logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Lehengên çavsor û piyon!

  • Dîrok: 09/08/2020

Min di çend nivîsên beriya vê bi serenava ‘Serdema dijîtal û wêje’ bal kişandibû ser wêjeya polîtîk-bîrdozî û min raya xwe eşkere kiribû ku di serdema nû de wêje tevî mebestên armanc dike (polîtîka ne tê de, yan jî bi dûvikê siyasiyan berde) berê xwe bide rêyeke dîtir.

Helbet ew hizir belkî bes bo min hizreke û helbet hin nivîskarên me ji ber wisa dihizirin, baweriyê pê tînin û poetîkeya wan li ser wê xetê geşe dide dê di wê wêjeyê de hê serî li pênûsa xwe bigerînin; ji vê yekê re jî helbet divê rêz were girtin.

Çi ku ew wêjeya polîtîk serkeftî be jî ne serkeftî be jî lê li holê nêtêk dirust heye, ew jî nêta nivîskar e ku bi dilekî pak dixwaze tiştekî li rihê neteweya xwe zêde bike, bo wê jî duqat rêzgirtinê heq dike.

Baş e, ger ew wêje wê hebe nexwe em wekî xwendevan dikarin çawaniya wê, ger baş be bipesînin ger ne serkeftî be rexne bikin.

Mebesta min bi vê nivîsê ne rexnekirina wê wêjeyê ne jî pesindana wê ye; berevajî ez ê daxwazekê li nivîskarên bi awayekî eşkere û diyar jiyan û tekoşîna lehengên polîtîk-siyasî ji naveroka metna xwe re dikin mijar bikim. 

Bo ku di yên heta niha min xwendî de xalekê bala min kişandiye, dixwazim balê bikşînim ser wê xalê, ku ew jî li gorî min rol û asta ku nivîskar ji lehengê xwe re diyar dike û wî-wê li wê astê dide rûniştandin û dide axaftin e; divêm ew ast ne li gorî nirxê wan mêrxas û jinxasên çavsor e… (çavsor, ew peyva pêkhatî çendîn li herêma me wateya kesên şerê xirabiyê dixwazin di xwe de bihewîne jî lê ez wê bo kesên ji xwînê natirsin, dilpola û wêrek ên daketina qada tekoşînê û şer bikar tînim)

Dibêm dema nivîskar kesên siyasî, tekoşer an şervan bo wêjeyê digrin dest û wan dikin lehengê metna xwe çi dîalog û monologên wan çi kesên dagirkeran ên dikin muhatabê lehengên xwe ji asta ku dagirker ji me û ji lehengên me re diyar kirine ne berjortor e; ji cî û dîalogên klîşeyî derbas nabe!

Sedemên vê yekê hene, bi min yek asta hizirînê-tehayûlkirina nivîskêr e, yek oto-kontrol-sansûr e, ya din problema nivîskar a wêrekiyê ye; ew ast pir ji rêzê ye, li lehengên çavsor neheqiyek mezin e…

Mînak lehengê me ya di hucreyeke şkenceyê de ye, yan di nav dorpêçkirina çeperekê de ye, yan li welatekî dûr koçber e, yan piştî salên koçberiyê wekî biyaniyekî vegeriyaye warê ciwanî, xeyal û şoreşgeriya xwe ya wextekê; di sahneyên axaftinên xwe bi xwe yî de (monolog) giş êdî bûne klîşe ‘zaroketiya li gund an bajarîbûna derneg, salên xwendinê yên lîseyê yan zankoyê, evîna yekem û di dema evîna yekem de dest bi xebatên şoreşî kirine…’ 

Sahneyên  dîalogan ‘lehengê me bi axaftineke êdî em giş pê dizanin dê çi biaxife diaxife: ‘em aştîxwez in, bo mafên xwe yên rewa têdikoşin, tu problemên me bi tirkan re tunê ne, we zimanê me qedexe kiriye, em dikarin problemên xwe bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bikin’. Qels e, ji rêzê ye, ne dîaloga kesekî/ê li pêşberî dagirker doza azadiyê û serxwebûnê dike ye. 

Muhatabê lehengê me yê çavsor û dilpola jî her tim ya şkencekarek e, yan sîxûrek e, yanê piyonek e; axaftina piyon her ev e: hûn dixwazin welatê me parçe bikin, tu problemên welatiyên me tunê ne, ew giş lîstikên hêzên dervayî ne hûn jî pê dixapin û hwd.’  

Ew muhatabiya bi şkencekaran an bi sîxûran re, yanê ya bi piyonan re ast û polîtîkaya dagirker a hêjayî me dîtiye, (bi hêzên me yên siyasî re jî bes di wê astê de têkîliyan datînin) 

Mixabin nivîskarê me jî bi honeka xwe lehengên me di wê astê de digre dest.

