Bexda
Rêveberiya Bexdayê got ku divê Tirkiye ji Herêma Kurdistanê hinardeya (îxracata) petrolê red bike; wisa dom bide dê têkiliya Enqere û Bexdayê xera bibe.
Berdevkê Hikumeta Iraqê Elî Debbax daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Divê Tirkiye êdî hinardeya petrolê ya ku destûra wê tune, qebûl neke.” Her wiha îdîa kir ku hinardeya petrolê ya ji Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê ‘îlegal e’.
Debbag destnîşan kir ku Tirkiye bi van çalakiyan piştgiriyê dide petrola kaçax ya Iraqê û got: “Ev yek ne pozîsyoneke baş e ku cîranê wan dike. Ev pirsgirêk dê bandorê li ser têkiliya du welatan bike. Bi taybetî jî dê zirarê bide têkiliya aboriyê.”
Berdevkê Hikumetê wiha dom kir: “Ev petrol ya hemû Iraqê ye. Divê ji aliyê hikumeta Federal ya ku hemû Iraqê temsîl dike ve bê hinardekirin. Her wiha hatina petrolê divê li vê hikumetê vegere.”
Ji Herêma Kurdistanê dest pê kirine petrolê bi tankêran tînin Tirkiyeyê, li vê derê rafîne dikin û wekî ‘mazot, gaz, rûn’ dîsa dişînin Kurdistanê. Ev yek bû sedem ku di navbera Hikumeta Kurdistanê û Hikumeta Navendî ya Iraqê de bibe sedema qeyranê.


