Hogir Berbir
Di çavên wê de şopên dîroka berê hebûn. Ew awirên kûr ku westandina demê û bîranînên şikestî yên jiyanê veşartibûn, barê tal û şêrîn ê xwebûnê hilgirtibûn ser milên xwe. Navê wê nediyar bû, tenê ciwanên bajêr jê re digotin "pîra bi ken ya serkêşiya berxwedêr." Gopala wê sembola jiyana wê bû û nizanibi dê rokejê bibe sembola berxwedana wê. Ev dibû ken ku dê di çîroka rêyên ku derbas bibe, da ku xwe bide der û ji kolanên bajarê xwe re vebigota.
Dîsa havîn hat. Kulîlk vebibûn û çûkan li kuçeyên bajêr dixwendin. Dibe ku pîrê jîndarbûna havînê hîs nekiribû. Di dilê wê de westandina salan û xemgîniya paşerojê hebû. Gopala wê hevala wê ya herî baş bû. Her roj bi wê radibû û li kolanên bajarê xwe digeriya. Çavên wê li şopên paşerojê digeriya û li kolanên bajarê xwe tijî bîranîn kiribû.
Asîman bi ewrên hêrsê pêçayî bû. Bayê bi hêrs li kuçe û kolanan diherikî, mizgîniya serhildana li dijî neheqiyê hebû. Pîrê bi gopala xwe bûbû şahidê vê bêdengiyê, ev neheqiyên li bajarê wê rû dida. Lê vê carê ew ê bêdeng nemaya. Gopala wê, ne tenê amûra kaniya wê ya meşê bû, di heman demê de şûrê wê yê berxwedanê jî bû.
Zordestan aramiya bajarê wê xera dikirin û jiyana ber bi aramiyê ve diçû têk dibirin. Pîrê gopala xwe hilgirt, xwest têkeve serê govenda dawî nedîtî û li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne. Bi hildana gopalê re derket kolanên bajarê xwe. Dema ku hêdî hêdî dimeşiya, dengê gopala wê bilind dibû û bi her lêdana bi erdê re, têkoşîna berxwedanek bêpîvan diyar dikir.
Di quncikekî de bêhêvîtî di çavên zarokên bajarê xwe de dît. Ew zarokên rastî zilma zaliman hatibûn û dilê wan ber bi bêhêvî û şikestinê ve dibir. Pîrê dema ku li bêhêvîtiya di çavên wan de mêze kir, bû agirek û di hundirê wê de pê ket. Di wê gavê de, gopala xwe bi zexm girt û bi qandî baweriya ku pê re hebû li erdê xist, deng li navenda bajêr belav kir.
Pîrê bi canê xwe û gopalê di dest xwe de li hemberî zaliman rawestiya. Di çavên wan de zilmek û têkçûyîneke bi biryar dît û di dilê xwe de agirê berxwedaneke tijî serkeftinê didît. Bi gavên tijî hêz û vîn, berê xwe da çiyayê li pişt kuçeyên jê wê de, ramûsanek girt û kir bîr û baweriyek, da zarokên leheng ên li kolanên bajarê wê li ber xwe didan. Zarokên li kolanên bajarê wê, di bin siya gopala wê de kom bûn û li dijî zaliman bûn yek.
Kolanên bajarê wê êdî ne li gorî kêfa zaliman bû, li gorî berxwedana gopala pîrê ku li erdê ketibû û govenda berxwedanê dabû destpêkirin bû. Pîrê bi ken bû û bi gopala xwe, bû sembola têkoşîna li dijî zaliman. Berxwedana wê bû govenda berxwedana têkçûyîna zaliman a di nav kolanên bajarê wê de.
Û axir, dem nêz dibû ku rojekê desthilatdariya zaliman biqediya. Pîrê têkoşîna xwe ya bi gopala xwe hêviya bajarê xwe nû kir. Pê re berê xwe da çavên li paş perdeyan eliqîbûn ser berxwedana wê, bi şid xweziya xwe di qirika xwe de li hev civand û kir tûk û li wan reşand.
…
rojisor@hotmail.com
****
Nivîsên Hogir Berbir ên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Xetereyên li pêşiya Amedsporê û çend gotin