Ferzad MEDÎ
Têkoşîna gelê Kurd ji zimanê Kurdî re jî deriyek nû vekir. Sal bi sal zimanê Kurdî jî pêş ket, di warê nivîskî de berhemên nû hatin afirandin. Li qadên gerîlla jî tevî hemû zor û zexmetiyan ev xebat bi fedakariyek mezin hate meşandin. Ji destpêka pêvajoya têkoşîna çekdarî ve her çiqas ciheke cuda ji bo weşan û çapemeniyê hatibe veqetandin jî, di destpêka van pêvajoyên de li ser navê weşangeriyê xebateke Kurdî ya ber bi çav ango di asta tê xwestin de nîn e. Her çend cih bi cih weşan û kovarên taybet ên gerîlayan hatibin amadekirin jî, di asteke ku bersîv bide pêdiviyan de pêş neketiye. Di nav gel de di dewsa weşanên nivîskî de propagandaya devkî hatiye meşandin. Qedexeya li ser Kurdî pêşî li xebatên nivîskî yên Kurdî girtiye. Gel her çiqas Kurdî biaxive jî beşeke mezin piranî nikarîbûn Kurdî bixwînin û binivîsin. Li qadên gerîlla jî di salên destpêkê de weşanên nivîskî zêde nebûn. Sedemên vê yên bingehîn, dijwariya şer a li qadên Bakur e. Ji ber vê yekê xebatên bi zimanê kurdî bi însiyatîfa kesan nemeşiyaye. Rojnivîskên gerîla û nirxandinên wan di asteke pir qels de maye.
Di weşangeriyê de kovara Serxwebûn cihekî girîng digire. Hejmara yekem di Cotmeha 1978´an de derket û ev 31 yek salin tevî her aliyên ku Kurd lê hene xwe digihîne qadên gerîlla jî. Tevî vê yekê hin weşanên din ên li Ewropa û li parçeyên Kurdistanê re hatine çapkirin jî ji gerîlla re hatine şandin.
Destpêkirina weşana MED TV, çawa ku li ser gel bandoreke erênî kiriye, li ser gerîla jî heman bandorê kiriye. Bi televîzyonên Kurdî re zimanê Kurdî hîn zêde hatiye bikaranîn û pêşengiya pêşxistina ziman kiriye. Ji ber vê yekê ji çiyê piştgiriyeke mezin ji vê weşanê re hatiye dayin. Ev pêwîstî û hewldan hîmê weşana kurdî ya li çiyê ava kiriye. Ango pêwîstiya di vî derbarî de her roj zêdetir xwe ferz dike.
Bi vê girêdayî di sala 2000’an de Yekîtiya Rewşenbîrên Demokratîk hate damezrandin. Li ser navê weşangeriya çiyê vê saziyê risteke girîng leyîst. Nivîs û xebatên berê yên gerîla êdî ji aliyê vê saziyê tên berhevkirin û ji bo çapê tên amade kirin. Pirtûkên wek ji nivîsên bîranîn û rojnivîskên gerîla yên nîv bi tirkî, nîv jî bi kurdî pêk tên, ji aliyê vê saziyê ve tên çap kirin. Her çiqas ev sazî di asteke girîng de li ser navê weşanê rol bileyze jî nihare qasî tê xwestin bersîvê bide pêdiviyên weşana Kurdî. Ji lewre pêdiviyên di vê mijarê de bi awayek berfireh xwe her roj zêdetir ferz dike.
Li gorî van pêdiviyan, di yekemîn Konferansa HPG’ê de, biryara derxistina kovareke leşkerî tê girtin. Di Cotmeha sala 2001’an de kovara bi navê ‘Artêş’ dest bi weşanê dike. Ev kovar Îlona sala 2003’an bi mehane tê çap kirin. Çend meh piştre li ser perspektîfên Rêber Apo ku di hevdîtina xwe ya 21’ê Çileya 2004’an de diyar kiribû, kovara ‘Parastina Gel’ di Sibata 2004’an de dest bi weşana xwe kir. Ev kovar destpêkê bi kurdî, farisî, tirkî û erebî tê çap kirin. Vê gavê bi giranî kurdî, ligel vê bi beşên xwe yên tirkî û erebî ve weşana xwe mehane didomîne. Amadekariya kovarê ji aliye Navenda Ragihandina Çapemeniya HPG ve tê kirin.
Kovara bi navê ‘Tanrıça Zîlan’ di sala 2001’an de ji aliyê çapemeniya PAJK’ê ve tê amadekirin û dest bi weşana xwe dike. Heta roja me ya îro weşana xwe ya mehane berdevam dike.
