‘komedî
wextekê, ku hê jî wisa ye, Charlie Chaplin ez zehf dikenandim
lê niha li qada nivîsariyê hin komediyên din hene;
bi fisên xwe yên bê bêhn bi tirên xwe yên bêdeng, ne tenê min;
bawer im pir kesan dikenînin
û yek jî, helbet di serçaviya kaniyê de rîtin jî heye…’
*
Alava pê vegotinê-derbirînê ziman nêr e, lê peyvên zimên ne bi tenê nêr in, mê ne jî netêr in jî…
Lê belê, zayenda wêjeya ku ji zimanekî nêr hatiye pê mê ye, lewnên wê jî wisa ne mê ne. Mînak, roman, çîrok û helbest; jixwe helbest ji roja ji dayîkê ji helbestkêr afirî ye ve mê ye; çendîn dîwarê wêjeya mê bi peyvên zimanekî nêr hatibin lêkirin jî, lê ew peyv çi nêr çi mê çi netêr dibin bila bibin ne zayenda wêjeyê diguherînin ne bavê xwe zimên. Balam çelenga wan mêyan helbest e, mê ye, berî roman û çîrokê ji dê-bavê xwe bûye lewma helbest maka roman û çîrokê ye; wê ji paşila xwe şîr daye çîrok û romanê; ji wan re dêtî kiriye.
Ji zimanê nêr dikarî her peyva nêr, mê, netêr bo romanê jî bo çîrokê jî bişixulînî beloq xuya nake, nabe problem lê bo helbestê na, çi ku helbest mêya mê ye; dema peyveke nêr bo wê bikar bînî çendîn nêr be jî lê qe nebe divê bi rihê xwe peyveke nerm be, ne tund ne hişk be; karibe bi rihê helbesta mê re li hev bike.
Lê bo roman û çîrokê ne wisa ye, dikarî peyveke nêr ya wekî zinarekî jî, ya mîna kevirekî jî, ya mîna strîyekî jî bikar bînî nabe pirsgirek…
Çawa ku nikarî peyveke nêr, tund, wekî strî heta rihê wî nerm nekî li helbestê nayê her wiha, li pey hev rêzkirina peyvên hevedudanî jî li hêrîkîn û rihê helbestê nayên, wekî;
‘çavhêşina porreş a bejndirêj…’
Nabe, ew rêzik ne lihevanîna helbestê ye!
Dema helbest wisa were nivîsandin, dema rêzikên wiha meriv dixwîne qey dibê li ser çiqilên dareke hatî dapejandin rûniştiyî yan dimeşî, hest dikî çiqil bin lingên te re yan di dereke te ya din re terin û ew hest ne ya ku helbest bide xwendevanê xwe ye.
Ne peyvên rengdêr ên li pey hev, ne yên hevedudanî li pey hev rêzkirî ‘rêzikê’ nakin helbest, ku ew ne karê helbestkaran e jî!
Balam ên wisa dikin hene, çi ku kesî jê re negotiye; ‘yan ew ne helbest e yan tu ne helbestkar î’!
Tevî ku ziman nêr û wêje mê ye, lê wêjekar na, ew ne mê ne jî nêr e, netêr e; dixwazî wêjekar bila mêr be dixwazî bila jin be, lê wêje û kar, ango wêjekar netêr e.
Her wiha, wekî peyv romanûs jî, çîroknûs jî û helbestkar jî wisa ne; wekî pîşe, kar û pênas ne nêr, ne mê, netêr in...
Gor wê di wêjeya zimanekî de yan a neteweyekî de pirbûna mêran ne sûcê mêran e kêmbûna jinan jî ne tercîhkirina jinan e…
Lê divê bizanî ne tu tenê, gelek mêr hene ku ew jî bo wêjeyê problem in
Helbet bo meriv sedema pirbûna mêran an kêmbûna jinan bibîne divê serî li ser hin tiştan biêşîne, ew dînamîzm çima wisa qewimî ye!
Yanê di wêjeya ku mê ye de, ya ku bi zimanê nêr tê honadin çi ji pênûsa mêr çi ji pênûsa jinê afirî be pîvan ne ji ber mêr nivîsandiye yan jinê nivîsandiye, pîvan ka berhem e yan na!
Loma dikare ya mêrekî nivîsandî jî xwedî pîvanên berhemî be ya jinekê nivîsandî jî di heman astê de be.
Lê ger ew honek ne xwedî pîvanên wêjeyî be hêngê dikare were gotin, tu marîfet di vê honandinê de tune ye; dibêm dema ji mêran re wisa tê gotin, a te ne tu huner e, dema wisa ji jinan re jî hate gotin kes xwe neenirîne.
Ger yek eşkere bike, ji ber ku ew jin e û ew jî berhema wê ya tirtire ye neheqî lê tê kirin dibêm bi dehan wêjekarên me yên jin ku di romanê de, di çîrok û helbestê de xwe ceribandine û jê hinan ji ew ên ku xwe dienirînin hêjatir û berztir berhem jî afirandine, ew wêjekarên jin dê ligel ew dengên xwe dienirînin bûna, balam em dibînin ji jinan pirtir mêr li cem wan in; ew jî ecêbek din e helbet!..
Çi ku wêjekarî ne karekî komîsyonî ya partiyekê ye, ku bo jinan koteya cudaxwaziya pozîtîf diyar dike.
Wêje karekî serbixwe ye, dîsîplînek e, pîvana wê ne ka ji pênûsa mêr derketiye yan ka ji pênûsa jinê derketiye; pîvana wê huner e. Ger hunerek di afirandina te de heye jixwe tê li ser seran werî girtin, na, ger hunerek te tunebe ji kerema xwe re wekî ku karê wêjeyê karê komîsyoneke partiyê be ‘bo jin î ji hunera xwe ya bêast re pozîtîf ayrimciligê nexwaze’
Çi ku pîvan ne jinbûna te hunera te ye.
Erê belê, dibêmê ger derdê te navdarî ye, popîlerbûn e bo bigihîjî wî mirazî rêyên din hene...
Yanê divê heta niha ji te re bihata gotin: ‘pîvana wêjekariyê ne mêrtî ne jî jintî ye; huner e heyra, huner’!
Ger dixwazî wêjekar bî û berhemekê biafirînî, dibêm piçekî jî li ser edebê bişixule; çi ku ‘edeb’ jî hunerek e, te go çi?


