Dema ku deriyê şaneşînê bêyî vîna xwe vekiribû, nizanibû ku dê ev derî vekirin wî ber bi ku ve bibe. Bêyî ku haya wî jê hebe, bê armanc ber bi deriyê şaneşîne ve çûbû, bi destikê derî yê bafûnî girtibû û derî vekiribû. Dema ku bi destika derî yê ji bafûnê girtibû ricifek ketibû laşê wî, lê heya wî ji vê yekê çênebûbû.
Bi vekirina derî re çavê wî li çirûskên şewleyê ku li ser kolanê dilîstin ketibû. Kolan xîkîxalî bû, bajar di bêdengiya xewa giran de bû.
Vekirin û girtina wî ya dêrî di heman kêliyê de pêk hatibû. Lê dîsa jî ev kêlî bes bû ku hemî cîhana wî a hundirîn tevî hev bibe. Di wê nihêrîna li derve ya ku bi qasî kêliyekê dom kiribû de, bi heyîna gelek tiştan hesiyabû; bi heyîna şevê, bi heyîna ezmên, bi heyîna mewsîmê, bi heyîna bajêr û bi heyîna xwe jî hesiyabû. Bi van heyînan û bi heyîna xwe hesîn êşeke bê hempa pê re peyda kiribû.
Piştî qaseke bi şûn de, dema ku diramiya, bi heyîna tiştekî din hesiyabû; bi heyîna kaxizekê, kaxizeke spî ku di navbera du kevirên parkeyê yên kolanê de, li ber bayekî sivik mîna alekê li ba dibû, hesiyabû.
Niha hemî bala wî ketibû ser kaxizê. Êdî hemû heyîna wî di heyîna kaxizê de heliyabû. Vê kaxizê celebek pirsên bê bersiv di serî wî diteqandin.
Ev kaxiz çi kaxiz e? Kê ev kaxiz aniye di navbera van her du kevirên parkê de bi cih kiriye? Çi li ser kaxizê hatiye nivîsîn? Ev kaxiz nîşan e? Hinekan ji bo min peyam şandine?
An ev kaxiz kaxizek ji rêzê ye û bi rasthatinî, bi bayê re hatiye di navbera van her du kevirên parkeyê de bi cih bûye?
Dema ku ramana îhtîmala ku ev kaxiz ji hêla hin kesan ve di navbera van her du keviran de hatiye bi cih kirin bi hêz dibû, ricfekê bi laşê wî digirt û mûyên laşê wî hemû cît dibûn. Hişê wî jî, bi giranî li ser vê îhtîmalê radiwestiye û îhtîmala ku bi rasthatînî ew kaxiz li wir bi cih bûye, piştguh dikir.
Ev kaxiz ne kaxizek ji rêzê ye. Tiştin li vê kaxizê lê kirine. Di vê kaxizê de peyam heye!
Da ku xwe ji van pirsên ku saw pê re çê dikirin rizgar bike, xwe li ser nivînên xwe dirêj kir û li hefa xwe bêyî ku mûyek laşê xwe jî li derve bihêle bi ser xwe de kir. Lê kir û nekir nekarî xwe ji sawa wê kaxizê rizgar bike. Pirsên wî mîna dengê ku di geliyekî de olan bide, di hişê wî de olan dida. Êdî her tiştî heman pirs jê dikir; hilma ku dida û distand heman pirs jê dikir, dengê ku xwe bi livandina wî re derdiket heman pirs jê dikir: Çi li wê kaxizê hatiye nivîsîn?
Dixwest ku dîsa here derî veke û li kaxizê binêre û hewl bide da ku fêm bike, ka gelo nivîsîn li ser kaxizê hene yan na. Lê dê çawa ew wêrekî bi xwe re bidîtana û ber bi dêrî biçûna û derî vekiribûna.
Li şûna ku ber bi deriyê şaneşînê ve here, ber bi şibakeyê ve çû. Xwest ku perdeya xwe bi qasî serê derziyê bide alî û li derve binêre da fêm bike ka gelo li kolanê tiştekî ne asa heye an na.
Dema ku ber bi şibakayê ve çûbû, ramanê wî çû ser berî niha bi şeş şevan.
