Diyarname
Di maça fînalê ya Kûpaya Kendavê de tîma Iraqê bi bi 3-2 bi ser ket û kûpa bir mala xwe.
25’emîn tûrnûvaya fûtbolê ya Kûpaya Kendavê li bajarê Besra yê Iraqê 6’ê vê mehê dest pê kiribû û 19’ê mehê bi maça fînalê bi dawî bû.
Maça fînalê li Stada Basra International hat lîstin. Ummanê ku Bahreyn bi 1-0 û Iraqê ku Katar bi 2-1 têk biribû û derketibûn fînalê. Di fînalê de Iraq gihîşt mirazê xwe.
Tîma neteweyî ya Iraqê di deqîqeya 24’an de bi gola Bayesh bi 1-0 derket pêş. Di nîveka yekemîn de wekî din gol nîn bûn. Di nîveka duyemîn, deqe 90+10 de ji Ummanê Al Yehyayi ji penaltiyê gol avêt û encam bû 1-1. Maç bi vî bi dawî bû û derbasî demêj zêde bû.
Di deqîqe 116’an de ji Iraqê Attwan encam bir 2-1’ê, deqe 116’an de bi gola Al Maliki encam bû wek hev. Û gotina dawî Younnes M. di deqîqeya 120’î de got: 3-2. Bi vê encamê Iraq bi ser ket û carek din kûpa bir mala xwe.
Di 25 carên vê kûpayê de Kuweytê 10 caran ev kûpa girtibû ku bi vê yekê tîma herî zêde ev kûpa girti ye ye. Paşê Erebistana Siûdî, Iraq û Qatar her yek 3 caran dihat, lê Iraqê bi vê serketinê hejmara girtina vê kûpayê derxist cara. Bi vê yekê jî Iraq bû tîma duyemîn ku herî zêde vê kûpayê digire.
BARZANÎ TÎMA IRAQÊ PÎROZ KIR
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser serketina tîma Iraqê bi ser hesabê xwe yê twitterê re peyama pîrozbahiyê belav kir û got, “Ev vê serketina şampiyoniya tîma me ya Iraqê li gelê me pîroz dikim. Ji ber vê serketinê lîstikvanê tîma me ya neteweyî, hemû kesên di vê organîzasyona sporê ya serketî de xebitîne pîroz dikim û berdewamiya serketina wan dixwazim.”
*
Nûçeya Eleqedar:
- Piştî 44 salan Iraq mazûvaniya Kûpaya Kendavê dike