Ez bi pêlikan ve hilkişiyam qata çaran. Kafe nîvtije bû. Koşeya min a her car vala bû. Lê danişîm. Qelebalixeke zêde tunebû, lewra min ling bi ber xwe ve dirêj kirin. Kafe bi zewkeke xweş, wekî dîwanan hatibû dîzaynkirin. Mînder û balîfên mişt û nerm raxistî bûn. Sobeya êzingan li dar û dadayî bû. -Lê şorbeya “ciya min Fata Hewê” ne li ser bû!.- Hundir germ bû, derve sar... Min çayeke qaçax vexwar û li dû cixareyek...û çayeke dî û çayeke dîtir -qewl sê bû! Bêhna min hate ber min. Ez hebekî germ bûm, reng û xwîn bi min ve hat.
Lê serê min bi gêre bû. Hê jî “yeqîn şer-e” bû! Min û “tiştinan” tê de ber hev didan. Wê kê ji me zora kê bibira hê ne kifş bû. Û xirecira kar û bar jî nehika ser dehikan bû! Her wiha ji do êvarê ve mêşa helbestekê bi dora min ketibû. Geh wê bi min vedida, geh jî min digot qey min zeft kir, lê ji bilî hîçekê mista min hê jî vala bû. Dîsa jî min çenteyê xwe tevda, ji bo qelem û defterê... Wilo hinekî ez û mêşa xwe li dor hev çûn û hatin -çûn û hatin, çûn û hatin... lê encam? Encam ma wexteke dî...
Min serê xwe hinekî hilda û çav li hundirê kafeyê gerand. Li tenişta min a rastê, hinekî bi wêdetirî min du keç û xortek danişî bûn, û rû bi ken wekî ku ketibûn henek û laqirdiyan. Li koşeya dûr a çepê min, keç û lawek bi kurmanciyeke hebhebo û herikbar ketibûn şêwr û mişêwrê. Sewta wan geh nizm û geh jî berz bû. Wan bêhtir bala min kişand. Wekî ku hinekî ji mijareke giştî dipeyivîn. Min bêhemd cixareyekê guh lê bel kir. Belê... mijaran wan jî bala min kişand -xwîn jî xwînê dikişîne ya! Mijara wan wêje bû...
Çêlî wêjevanekî dikirin. Nemaze jî keçik wisa bi kewn dipeyivî. Min hinekî dî jî guh li wan bel kir. Keçik wilo ne tenê bi dev, bi zar û timtêlê jî kurdewartir bû. Jixweqayil û xwezan dixuya:
- Bi gewhera nivîskariyê ye. Xuyaye bi wêjeyê dizane, xwendiye... di cûreyên vegotinê xweş gihaye. “Çîrokê” xweş vedibêje... Û her wiha ji derûniya civakê jî qenc fêm dike. Dizane wê kirasekî çilo vebire li bejna leheng. Xwediyê pîstikeke xurt a çanda devkî ye jî. Carinan wekî ku dengbêjekî dest li ber guh e, car caran wekî ku vebêjê çîrokên berê... nizanim pir ketiye serê min, ez bi ekleke wilo wî dixwînim.”
Lêwik jî:
- Nizam...min hinekî xwendiye. Têgiham ku zimên baş bi kar tîne. Bi min jî zirav û dirêj e, ne qut û qalind...lê bi giştî, wekî ku min got, nizam...
Min xwe bi giştî ji bîr kir.. ketim hetira wî nivîskarî! Ji peyva lêwik, min fêm kir ku mêr e lê kî ye?.. Pir ji min re bû meraq ku çêlî kê dikin. Min xwe negirt û ez rabûm wekî ku dikim biçim... tam ku dikim di ber wan re biborim, min got; “merheba, biborin lê ji gava dî ve bêhemd guhê min li ser we ye. Sohbeta we bala min kişand, gelo ew nivîskar kî ye ez dikarim bipirsim? Keçikê hema bêdudilî got: Ronî WAR! Nivîskarekî kurd e...
Min ne kin kir ne dirêj... û min xatir ji wan xwest û meşiyam...
Hêvî xurtir bi min re hasilî.
Pêrgîhatin û şahidiya min a vê diyaloga ku min li jor neqil kir lêrasthatinek e- hem jî xweş... lê û bi ser de jî belê, tiştekî teqez heye ku nivîskariya Ronî WAR bi tu awayî ne lêrasthatin e -ji xwendinê dizanim!..