Kovara bi navê ‘Star’, di sala 2003’an de ji aliyê çapemeniya YJA STAR ve tê amadekirin û dest bi weşana xwe dike. Heta roja me ya îro weşana xwe ya mehane berdewam dike.
Kovara bi navê ‘Komunar’ di serê sala 2006’an de ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve tê amadekirin. Destpêkê bi mehane, piştre bi çapa xwe ya sê mehê carekî ve hîna weşana xwe didomîne.
Kovara bi navê ‘Mizgîn’, di dawiya sala 2013´an de ji aliyê saziya TEV-ÇAND´ê ve tê amadekirin û dest bi weşana xwe dike. Heta roja me ya îro bi weşana xwe ya sê mehan carekî ve xwe digihîne xwendevanên xwe.
Ligel van kovaran her meh bi sedan pirtûk, broşur û materyalên curbecur ên leşkerî-bîrdozî-zanistî têne amadekirin û çapkirin. Çapkirina van hemû materyalan ji aliyê Çapxaneya Roj û Çapxaneya Azadî ve tê kirin. Weşangeriya çiyê îro di asteke wisa de ye ku ji hemû pêkhateya têkoşeran re bi hêsanî bibe bersiv. Heta gelek caran ji derve re û ji qadên ku nû ji bo têkoşînê vebûye re jî pirtûk, kovar û hwd. tê şandin. Gihiştina weşangeriya çiyê a asta jor, bêguman jixweber nebû. Wan karan di nava derfetên tunebûnê de hatibûn dest pê kirin. Bi prînter û makîneyên fotokopiyê ve bi rojan dihate hewldan ku çend pirtûk û kovar were çapkirin. Yeko yeko komkirina wan pelan, hemû bi dest bi hev ve zeliqandin, zimba kirin û hwd. bi rastî jî kareke pir zehmet bû, wer her kesî/ê nikaribû xwe bida ber. Sebr û kedeke mezin dixwest. Ji wê bêderfetiyê hatibû dest pê kirin lê belê îro li çiyê kovar û pirtûkên rengdar têne çap kirin. Bi taybet jî di salên dawî de ji bo ev berhem bigihin hemû gerîllayan û qadên jin xebatên weşangeriyê êdî hîn bi berfirehî û bi rekûpêk tên meşandin.
Di pêşketina weşana Kurdî de divê mirov rol û xebatên Saziya Ziman jî ji nedîtî ve neyê. Di warê radyo, weşana nivîskî û weşana dîtbarî de kadroyên vê saziyê di asteke jor û bi fedakariyeke mezin tevlî xebatan bûn. Îro jî ev xebat hîn bi berfirehî tên meşandin. Her wiha saziya Ronakbûn û Zanistê û şaxên wê jî bi heman rengî rol dileyîzin.
Bêguman bandora van weşan û xebatan li ser tevahî şervanên azadiya Kurdistan, nemaze jî li ser gerîlayên li Qadên Parastina Medya dimînin heye. Ji lewre van xebatan di warê zimaneke hevpar girtinê de risteke girîng leyîst. Tevî van hemû xebat û hewldanan, aliyeke girîng ê zindîkirin û bikaranîna ziman kêm dima. Ji bo bikaranîna zimanê zikmakî xebateke berfireh pêwîst bû. Perspektîfeke ku girîngiya pêşketina ziman di her warî de di asta hebûn û tunebûna gel û mirov de binirxîne pêwîst dikir. Zimanê dayîkê hîmê şoreşê û rojên pêş saz dike, hebûna gelekî ye. Rêber Apo jî paraznameya xwe ya dawî ya bi navê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” vê destnîşan dike. Rêber Apo di vê parêznameya xwe de wiha dibêje: “Ziman daneheva civakî ya zîhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zîhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêş de biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê wateyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin.”
Dema îro em pêkhateya şervan û fermandar, tabûr û yekîneyan dinêrin, xwedîderketin û bikaranîna Kurdî di asteke mezin de ye.
Ev xebat li ser hemû aliyên jiyanê bi awayekî erênî bandor dike. Bi temamî nebe jî zimanê jiyanê bi giranî Kurdî ye. Fermiyet, civîn û perwerde her wiha. Li hin yekîne û tabûran perwerde weke du beş (Kurdî-Tirkî) were dîtin jî bi giranî bi zimanê Kurdî tê dîtin. Îro li çiyayên Kurdistanê weşangerî û zimanê Kurdî gav bi gav pêş dikeve û ji bo dahatûya bi hezara mîrateyên zêrîn dihêle.
15.04.2015, Ji PolitikaArt a Ozgur Politikayê hatiye girtin