Berî niha bi şeş şevan dema ku xwestibû bi dizîka li derve binêre, perde bi qasî serê derziyê dabû alî û li derve nihêrî bû, keçikek ku temenê wê derdora hijdeh/bîstan de, yeka xeftana wê ji ser ta piya reş bû, pişta xwe dabû dirabaye dikana ku li hêla çepê ya li kolanê bû. Keçik rasterast bi baldarî li şibakeya wî dinêrî, dema ku wî perde dabû alî da ku li derve binêre, keçikê dabû xwe û di anîşka dikanê re fitilî û xwe bera nav tariya kolanê dabû.
Lê wê şevê wî tê dernexistibû ku çavê keçikê li şibakeya wî bû. Niha,dema ku xwest perdeyê hinekî bide alî û li derve binêre ew keçika ku wê rojê dibû hate bîra wî û ji nişke ve pirsekê xwe lê dabû der:
Ma dibe ku ew keçika wê şevê min dî bû ev kaxiz li wir bi cih kiribe? Kî ye ev keçik?
Dema ku li kîbûna keçikê fikirîbû, hemî rihê wî lerizîbû. Loma ew keçik wekî siyekê bû, ne wekî mirovek asa dixuya. Xeftanê wê reşê tarî bû, bi erdê ve dirêj dibû. Şekala di piyê wê de reş bû, lepikê di dêst de reş bû, kapşona li serê wê reş bû.
Dema ku wî perde hinekî dabû alî û li derve nihêrî bû, keçik zûzûka di nav tariyê de winda bûbû. Meşa wê ne wekî meşa mirovan bû. Ne wekî ku bi gavên xwe ji wir dûrketibe lê wekî ku bi erdê ve xwe bixijiqe ji wir bi dûr ketibû û xwe tevî nav tariyê kiribû. Di hemû heyîna wê keçikê de tiştê ne reş, bi tenê çavê wê yê ku wekî du fanosan diçirûsî bû.
Destên wî yên ku diricîfîn bi perdê ve zeliqî bûn, ne diwêribû perdeyê bi qasî serê derziyê jî bide alîkî. Loma ku bi vekirina perdeyê re ku dîsa wê keçika ku wekî siyekê bû bidîta dê çibikira.
Ew niha li vê îhtîmalê difikirî. Dema ku li îhtîmala ku çavê yekê li ser şibakeya wî ye fikirîbû, ramana tefendina şewleya odê di hişê wî de peyda bûbû. Û da ku şewleyê bitefîne ber bi bişkoka şewleyê ve çûbû, tilîka xwe dabû ser bişkokê. Lê şewle ne tefandibû. Vê carê jî tirsa taritiyê li tirsa wî ya heyî zêde bûbû. Lê ji hêlekê ve dixwest şewleyê bitefîne. Loma difikirî ku ger ku yeka çavê wê li şibakeya wî hebe li derve, belkî bi tefandine şewleyê ji wir biçe. Ev îhtîmala çûyîna yeka ku li derve ku çavê wê seraqat li şibakeya wî ye, tirsa di dilê wî de kêm dikir.
Lê îhtîmalek din jî hebû ku bi tefandina şewleyê re, ya ku li derve ye hewl bide were odeya wî.
Bi vê ramana êdî madê wî zer dibû û hindik mabû biqêriya. Demekê dirêj li ser piyan cît sekinîbû. Piştî demekê êdî ji qewet ketibû û destê wî ji ser bişkoka şewleyê hêdî hêdî dişemitî û çokên wî jî pê re ditewiyan. Pêlekê hema wisa pişta wî li dîwêr, çavê wî li deriyê şaneşînê, li destika deriyê şaneşînê bû. Dixwest ku biçe derî veke bi lezekê, li kaxizê binêre û hewl bide da ku fêm bike ka gelo li ser kaxezê çi nivîsiye.
Bêhna xwe girt. Ji nişke ve ber bi deriyê şaneşînê ve çû, derî vekir, gavek avêt şaneşînê, serê xwe bera kolanê da, li kaxizê nihêrî û ber bi hundir ve xwe vekişand. Derî vekirin, li kaxezê nêrîn û derî li xwe girtin ew qasî bi lez pêkhatibû ku ne pêkan bû însanek bikaribe ew qasî bilez tevbigeriyaba.Bêhn lê çikiyabû dema ku derî li dû xwe girtibû. Dengê dilê wî baş dihate bihîstin.
Bêyî ku xwe bilivîne, pêlekê pişta wî li deriya şaneşîne, rawestiya hetanî ku bêhna wî hate ber wî. Paşê çû li ser kursiya xwe rûnişt. Li wêneyê xwe yê zaroktiyê nêrî. Hîna şeş salî bû di vî wêneyî de. Carinan bi saetan li vî wêneyê xwe dinêrî. Tekana wêneyê wî yê ku ji zaroktiya wî ma bû ev bû. Hinekî hişê wî hate serê wî, tirsa dilê xwe avêt. Perdeya şibakê da alî û kûr kûr li derve nêrî.
Li kaxizê fikirî, li ser wê hejmara ku li ser kaxizî dîtî. Bi ya wî ya ku li ser kaxizê hatibû lê kirin hejmarek bû; hejmar şeş bû. Lê dilê wî waswasî bû, ne amin bû ka gelo ya li ser kaxizê dîtî şeş bû an na. Dibe ku xelitî be jî. Da ku vê şikê ji serê xwe bavêje biryar da ku biçe derve li kaxizê binêre.
Bi lezekê berê xwe da derî, xwe bera jêr da, dema ku deriyê ku li kolanê vedibe vekir û li hêla kaxezê nêrî, dît ku kaxez naxuye. Çavê xwe li kolanê gerand, derdora xênî seh kir lê kaxiz ne li tu deran bû. Te digot qey cina qurpandiye ev kaxez. Niha di dilê xwe de digot baş bû ku min ji şaneşînê lê nêrî û ew hejmara şeşê min dît. Niha kaxiz ne li wir bû û neçar ma bû ku ya li ser kaxizê wekî şeşê qebûl bike.
Niha wateyê şeşê pirsyar dikir. Dema ku li wateya şeşê difikirî, giha wê bîr û baweriyê ku ev şeşa ku dîtî hejmara kuçeyekê bû. Lewma li vî bajarî navê kuçeyan hejmar in. Di wê tariya şevê de xwe bera nav kuçeyan de û li kuçeya şeşê digeriya.
Piştî meşîna derdora saetekê kuçeya şeşê dît. Lê di heman demê de du kuçe hebûn. Yek berjor yek jî berjêr bû. Dîsa hişê wî çû ser kaxizê da ku riyekê ji xwe re bibîne û bizanibe bi kîjan alî de biçe. Dema ku li ser kaxizê fikirî, bi bîra wî hat ku, ew hejmera ku li gorî wî li ser kaxizê lê kirî bû, ne li nîveka kaxizê, ne li hêla wê ya rastê lê li hêla çepê bû. Naxwe divê bi hêla çepê de, xwe bera jêr bida. Kuçe dirêj û xîkîxalî bû. Şewleyek pir lewaz bi qasî hêza xwe kuçe ronî dikir.
Piştî ku qasekê di vê kuçeyê de meşiya, ji nişke ve li pêşberî deriyekî rawestiya. Te digot qey hinekan gavên wî bi bizmaran bi erdê ve kutabûn, bêyî ku bikaribe xwe bilivîne li dêrî nêrî. Di biniya şewleya kuçeyêy a lewaz de, li ser derî hejmara şeşê ya ku bi boyaxeke sor hatibû lê kirin û tu nemabû jê biçe xuyanî kir. Dema ku çavê wî bi vê hejmara şeşê ya li derî ket, giha wê bîr û baweriyê ku ev der ciyê ku diviyabû biçiyê ye.
Destê xwe da derî. Dema destê wî li derî ket wekî ku dengekî bibihîse lê hat. Wekî dengekî ku dibêje, kuçeya şeşan deriyê şeşan...Da ku xwediyê deng bibihîze li dor xwe nêrî lê di wê kuçeyê xalî û dirêj de tu kes nedixuya.
Bi destê xwe derî hinekî dahf da, bû zîqîniya derî û derî vebû.
Bergeha ku li ber çavê wî ketî: li pêşberî deriyê ku li kuçeyê vedibû deriyek hebû, li hêla rast û çepa derî şibakeyên fireh ên odeyan ku hemî camên wan şkestî bûn hebûn. Perdeya şibakeya ode milê rastê hatibû xwar û bi şibakeya ku vekirî mabû re eliqî mabû. Li hêla rastê ya hewşê dara tuyê hebû, bi çeqlê wê ve hêlenak hebû. Li ser riya ku mirov di ser re ber bi deriyê xênî ve diçe ferek şekala zarokan hebû. Li ser feyansên spî yê vê riyê dilopine sor hebûn.
