Diyarname
Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1967'an de ji bo balê bikişîne ser perwerdehiyê roja 8'ê Rezberê wekî "Roja Xwendin û Nivîsandinê ya Cîhanê" qebûl kir. Ji wê rojê de her sal ev roj tê bibîranîn û li herêm û welatên xwendin lê kêm e çalakî têne lidarxistin.
Hêviya malpera me jî ev e ku di vê rojê em jî balê bikişînin ser xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe û daxwaz ji her kesî bikin di vî warî de gavan biavêjin.
Bila Rojava Xwendin û Nivîsandinê ya Cîhanê li hemû kurdan û hemû cîhanê pîroz be.