Diyarname
Yek ji tîma mezin a Îngilistanê Chelsea salek ne baş derbas kir. Tîmê niha ligel teknîk dîrektorekî nû li hev kir: Mauricio Pochettino. Ligel Pochettino dê peymaneke heta 2026'an saz bikin.
Teknîk dîrektor Mauricio Pochettino bi eslê xwe ji Arjantînê ye, hemwelatiya wî ya Spanyaye jî heye. Pêşî Espanyol bi rê ve bir, paşê hat Premier Lîgê û Southampton, dûre çû Tottenhamê. piştî vê du salan PSG bi rê ve bir û par di meha tîrmehê de dawî li peywira wî hat. Niha jî ewê ligel Chelseayê bi rê ve bibe.
Teknîk dîrektorê 50 salî di vê kariyeta xwe ya teknîk dîrektorî de li Fransayê kûpa girtine. Li Fransayê ligel PSG'e bû şampiyonê Ligue 1, Kûpaya Fransayê girt û paşê Super Kupaya Fransayê girt.
Niha dê li Chelsea çi bike ne diyar e. Her çiqas ew Premier Lîgê nas bike jî karê wî zor e. AFP'ê di nûçeya belav kir de wisa got, "Wî peywireke giran ku mirov ditirsîne girt ser milên xwe."
Tîma Chelsea îsal lîg di rêza 12'yan de temam kir.