logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Welat Esen

  • Dîrok: 06/11/2020
Guherîn baş e… Eger ji bo tiştin hêja be û tew bi ser de jî encamine wê yên hêjatir hebin, jixwe hingê ji başê jî baştir e…
Ez jî dixwazim li gor xwe, hema pêlekê jî be rojeva xwe û belkî hinekî be jî ya we biguherim! Bi vê kira xwe jî dixwazim bala me kurdînivîsan û ya kovaran û ya weşanxaneyan û ya bikarhênerên medyaya civakî û ya raya me ya giştî hinekî bibim ser vê mijarê! 
Wekî ku tê zanîn, roja ku ji me kurdan çend kes neyên girtin jixwe tune! Her wiha eyan û beyan e ku li girtîgehan bi sedan û hezaran girtiyên kurd hene…Lê parek jê heye ku bi dehê salan e girtî ye/girtî ne! parek zêde ji girtiyên ku 15 sal in, yên ku 20 sal in û heta yên ku 25 sal in û her wiha bi cezayê hetahetê girtî ye…Erê yên ku bi cezayê hetahetê…û yek ji wan jî Welat Esen e!
Di sala 2010’an de, tevî Kawa Nemir û camêrekî ku niha nav nayê bîra min, ez di juriya Pêşbaziya Helbestê ya Huseyîn Çelebî de bûm. Min bi nav hingê Welat Esen nas kir. Ew jî tev li pêşbaziyê bûbû û di pêşbaziyê de bûbu kesê yekemîn.
Di sala 2011’ê de, hevalê min Osman ku li NÇM hem mamosteyê zimên bû û hem yê govendê bû hate girtin û 9 salan girtî ma. Û Osmên sala xwe ya dawîn li girtîgeha Bandirmayê ligel Welat Esen derbas kir. Bi vî awayî ez pê hesiyam ku gelek berhemên destnivîs ên Welat ên berhevbûyî hene. Ev çend meh in ku Osmanê hogir serî li xwe kiriye tara bêjingê û wan destnivîsan bi kedeke nebîna û bi hewleke yekta vediguheze ser kompîtorê. Siheta Osmên her xweş be…
 Her wiha jî niha ji bo çapkirin û belavkirina wan berheman, amadekarî tê dikin. Helbet Azad Zal silaveke gelekî xweşik heq dike! Û belkî careke din û bi nivîseke din dor bê ser çîroka van berheman a weşandinê jî.
Vêca wekî ku min got, Welat Esen ji wan girtiyên nivîskar hew yek e!
Bi dehan girtiyên wekî wî hene ku bi dehê salan e girtî ne û di mercên gelekî dijwar de hem li ber xwe didin û hem hewl didin ku wê rewşa sext a nebîna ya girtîgehan ji bo xwe, ji bo ziman û zemanê xwe veguherin awantajake bi havil!
Îcar qe nebe bi mebesta ku Diyarname jê re bibe deng, bi mebesta ku dengê Welat bigihîne we, ez ê quncika xwe ji bo wextekê ji Welat Esen ê ku nivîskarê tibabek dosyayên kurmancî yên neweşiyayî ye re bihêlim! Ango ez ê qederê pêlekê belavkirin û danweşandina wergerên xwe yên ji fransî bo kurmancî bisekinînim!
Kurteçîroka Welat Esen:
Welat Esen di sala 1973'yan de li Dêrika Çiyayê Mazî çêbûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Dêrikê xwendiye.
Di sala 1991'ê de li Zanîngeha Dîcleyê, li beşa Mamostetiya Dîrokê dest bi xwendinê kiriye lê di sala duyem de ji ber xebatên xwe yên polîtîk dev ji xwendinê berdaye.
Di berfanbara 1995'an de li Îzmîrê hatiye girtin. 25 salên sax in girtî ye; ango bêtirê nîvê ‘emrê xwe li girtîgehan derbas kiriye. Ji hingê ve ye ku bi cezayê muebetê girtî ye. Bi dorê li girtîgeha Bûca, Konya, Sîncan, Kirikkaleyê maye û niha jî li Girtîgeha Bandirmayê ye.
Mîna gelek girtiyên nivîskar ên kurd, Welat Esen jî bi salên dirêj e di mercên giran ên girtîgehan de xebatên xwe yên edebî didomîne û tibabek berhemên wî yên li girtîgehan bi gewde bûyî, li benda weşanê ne.
Ji helbestên wî yên ku amadekariya wan a ji bo weşanê tê kirin, du mostere:

Baranên Gumreh

Di çavên zarokekî helikî de
Virnî ne xewnên baranên nedawî
Her kêmber
Tim bêber

Loma, me baranên gumreh divê
Ser bi ser
Ber bi ber!..

26 pûşper 2011
***

Konê Şînê

Ro-nîvro
Ji nişka ve ba û baran
Li caxên şibakê
Beytikeke hezhezî
Şil û pil…
Li min hildike dil
Rabûm
Ku hildim hundir
Dest nagihayê
Ket û mir…

Konê şînê bi min da vekirin…


23 sibat 2012

Hin Nivîsen Nivîskar

Xweha “Ax”ê

  • 05 Adar 2009

Li dû “Ax”a MAHABAD'ê“Ev kevir qedera vê axê ne. Şûşa dil şikest, ax bi xwên e.” Xwehê, ev çîrok a “do”ya “ax”ekê ye;...

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • 10 Sermawez 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Berî her tiştî, helbet divê mirov binivîse. Piştre, divê mirov bi domdarî binivîse. Tevî ku em ê pê derxin ku wa ye ev kira me ne xema tu kesî ye jî. Tevî ku bi mirov wer tê ku wa...

Ji 'şehîda hukmen' re

  • 19 Sibat 2008

 Li dû “dilek”ê, ango Dîlekê dil da axêMebêj “kê gul dîtiye li Sibatê?” Min dît bi serê sibehê, Gulan ma stûxwar....

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Festîval bi konsera Fazil Say û Serenad Bagcan bi dawî dibe

ad

Hozan Canê hat tewqîfkirin

ad

BK dixwaze hejmara rojnameyên girtî diyar bike

ad

Barzanî çû Lîbyayê

ad

'Nasipse Adayiz' mohra xwe li şeva Siyadê da

ad

Karneya kurdî ya 62 şaredaryên DEM Partiyê: Wan ji bo kurdî çi kir, çi dikin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname