat kirin? Tirs ji rêveberiyên hilbijartî ye an ji rêveberiyên leşkerî ye? Xuya ye ku rojavayî jî hê ji gavên nû re ne amade ne.
Gere fersend bê dayîn ku misilman karibin xwe ji hewesa cîhada bi şer bikin, li cîhada ruhanî vegerin. Di esasê xwe de dîn her ev dixwest; ku takekes pêşî li hemberî xwe cîhad neke, hurmet li rastiya yên din negire wê çawa karibe li hemberî nebaşiyê bi ser bikeve? Xwedayê ku bi mezinahiya xwe midaxeleyî vîna însan nekir/nake. Qûl bi çi cesaretê bi navê Xweda dikarin ew qas midexalekar bin!
Di meseleyên Rojhilata Navîn de wextê gunehdaweşandinê ye. Di gunehdaweşandinê de rola huner û edebîyatê muhîm e. Li Ewropa rista huner û edebiyatê a di serketina reforman de muhîm bû. Mixabin tevlîhevî û trajediyên diqewimin rê nadin ku însan li zîneta xwe vegerin. Wext hat em pirsa bingehîn bikin. Gelo rojavayî dixwazin li Rojhilata Navîn ronesans biqewime an hewl didin ji nû ve teşe bidin rêveberiyan? Ferqek mezin heye li vir. Ji bo me rojhilatiyan ya esas pêkhatina ronesansan e.
Di meselên polîtîk yên ew qas giran de haydar im ku rengê hevokên wisa bi hest saf xuya dikin. Lê ev ji hest madetir rastiya me kurdan dide der; me bes dît ku derdê “yê din” bûnê çi ye. Em dizanin bê wextê hurmet li vîna însan bê girtin rengê jiyanê çawa diguhere. 
Belê robarek diherike, şîlo, bi qirşûqal, carna bi rengê sor. Rengê sor ku ew reng bû me hez jê dikir, rih li me dilerizand. Niha, ji herîkîna xwînê hez jê nakim!
 
cihanacirokan@hotmail.com 
 
 
          

Hin Nivîsen Nivîskar

Mayîndeyên çand û wêjeyê; bîranîn û rojenivîsk

  • 25 Avrêl 2015

Nivîsa min ya li jêr beriya sêzdeh salan "Kovara Nivîs" (Kovareke înternetî bû), Hejmar 15 - 21.04.2002) hatibû weşandin. Dixwazim careke din beşekê jê parve...

Çima muzeya El Cizîrî ne li Cizîrê dê li Stenbolê bê avakirin?

  • 03 Avrêl 2016

Nasnameyên bajaran yên dîrokî û çandî gelek muhîm in; hin mîrate û mayînde  ji gelek hêlan ve wekî  hefizeya mirovahiyê ne....

‘POZÎSYONA BI SEYR Û TAYBET’

  • 01 Rezber 2012

Di rojnameya Milliyetê de, (30 Gelawej 2012) nûçeyek hate weşandin. Nûçe ev e:“ ‘Norweca Pirçandî Misteheqê Breivik e’Nivîskarê Fransî...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fînalîstên pêşî diyar bûn: Portekîz û Meksîka

ad

Ji bo hezkiriyên wî: Fermo fîlmên Bertolucci

ad

Axaftineke li ser Mekteba Eşîrên kurdan

ad

Hollande û Sarkozy derbasî tûra diduyan dibin

ad

BBC 100 pirtûkên zarokên ên herî serketî hilbijartin

ad

Ji Dengbêj Ehmê: "Mîr Mihemed"

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname