Li dû Nefesa MAHABAD’ê
Xweha Nefesê, Nefes dinive vêga, Nefes dinive, radizê... hê Me bi xew vekir, hê dest bi xewa Xema Me kir, bihêl bila mezin bibe, da ku evîn ji mêzînê nekeve.
Hê cenîn e Nefes; ax wilo delal, wilo bênal... Belkî neh mehî, neh salî belkî jî lê Mê ye, ji Me ye; ji Te ya esmer û ji min ê dilodîn ê ku dîn û îman Tu -man û neman Tu! Can e Nefes, wê ji pakiya Te bixuliqe cana ber vî canî. Dilûre dilûre, tenûra dil e -janeke har. Xwîneke pak e bi oxma Me dimeye, di navika Evînê de. Min berê jî gotibû, niha jî eyan dikim: Evîn Tu yî -û jîn û jin û jan jî! Heyamek tê Canan, heyamek tê rih/Nefes tê digihê bi Me ve -ku heyam Ew bi xwe ye!
Pêjna pertawekê dikim ku derdor qetran, derdor bitêl û sînor. Ev neh sal in ku ez li min bûye “wez”; bûme derwêş li dû “belkî”yekê; neh salên sax in ku qam dikim avekê, avê didim gulekê. Ez nizanim wê kaba min çilo bê; xeman nake ne zo ne jî fer. Ma ne lawê Fata Hewê me ku emirek û ferek pertav berberî hev kir.
Serûber hêviyekê dikim axir. Hêviyeke min heye CANan -hêvî tu û ji bilî dil Nefesek min heye û hew.
Te jî hêvî berberî hev kir -Te dil bi mist kir? Dil ku ne qewîn e qurmê darê û ku niha ar girtiye dorê; dil ku hebûn û nebûna min -a her du dinyayan! Dil tiyê Te, birçiyê Te, yeqîniya Te hebe dil bêcî ji bilî dilê Te! Û Te dikim ber dil ey Nefes -ne ev dil ji Te têr bû, ne jî ez ji hezkirina Te mam zivêr û min got bes!
Me pal dabe “derengmana ji hev re” jî, te hembêz dikim wekî ku hembêz bikim kaînatê -kaînat Tu. Li ser zimanê min navê te -navê Te ala dil. Tiliyên min şa dibin bi cixareya piştî pevşabûnê, bi xweziya Te lêvên min şil: “Em ê vexwin şerava Midyadê/li kela Mêrdînê.”
“Hêvî okyanûs” dibêje ya helbest -helbestkar dibêje? Te distrêm bi hêviyê CANAcan ku her û wer hêvî Nefesek be jî û ku hew serûber “kesek” be jî helbestkar” hêvî Tu yî, Tu okyanûs -hêviya helbestkêr!
***
Nivîsên Yeqîn H. ên din ên bi MEHABAD'ê ve girêdayî:


