Li dû Zemanê MAHABAD’ê
Xweha zemên, berî zeman bi ziman bibe, av bi deng vebû, av... Av dibêjim lê tu têbihije ku gul e. Helbet gula bênav, li heyameke ku zar nebû.
Hê ne peyv nisilîbû ji hêwirzeyê, ne jî çerm fesilîbû li tara erbaneyê. Barana giriyokî -dûrî van deran..- hê di ewraviyek girrekî de ber dida girrînê, dinê hê nizanî çi ye girî -ji bo hebeke tirî-, genim hê neketibû beqê...
Çax ew çax bû Xwehê. Bi daxê hê venebûbû dil.. Derwêş bi çavine gijnîjî li wê avê xwend û hênijî, xwend û hênijî.. û pêjn aliya li kêlîkê.
Zeman ewil di kêlîkê der bû. Ji serê zimanê derwêş, gulê dest bi pêvedanê kir..
Û li îroyê dengbêjekî lal e derwêş.. gewrî lê werimî, lê du dest hê li ber guh. Ji biniya zemên ve, bi zimanekî ku herîr e diqîre. Lêv lê xalî nebûye caran ji navê te -ji navê te Xwehê ku ew jî berê hêwirze bû!. Ber li ber navê te xweş kiriye. Navê te nabile ji serê zimên -ku ev, hew ji dil ve eyan e -zirav zirav.
Xwehê, abadîn e zeman -zimanê derwêş… Wekî ku birînê -birîn, guloka berfê. Bejnê dihejîne li ber pêjna te -bêdestmal. Li peyvê tîne çi jî Xwehbûna te, ji wateyekê ta bi wateyeke dî; ji katê ta bi kêlîkê deng bi têhnê vedike.
Li raserî birûyên te, pêrgî rûyekî biebrû dibe Zeman -min got derwêş? Lê dinavberê, dil bi te, rû bi derî vedike.
Ma ev derî -ku berê dar bû- li kê vedibe Xwehê?


