Bi dû êşa dilekî aşnebûyî, bi erênaya dil ê wêran ve, li dû qewlê xwe, me endamên MAHABAD’ê da rê ber bi Dêrsimê ve.
Rûyê min/me baxê gulên nûajdayî, lê dil bi xem, lê dil sêla sor li dû qewlê ku bi derengî be jî ez/em lê warqilîn; ango me lê ho vedayî...
Di şeva 1'ê gelawêjê de, me dest pê kir û rê li xwe birîn; tu li ku û Dêrsim li ku...
A rast û ji dilê yeqîn, çûyîna Dêrsimê piştî Dost ku li ser wê riyê can da, qet nebe ji bo min tayek bû, taya sarogermbûnê!
Êdî ji beşdarîkirina li şevekê, li konser an mihrîcanekê wêdetir, wekî barekî, deynekî bû di stûyê min de; wekî karekî nîvçemayî bû ku diviya bihata temamkirin an jî nola riyeke ku diviya bihata bi dawîkirin bû.
Û axir temam û bi dawî bû ew kar û rê. Ew deyn hat dayîn bi rûspîtî, lê belê hew li Dêrsimê...
Dêrsim û seqaya ku bi mihrîcanê lê hasilî şayanî pêsn û gotinê ye; xweşiya Çem û Çiyayê Mûnzûr, biçûkî û şîrînbûna bajêr, esalet û rûyê berxwedêr û rewneqiya xwezaya Dêrsimê jixwe pêdiviyê bi gotinê nahêle.
Bernameya mihrîcanê mişt bû, bi rîtm aheng û bi rêk û pêk bû.
Ligel ku di sê rojan de ez pêrgî kêm kesên kurdîaxêv bûm jî, bername bi kurmancî û kirmanckiyê hema bêje têr kurdewar bû; bi konser û helbestxwendin û nemaze jî bi pêşandana lîstika Derwêşê Evdî ku ji hêla koma Navenda Çanda Dîcle-Firatê ve bi şêweyekî modern hate sahnekirin.
Mamoste Berken Bereh kela bixwedîbûnê li pir kesan rakir û kir ku xwîneke sorelal bilive di damaran de; bi xwendina helbestên xwe yê bi nav û nasname kurd -tu, peyv û navê xwe her bijîn mamo!
Em roja sêyem a mihrîcanê derketin sahneyê.
Dîsa heman şevê Metîn Kahraman, Grup Munzur derketin sehneyê û hema hema ew şev şeva "Kurdiya min, deryaya bêbinî" bû!
Girseyeke ku stadyûma Dêrsimê mişt dagirtî hebû wê şevê. Ji çar hêlên welêt û ji pir welatên Ewropayê girseyeke qewî herikî bû Dêrsimê. Şeveke bi per û bask bû ew şev, xweş û şên bû.
Lê ew şev bêguman û bêvirdewê de şeva Dost Çiyayî bû!
Wekî ku sernivîsa nivîsa min a berî vê, MAHABAD dê ji Dost re stranan bistrê; repertûara xwe diyarî Dost kir...
Ji konserên ku di çar şevan de li dar ketin de, konsera şeva ewil ji bo Seyîd Riza, ya şeva duyem ji bo Mehmed Uzun, a şeva sêyem ji bo Ahmed Arîf û ya şeva dawîn jî ji bo Firîk Dede hatibû diyarîkirin.
MAHABAD’ê Ahmed Arîf bi bîr anî, lê wekî pêşniyarekê hêvî diyar kir ku di mihrîcana sala pêş de, şeveke mihrîcanê ji bo Dost Çiyayî bê diyarîkirin!
***
Axaftina ji bo Dost Çiyayî
Êvara we bi xêr Dêrsimîno! Êvara te bi xêr Dêrsimê!
Merheba welato ango asiyo û merheba dilên ku nola Mûnzûr herikîne dilê Dêrsimê!
Merheba Dost-ino, Êvar baş Çiya-yî-no, merheba dîrok, ango berxwedêrî yan jî xweza!..
Oxir be Avê, "ey av e av"! Dilê Zarîfe liyan e, li çiya ceng e, olan e!
Ey zeman! Ey qedîmî, ey zimanê "sûreya serhildanê" êvara te jî bi xêr!
Em ê îşev bistrên bi dengekî ji dil, "bi dengekî hinavîn" ku qederê temberîk bi ser eniyê'd şikandiye!
Em ê bistrên bi dengê Hebûnê; lew Em hene bi qasî mirinê!
Û em ê îşev, îşev em ê bililînin li Dost! Em ê bibêjin li helbestkarê ronedîtî yê zimanê min ê rodîtî!
Îşev û her şev di dilê me her yekî/ê de ye ew, li vir e, li Dêrsimê ye, bi me/we re ye!
***
Helbet hê pir tişt hene ku divê ez bi rû bîra xwe bixim û li ber we, li ser sifreya Diyarnameyê raxim!..
Bi mazûvaniyeke baş û bi organîzeyeke têkûz MAHABAD’ê bernameya Dêrsimê buhart. Li vir divê ez ji hêja Nîlufer -endama komîteya amadekar a mihrîcanê- û ji kedkarên HYS’ê Eser û Fadil re spasiyên taybet bikim diyarî...
***