Ber bi deriyê xênî ve çû hêdî hêdî, xwe di ser deriyê ketî yê xênî re qevast, di hola xênî re xwe bera odeya milê çepê da.
Li vê odê tu tişt li ser darê linga nemabû. Nivînên ku hiriyên ji wan hatibû derxistin, qenepeyên ku ser rûyên wan hatibû birîn, mase û kursiyên ku bi tihêlekê bûnin, pirtûkên ku hatibûn qetandin û li odê hatibû belav kirin...Diyar bû ku tofanek bi ser vê malê û xwediyê vê malê de hatibû. Ji vê odê rahiştibû pirtûkekê, kiribû bin çengê xwe û Ji wê odeyê derketibû û berê xwe dabû odeya paş vê odê.
Di odeya paş vê odê de çavê wî bi albumekê ket. Albûm di nava toza bi salan de mabû. Album albumeke bi kîlît bû. Bi kêrika xwe kilîta albumê şakand û hewl da ku li wêneyan binêre.
Berî ku li wêneyan binêre dîsa wekî ku dengekî bibihîse lê hat: Kuçeya şeşan, deriyê şeşan…
Bi vî dengî re veçiniqî û li dor xwe nihêrî. Lê dîsa tu kes nîn bû.
Dîsa bala wî kete ser albuma di destê wî de. Album vekir û li wêneyê pêşî nêrî dema ku qasekê li wêneyê pêşî nêrî. Bi carekê re bû kûrkûra giriyê wî, serê xwe dikir nav albumê û digiriya, album maçî dikir û digiriya, berê xwe dida dîwarên odê û dîwarên odê ên quloqulo bûbûn maçî dikir û digiriya. Erd maçî dikir û digiriya. Xwîna hişk bûyî ya li odê maçî dikir digiriya û digiriya…
Li wêneyê ku dinêrî zilamek hebû temenê wî derdora çil salî, simbêlên gurz li ser hebûn ku bi ser lêvan de dirêj bûbûn. Ji çavê wî baweriyek û evînek xurt dirijiya, li ser lêva wî beşîşîneke wekî ku tinazê xwe bi mirinê bike hebû.
Destê zilêm di sukra jineke ku temenê wê derdora sî û pêncan de bû. Serê jinikê cît bû, bêhna esaletekê ji vê cîtbûna wê difûriya. Di awirên wê de bêbiniyek xwe dida der.
Li cem jinikê jî keçikek ku temenê derdora hîşdeh-bîstan de bû hebû. Çavê wê mîna stêrkên li ezmên diçûrîskîn. Gujmikê wê pempeyî bûn, birhê wê zirav. Di awirên wê de xewnên jiyaneke biharîn nîgarkirî bûn.
Keçikê bi destê zarokekî ku temenî wî derdora şeş salan de bû, hişk girtibû. Berê zarok ne li wênekêş bû. Ew li pêşiya xwe dinêrî. Wekî ku dema ku ev wêne hatiye kişandin tiştekî bala zarok kişandibe, zarok bi awirine ku bi tirs û mitelayan binêre li pêşiya xwe dineriya, li pêşeroja xwe…
Ev zarokê ku di wêneyê de dîtî ew bi xwe bû. Ew zilam bavê wî, jinik diya wî û ew keçik xwişka wî bû.
Dema ku xwe di vî wêneyî de dîtîbû êdî ew ji vî zemanê ku niha tê de bû qût bûbû û çûbû wê şevê, şeva berî niha bi şanzdeh salan. Wê şeva dojehîn, wê şeva ku dê û bav û xwişka wî li ber çavê wî hatibûn kuştin.
Niha ew dengê ku bi wî wilo dihat ku dibîhîze nas kiribû. Ew deng dengê bavê wî bû.
Dema ku ew zarokek şeş salî bû, bavê wî wiha jê re digot: Kurê min! Ku tu rojekê winda bibî, bibêje ku mala me di kuçeya şeşan de deriyê şeşan e. Wê çaxê dê mirovin te bînin malê.
Berî ku şev biqulibe beyaniyê ji malê derket. Di destekî wî de albuma wî û di destê din de pirtûkek bi navê "dîroka winda" xwe bera nav tariyê da bi gavina çiyayî….


