Li dora Kendal Cizrelî’yê têra xwe romantîk, nêrî fal, coşbar, li ser pişta hespê xewn û xeyalên têra xwe egzantrîk, li ber siya kalê Derwêş, li vir, li wir, li nav me, ji nav me, Şener Ozmen, vê carê li xeyb û nependîtiyên kuçetarî yên hiş û jêrhişê xwe geriyaye.
Vê pirsê li mirov dike, “Aya, romanek ramalîna hiş û daweşîna ji binhişî peyda dibe?” Hiş, wekî ramalêşeke her tiştî dikêşe zikê xwe, lê a rastî li tu tiştî jî nanişe û di xwelî-xepara baweşînê de mirov di gêjgerînka hişê xwe de qilopilo dibe.
Ev XEYB, berî her tiştî qalikên zimanê heyî, kurmanciya me ya di newala nivîsê de mexelhatî, dipirtikîne. Bi derbine giran dikeve nava rihê zimên ê tevizî û çawa li “hiş û hoşeyê” hebûna xwe dialiqe, heman wext, li “hiş û hoşeyê” hebûna zimanê xwe jî ditirvile. Şener wêriyaye pirtikên xwe daweşîne û tilîpêçiya xwe têxe qula mozê; heta mozqirtka aryayî!
Berê tîra Şener, di XEYB’ê de, li paşperdeyên rûdawan e, belkî jî li paşperdeyên “têgînên me yên seqagirtî ye” Şener, li hêwirgeheke nû û rût, belkî jî bi ser dogma û qewilgehên me de diçe. Şener, hewl dide, li cihekî me ji ‘me’ jî xilas bike û li biyanistanan, darîçav, darîdil, darîrih, di xwe de, me li nav dehl û cengelên rihê me de, li kakila me vegerîne… Tenê pirsek heye: Gelo mimkûn e em jî bibin wekî xelkê; wekî, hema herkesekê!... Lê a rastî, Kendal Cizreliyê Şener, ku di serê romanê heta dawiyê di nav RÊwÎNGÎYEKE berdewam de ye, diçe ku, li ku derê bêhna xwe vede; li derzên rihê xwe dialiqe.
Gava ji xelkine dinyayê xwe xilas dike jî, li Andromenaiyên serfezayî jî, dîsa heman qulp û tirsên XEYB’a nava me dikeve û parça parçe dibe…
Şener, heta ber perrê Xwedê, kurdbûna xwe daye bin çengê xwe û di bawola Kendal Cizreliyê romantîk de, li dû parçeyên rihê xwe digere. Di her destpêketina bi rihekî şikestî de, li her derê, di her rûdaw û RÊwÎNGÎYa Kendal de, Şener, li bavekî xemsar, yareke dilsar, welatekî rihsar dialiqe.
Romana XEYB, tu xemek ji xwe re çênekiriye û negotiye bila çîrokek min; tevna wê çîroka min; rûdawên wê tevna min; lehengên wê rûdana min hebe, nexêr, XEYB, xwe ji pirtikên xwe çêdike, berê wekî mirîşkekê xwe pirtipirtî dike û paşê “çentepişta xwe” hildide pişta xwe û war bi war li wan pirtikên xwe digere. Xasma, pirtikên wî her li cihê destpêkê ne, li keviya Dîjleyê, li kuçe û kolanên Cizîrê, belkî jî, Şener, rihê parça parçe yê Cizîra kambax, digerîne û tîne di destpêka wê de ji nû ve şîn dike.
Şener, ji çend aliyan ve serkeftî ye di vê romanê de; a ewilê, kariye ji bin barekî wiha giran rabe û di gergerikên rihekî pirpirtî de, li çep û rast, dûr û nêzik, her hûrdeya ber destê xwe ji bo teksta xwe bi kar bîne. A dîtir, Şener, têra xwe wêrek e û bi bêminetî berê xwe daye nav mijarên xwe.
Û XEYB, bi bistehî vê ji me re ayan dike; Belkî jî, tiştên em di bin giraniya rastiyê de lê digerin, di egzantrîyê de peyda ne.
Jixwe ma ne benzîna romanekê jî her xeyal û şiyana wê ye!


