Diyarname
Helbestvanê kurd Îlhamî Ozer ku ev demek bû li nexweşxaneyê kemoterapî didît wefat kir.
Helbestvanê kurd Îlhamî Ozer di sala 1947'an (li qor qeyda fermî) li Erxeniya Amedê hatiye dinê. Di sala 1960'î de ligel malbata xwe derbasî Tarsûsa Mêrsînê bûye û ji wê rojê de li Akdenîzê, li Mêrsînê dijiya. Ozer wekî nifşê dema xwe bi tirkî dest bi nivîsandinê kir. Wî çend pirtûkên helbestan ên bi tirkî nivîsandin û weşandin. Wekî gelek kurdî wî jî paşê berê xwe da kurdî. Di salên dawî de wî êdî bi kurdî dinivîsand û her wiha pirtûkên wî bi kurdî derketin. Salên barî ji Weşanên Do pirtûka wî ya helbestan bi navê "Axbanû" û ji Weşanên Mîr bi navê "Agirbanû" derketibû.
Ozer ji par de bi nexweşiya qansêrê ketibû û kemoterapî didît. Lê roja 23'yê adarê êdî nekarî ber xwe bide û wefat kir.
Hin pirtûkên wî:
- Agirbanû / Helbest / Weşanên Mîr
- Axbanû / Helbest / Weşanên Do
- Tavbanû / Helbest
- Özgürlük Namusumuzdur / Helbest - Tevn
- Ölüm Bizim Şairimizdi
- Berfin / İlgi Yayınları
- Kemiksiz Sozler
- Bir Şiir Mahkemesi


