Diyarname
14'emîn Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê îsal di navbera 22-28'ê mehê de li Stenbolê li dar e. Ji dinyayê 60 fîlm di çarçoveya festîvalê de têne pêşkêşkirin.
XELATA MÊZÎNA ZÊRÎN
Nivîskara sînmeayê Alin Taşçiyan ku demek Seroka Siyad û FIPRESCI bû, bernameya festîvalê amade kiriye. Di festîvalê de Xelata Mêzîna Zêrîn didin fîlmekî metrajdirêj ê serketî. Di vê Beşa Pêşbaziya Navneteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj de Xelata Mêzîna Zêrîn dê bidin fîlmê serketî. Endamên juriyê yên vê beşê Deborah Young, Cemil Agacikoglu, Assel Aushakimova, Selgen Ergun û Rusudan Glurjidze ne.
Derhêner Rusudan Glurjidze û Assel Aushakimova ku endamên juriyê ne fîlmên wan dê li derveyî pêşbaziyê bêne nîşandayîn. Ewê jî beşdarî promiyera fîlman a li CineWAM'ê bibin.
Di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman a Mêzîna Zêrîn de jî Burcu Aykar, Alaabu Ghoush û Ahber Wilkson endamên juriyê ne.
SELÇUK: 'EMÊ EDALETÊ ÇAWA BÎNIN CIH?'
Festîval her sal Xelata Rûmetê ya Akademik dide kesek, îsal da Serokê Rûmetê yê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê Prof. Dr. Sami Selçuk. Selçuk di merasima destpêkirina festîvalê de xelata xwe girt û got, "Li Tirkiyeyê dema qala edaletê tê kirin her kes diaxive. Lê emê vê edaletê çawa bînin cih, li ser vê yekê nasekinin."
Li aliyê din Xelata Keda ji bo Sînemayê dan derhênerê dîmenê Çetin Tunca û Xelata Rûmetê ya Sînemayê jî dan lîstikvan Fusun Demirel.
'DIVÊ ŞEFEQÊ BI SER MALAN DE NEYÊ GIRTIN'
Serokê Festîvalê, Hiqûqzanê Cezayê Prof. Dr. Adem Sozuer got ku li ku derê dinyayê dibe bila bibe, ji kî tê bila bê û li hemberî kî hatibe kirin bila bê kirin, em festîvalek in ku dijî bêadeletiyê ne. Sozuer got, "Em wisa festîvalek in ku bi fîlm, panel û bernameya akademîk ji bêadeletiyê re dibêjin na."
Serokê Festîvalê Sozuer got, "Em mirovan wekî hebûneke azad dihesibînin" û wisa dom kir: "Divê bi gotina 'emê ji nişke ve sibeyeke bên' bi ser malên kesên fikra wan, şiklê jiyanê û baweriya wan a polîtîk cude de negirin. Bi girtin û mudexeleya zardorî divê mafê mirovan a rexnekirinê û azadiya wan a ramanê neyê sînordarkirin. Hiqûq û edalet divê ji bo her kesî be û bêyî tirs û pêşdarazî emê ji bo her kesî bibêjin 'Ji bo her kesî edalet'."
LI 3 SÎNEMAYAN FÎLM HENE
Fîlmên Festîvalê li Kadikoyê li Sînema Kadikoy, li Nîşandaşi jî li CineWAM Nişantaşi City's bi bilêt têne nîşandayîn. Fîlmên li vir ji bo xwendekaran bilêt 20 TL, ji bo yên din 75 TL ne. Her wiha li Beyoguliyê li Sinemaya Beyoglu ya ÎBB fîlm bê pere têne nîşandayîn.

Fusun Demîrel (Ya bi berçavik) xelata xwe ji destê Demet Evgar girt.


