Di bîyogrofî û oto-bîyogrofiya gelek nivîskarên nav dayî de dinivîse; zaroketiyeke wiha derbas kir; bi xwişk û birayên xwe re, bi hevalên xwe re wiha wiha bû…
Pişt re jî her kesê/a nav dayî nav nedayî yê lê pirsîne mîkrofon dane ber dêv; wan jî bi wê klîşeyê, di zaroketiya xwe de destpêkirine, gotine-dibêjin zaroketiya min wiha wiha bû, rengîn bû, dewlemend bû, êş û xîzanî bû, nav tuneyiyê de borî, yan bi lîstik û kêfxweşiyan, bi sûd û bextewarî borî û lê zêde dikin, ez ji xwişk û birayên xwe cudatir bûm, ji hin aliyan ve ji hevalên xwe cuda dibûm û hwd.
Di vir de tiştê tê xwestin bêjin bi min ev e; dema hê zarok bûm belî bû ez ê bibim nivîskar’!
Baş e hê kesî negotiye ez di zikê diya xwe de wekî nivîskar hatim dinê…
Wextekê li nav me jî bûbû modeyekê, her kesê behsa huner û kurdiya xwe dikir digot ez gelek bi sûd bûm ku li ber dengê dengbêjan mezin bûm…
Nizam çawa dibe, wextekê li mala wan hemû kesan dengbêj hebûne lê ew ên li ber dengê dengbêjan mezin bûyî rabûne zarok-nifşekî bi kurdî nizane mezin kirine...
Helbet mijara min ne ev e, mijara min bûyîna nivîskar e, yan nivîskar bûyîn e!
“Ez jî li gund mezin bûm, li gundekî bi qasî 60 malî bi keç û lawan bi dehan hevalên min hebûn; nîvê zikê me têr nîvê din birçî, kirasê li ser me ji pîneyan meriv nedizanî parçeyê orjînal kîjan e, meras tunebû em bixin lingên xwe me şekalên çiriyayî kun kunî pê dikirin…
Karvanî, şivanî, diziya tiriyê rezê cîranan, li banî û çiyayên kesk û bilind roj ta êvaran lîstik û yariyên bêsînor ên bi hevalan re…”
Çawa ye? Têra ku behsa nivîskariya xwe ya di zarokatiyê de kifş bû bikim heye gelo! Balam dibêm mesele tiştekî din e. Çawa ku li jor min behsa zarokatiya xwe kir; zarokatiya min, a xwişk û hevalên min di nav heman şertan de derbas bû, heyînên me tuneyînên me pir hindik qasî hev bûn. Li gund dema ez di nav wan şertan de mezin bûm, ji xwişk û hevalên min tu nediçûn di kolejan de nedixwendin.
Wekî ya min, nifşê nivîskariya min û yên ji min meztir jî; dibêm derfetên tu nivîskarekî/ê me yê din ku ji yên zaroketiya min zêdetir be tunebûn; şert û derfetên me gişan kêm zêde bi qasî hev bûn.
Ji wan bi dehan hevalên min, hin jê bûn şivan û gavan, ên bûn ajokar jî hene, yên bûn esnaf jî, yên rencberiyê dikin jî hene, yên di emrê xwe de pirtûkek nexistine nav destê xwe jî…
Her kesî da pey kar û tiştê bala xwe lê; lê bo ji wan pirsa te zaroketiyeke çawa derbas kir nayê kirin em nizanin, raya giştî nizane yê şivan, ê şofêr, ê esnaf, ê rêncber zarokatiyeke çawa derbas kiriye… Belkî carinan ji zarok û neviyên xwe re behs dikin lê ew jî nabe mijara bîyogrofî û oto-bîyogrofiyan. Yanê zaroketiya yê bûye nivîskar û yê nebûye nivîskar wekî hev derbas bûye; belkî hinekî kêm hinekî zêde, em di kirasê hev de bûn. Lê helbet cudahiyek di navbera yê bûye nivîskar û yê bûye rêncber de heye; sedemeke ku nivîskar bi hûrgilî behsa zarokatiya xwe dike lê şivan nake heye! Çawa yê bibe esnaf bal li aboriyê-bazirganiyê pere bidestxistinê ye, yê nivîskar jî bi hezkirina xwendinê û nivîsandinê bal li xwekifşkirina nivîskariyê ye. Her nivîskarê wekî zarokên dema xwe, wekî xwişk û birayên xwe ku zaroketiyek derbas kiribe jî lê ji ber ew ji xwe dest bi rêwîtiya vegotinê, watedarkirinê, avakirina lehengan dike, di her destpêka behskirina nivîskariya xwe de behsa zarokatiya xwe dike… Yanê hemû mesele ev e; ne ku kes di zarokatiyê de kifş e dê bibe nivîskar ne jî kes ji diya xwe wekî nivîskar tê dinê û tu cudahiya zarokatiya min ji ya hevalên min ên nebûne nivîskar tune. Yanê ji ber min bi zaroketî-çîroka xwe dest bi nivîskariyê kiriye ez behsa zarokatiya xwe dikim, lê pêdiviya hevalekî min ê ku bal li ajokariyê bû, ku pirtûkek jî negirtiye destê xwe bi vegotina zarokatiya xwe tunê, çendîn ku tûrikê xwe ji yê min tijetir jî be...
Bawer bikin a min, helbestkarî û nivîskariya min ne di dergûşê de ne jî di zaroketiyê de kifş bû; ku çi bû bi azwerî bi mûpteleyî bi hezkirina nivîsê re bû; ku çi bû piştî wê bû…
***
Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin:


