Li dû beriya MAHABADê
Xweha beriyê, vêga defterê didim hêlekê -ku pelgekî darberûyê li ser berga wê! Deftera ku lewheya ewil vala -ku min ew lewhe dagirt bi navê te. Bila bimîne wiha, bes a niha -lê a niha!
A niha dev ê te ye, dor a beriyê ye -ku ew jî defterek e!
“Li derdawên beriyê, li kevir (an dîrok bû ew?) pala min, bi guliyê dara berû ve ma çavekî min, çavê dî şikest li riya hevrişîm. Min li bê dest hilanî, lê serî stendibû ji bor, ho veneda li min. Ne dûr, berî Dil bû wext..”
Zanim Xwehê, zanim lê çi diguhere nizanim. Birijîn çav -ên bê. Têdigihêm ku ne cîncoqên sar in awir, strîzerk in. Û ne dûr, îro gezgezk in çavên te, dikujin jahriyê -ku zû dereng wê hilê ji rohilat ve -li beriyê!
Bi vê jî dizanim; ji Midyadê û bi Vir ve dest pê dike berê vê birînê -ku tav niqutiyê, an kêlîk bû?
Tu jî dizanî, te bi xwe got: “Vê beriyê gotineke dî heye, bi devê min; ji hinga ku salname li ber bê çûyî ve..”
Lew vêga dev kiriye axê qewmekî, ji dêvla te ve Xwehê -qewmekî ku di gewriyê de, şûran diavete ber hev, wextekê! Û bi lewlew e gewriya beriyê jî, tu yê bêjî şiv e li defa şahiyê ye –wekî ku destên te yên dihêwirin li navtenga darberûyê!
Hilmegulm e tê ji Ava spî -belkî jî ji Nefesa te!-, kêferata çiyê ye –wekî ku hilpeke dil, ji qefesa sîngê. Bi xunav e sîng, dadide şara beriyê -beriya ku ba nijinandiye di berkurka Bagokê de.
“Ax û xwelî ne yek in!
Birînê û -darberûyê jî ev peyt niqir kirin -bi hişmendî ye darberû jî, wekî ku birînê! Kê dîtiye ku kewiyaye birîn bi pifekê?”
Kewnê Xwehê, li Têlan nekir tu caran, û ne jî keftelefta heftrengî ye xerîbî -ku lê bibane esmeriya te. Di xwê û xwînê de nayê hilanîn, û ne kew e jî ziman ku xwe li Sînor rakişîne -ku bi zimanê Sînorperestena bixwîne! Zanim çilo aliya Sînor li beriyê, kir ku li dest bikeve peşka xwînê -sor sor û xwînavî! Û navê ku hilê navê axê -ku tevneke kevin e- ligel ê axpînkê -ax û axpînk jî ne yek in!
Eyan e ev -weku royê! Ev qewlekî betal e Xwehê, bêhavil e. Nayê birîn mahra beriyê bi Têleke re -ma Têla û bext?!
ezyeqin@hotmail.com