Sahneya dîalogan sansûrkirî ye, qels e, ne dîalogên tund ku dijmin bi hev re dikin e; çi ku leheng jî dizane, piyon jî dizane û nivîskar jî dizane rastiya meseleye ne ew dîalogên ji rêzê, qels, ne kûr û klîşeyî ne; lê nizam ji ber oto-kontrolê ye yan ji ber problema wêrekiyê ye, nivîskar bi leheng hemû rastiya dagirker deşîfre nake ne jî bi awayê deşifre bike piyon dide axaftin; lê hersê kes, leheng jî piyon jî û nivîskar jî bi meseleyê dizanin lê xwendevan ji ber newêrekî yan ji ber sansûra nivîskar bi kûrayî bi rastiya meseleyê nahese…

Û dawiya leheng wiha tê; cendekî wî-wê ya li binê pireyekê tê dîtin ku di paşiya stû de guleyek bera serî dane, yan di çeperê de lûleya çekê dide bin çengeya xwe guleya dawî bera xwe dide, yê koçber wekî şoreşkerekî têkçûyî piştî ku dahûrandineke armanc, xeyal û şoreşgeriya xwe bi monologî dike (wekî dilê xwe bi xwe bişewite) di nav kolan û kûçeyeke li welêt an li Ewropayê de diçe winda dibe, dibe yekî/ê wekî ku qet nehatibe ser rûyê vî erdî… 

Mixabin meriv mebest û sedema leheng a di wê rewşê de ye dihizire, dîalog jî monolog jî ne li gorî ji ber çi sedem û mebestê ew di wê rewşê de ye, bêhtir bêhna madûriyetê, dil pê şewitînê ji dîalog û monologan tê; wekî berdevkê netewekê naxife… 

Heçî roman e, derbarê jiyana leheng de ji ber ku xwe dispêre daneyên dagirkeran û xizmên leheng (ne honeheke xweser e) ji wê jî bêhna oto-biyogrofiyê tê…  

Balam dikare beravajî jî bibe; dixwazim lehengên xwe di rol û asteke payebilind de bi muhatabên di asta wî-wê de ne re rû bi rû bibînim, bixwînim ku lehengên me yê çavsor dikarin hem rûyê dagirker ê rastî nîşanî me bidin hem bi hiş û xeyalê xwe yê zîrek û bedew serî li dagirker bigerînin û hem jî hêviyê û bixwe baweriyê bidin xwendevanê kurdî-kurmanciyê…

Çi ku armanca nivîskar jî jixwe ev e, bi rêya wan lehengan rihê netewbûnê û rizgariyê bide xwendevanên xwe…

Nexwe,  lehengên me ne bi piyonan re bi serekerkanê dagirkeran re, bi serokwezîr û wezîrekî wan re, bi serokê sîxûrên wan re yan bi karsaz û burjûwaziyekî, bi hîndekar û hunermendekî wan re bikin muhatab û helbet bi dîalogeke ku rastiyê dagirkeriyê li ser çavê dagirker dixe ve! 

Wekî xwendevanekî zarê xwe dibêjim, rol û asta lehengên çavsor a axaftinê, dîalogan divê xurt be, kûr be, rastiyê vebêje; nivîskar divê wan bi piyonan re neke muhatab û ji nirxê wan danexe. 

Yanê lehengê nivîskar divê motîvasyona serkeftinê bide xwendevanê xwe, ne tenê bi gotina ‘bi mêranî’ li ber xwe da... 

Lê serkeftin!...

Nivîskar dikare bêje, ma lehengên me di wê astê de li pêşberî xwe muhatab dîtine qey, an bêje ew piyon nûnertiya dagirkeran dikin, (em piyonan wekî nûnerê dagirkeran dibînin, lê dagirker di rastiyê de wan wekî ku nûnerê xwe nabînin, bes wekî kesên ku karên xwe yê qirêj pê dikin dibînin) 

Em ê jî ji nivîskarê xwe re bêjin, gelo dema lehengê te şkence didît û li ber xwe dida tu li cem bûyî, qey dema lehengê te di çeperê de lûleya çekê dida eniya xwe û guleya dawî berdida serê xwe tu li wir bûyî? 

Na, metn jixwe bi xeyalkirinê tê lêkirin, nexwe dikarî bi xeyal a berevajî jî binivîsî… 

Belkî ew metn û lehengên ku nivîskar di honeka xwe de ‘serkeftin’ kiriye par bêhtir xizmetî rihê netewbûnê û rizgariyê bike, bêhtir hêvî û bixwe baweriyê bide yê dixwîne… 

Lewma, ez divêm nivîskar çavsorên me danexe asta piyon lê ne, berevajî divê wan di asta yên textê dagirkeriyê hildiweşînin, serî li dijmin digerînin de bike xwedan rol û ast…

Hin Nivîsen Nivîskar

Sed salê carekê!

  • 28 Adar 2016

Dema meriv li ber kompîtur rûdine û dixwaze nivîsekê lêbike, ji ber bûyerên li ser vê xakê diqewimin, ku ji serê nivîsê heya binê wê...

Jidilbûn-samîmiyet!

  • 26 Gulan 2015

Bavê jê pirsî: ‘go kurê min tu ewqas digerî, bi hevalên xwe ve di nav kêf û şahiyan de yî, ka bêje min, çend dostên te yên...

Korona û lîstikek nehênî

  • 20 Adar 2020

Nêrîna min ev e û çiqas rast e yan ne rast e, em ê di dawîlêanîna nexweşiyê de bibînin!1- piştî deh salan a hilweşîna pergala sosyalîzmê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Wê kengê rûsipiyên siyaseta kurd bikemilin?

ad

Bi dînamîtan Heskîfê xira dikin

ad

Festîvala Mûnzûrê bi konsereke bi dawî bû

ad

Ji bo mafên mirovan Rojên Belgefîlman

ad

Xelatên pêşîn yên Porteqala zêrîn diyar bûn

ad

Baroyê got, 'Emê kuştina Dilan Karamanê bişopînin'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname