logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Berêvarek li Amedê

  • Dîrok: 11/07/2024

Kelegerma havînê. Pîleya germê ku hinek caran dakeve bin 39’ê, wê rojê ji me re bihar e; em dibêjin, “oxxx! Îro çi honik e, tu dibêjî qey Feraşîn e, zozan e.” 
Lê germa Amedê germeke fetisok nîn e. Erê piçekî disoje; erê erê ji piçekî zêdetir, lê nafetisîne. Hema bêje germeşo dike, belkî çend kelên din bênê dê bê qaydê xwarinê.
Bêguman bi dewleserê klîmayan mirov xwe baweşîn dikin ji germê, lê ev malneketên klîmayan jî hestîkên meriv hişk dikin. Bêguman her tiştî berdêleka xwe heye û ew jî beramberî çend pif hînkahiyê bayê xwe di laşê mirovan digerîne. Mirov hê di ciwaniya umrê xwe de dibe piştêş. 
Erê, navroja Amedê her çend bikele jî êvaran heta qebalekê dinya honik dibe û pîleya germê carinan heta 28-26 pîleyê dadikeve. Navbera germahiya bi ser 40 pîleya navrojê û ya êvarê de nêzî 15, carinan 20 pîle ferq çêdibe. Ew jî dihêle ku bi şikestina tîna rojê re û sarbûna sincirîna tîhna navrojê re êdî li derve park û seyrangeh, li malan jî şaneşîn dibin jîngehên nû ji şêniyên Amedê re.
BAJARÊ BALKONAN
Amed, havînê bajarê balkonan e. Êdî ode têne berdan û hemû kum û kulfet li balkonê kom dibin. Mala nû, an jî havîngeha nava malê êdî honkahiya balkonan e. Kêmî kêm sê çar meh sax jiyan êvaran li balkonan derbas dibe li Amedê. 
Bêguman ez vê li gorî terzê jiyana xwe û çîn û statuya xwe ya civakî dibêjim. Helbet kesine hene bi havînê re xwe davêjin Serhedan, xwe davêjin bajarên perên behran, xwe diavêjin ber gol û gundên hênik ên nêzî çiya û zozanan û hinek kes jî hene ku heta nîveka payîzê venagerin Amedê û jiyana xwe li banekiyan, li gundewarên geşt û guzarê yên deverên honik derbas dikin. Qala me ne ser wan e. 
Her wiha li perê nû yê bajêr, di nav gelek sîteyan de jixwe melevanîgeh hene û kelegerma havînê ji wan re jî firek avê ye.
Bajarên mezin, helbet derfetên xwe jî pir hene, ligel vê heçî bajarên mezin in ligel derfetan destengî û zehmetiyên xwe jî pir hene. Warên nekok in û jar û heyî, pirderfetî û destengî li kêleka hev in, yanî bajarên wiha çend rûyên wan hene. Piranî her kes di nav qoşxaneya xwe de dikele. Kes zû bi zû ber bayê kesî nakeve. Her teyr bi refa xwe…  
Vêca ez vegerim semta xwe û behsa xwe bikim. Heke karekî neçarî nebe, nava rojê, zû bi zû kesên wekî min, di xwe re nabînin ji kozika xwe derkevin. Hemin tu yê li otobusa şaredariyê, an li otobûsa taybet a gel an jî minîbûsê siwar bibî. Nava wê wekî nava hemamê ye. Hilma mirovan, bêhna xwêdanê û klîmaya ku piranî bayê germ jê tê.. 
‘DEMBAŞEKE KÛBAR’
Xweşbextane ye, gava te karta xwe li cihê xwendina kartan a otobûsê da, bi “dembaşeke kûbar” pêşwaziya te dike. Tu dibînî ku bişirînek di bin simbêlan re tê û xwe li rûyê te dide. Makîne bi kurdî te pêşwazî dike. Heçî sil heçî aş, lê ev “dem baş” piçekî kelegerma Amedê honik dike ser dilê te. (hesta aîtbûnê tê te) Romantîzma kurdên welatperwer ên bajarî, hemin ku tiştekî wiha hebe, ev ev tişt e. 
Paşê rawestgeh bi rawestgeh hinan rêwî zêde dibin, hinan kêm dibin heta digihîjî semta bajarê qedîm, ango “Dagkapiyê” ji qewlê me çend kurdên dil xwe de miletperwer, Deriyê Çiyê, bi taybetî li wê rawestgeha dev dibistanê, ber lêva Sûran, ku tu jê re dibêjî, “rawestgeha pîr û kalan” peya dibî.
KAL Û PÎR, Û ZAROKÊN WAN
Cihê ecêbiyê ye, tu danê rojê, ev rawestgeh vala nîn e. Ji bilî wan şêniyên ji dirûvê wan diyar e ku berê xwe dane nexweşxaneyê, hema bêje piranî jî pîr û kal li vir xwe li benda otobusê digirin. Çimkî hemin xwedan karta belaş in, ha JINKART jî derket, êdî hemin rawestgeheke wan jî dê çêbe; îja heçî ev pîr û kal in, ji her hal û rewşa wan xuya ye ku niştecihên qedîm ên nava Sûran in. Diyar e, çend barên umrê wan li van texman derbas bûne û niha, Xwedê feleka wan gerandiye, law û keçên wan mezin bûne, xwendine, bûne xwedan mal û menzel, li perê rojava yê bajêr, li Kayapinar, Otogarê, derdora Stada Nû ya Amedê ji xwe re di wan bajêrgeyên modern ên xwedan melevanîgeh û fireh û hêşîn de çend xanî, daîre kirîne, lê sebra wan li vir nayê. Bêhna bedenan wan dikişîne û bi tarîgewrikê re, tu dibînî ku berî memûr biçin ser karê xwe, otobûs devîdev tijî ne ji van pîr û kalan, û li wê rawestgeha dev Sûran, peya dibin.
NASKIRINA MIROVÊN DILPAK
Ez ê kuçe bi kuçe lê bigerim. Geryana nava Sûran, yek ji kêfa di ser kêfan re ye. Hemin ez ê di ber wê otêla “Demir” re derbas bibim, ku şeva min a ewil, li vî bajarî, li vê otelê derbas bûbû. Û niha wextên herî xweş: kombûnên komxebatên ferhenga varyantan ku min kurdên herî zana, herî camêr, herî dilpak, li wir nas kirin; di wan kombûnan de.. Min ji wî mekanî hez kir, ji wan mirovan û ji wê xebatê..     
Hemin bajêr, xwedan bîreke kûr e. Nexasim ev hilm û gurma bajarê qedîm naşibe tu tiştî. Nexwe wekî din, tu dibînî modernîzm û avasaziya wê, zêde bîr bo şêniyên bajêr çênake. Hêj duh li ser mînîbus û otobusan rawestgeha GALERÎA hebû, niha ew nav tenê zeviyeke ving û vala û li ser mînîbûsan jî ev nav nema ye. Û gelek mekan û şûngehên din ên derakî, çawan tên wekî neyî jî diçin bêyî hilma xwe bidin ser hivza bajêr. Çimkî heçî Amed e, hivza wê kevirên reş in, ava Dîjleyê ye, bêhna rihanên ber şikefta Fîsqeyayê ne.    
Îja pîrekalên min û te, navroja xwe bi şivanxeweke sivik di ber klîmayên Mizgefta Mezin derbas dikin û çawan piçek tîhna rojê dişkê xwe diavêjin ber bedenan. Ew û zeman, û ew û Sûr, eyamên xweş bi hev re digerînin.
EWRÊN RONDIK DIBARANDIN SER AMEDÊ
Îja, ez jî li wir peya dibim wê berêvara Tîrmehê. Îro ewrên ji şeva dî ve ye xwe diguvaştin û rondik dibarandin, ewrên ku gurz û rimên xwe li hev dadiweşandin û şîrqînî bi esmanê Ameda xunavgirtî dixist, niha bi şeh û kameke xunavgirtî kelegerma Amedê ser bedena min a havî dikin şîrêj û çi nemaye cil û bergên min bi min ve bizeliqîne.
Ez ê îro dîsa xwe bavêjim ber siya bedenan. Dîsa guh bidim pêjna kevirên belek ên ji dilê Qerejdaxê pekiyane û ez ê hemû deng û nalînên bajêr di dilê xwe de bipêçim. Ez zanim, ez û ew hevdu fam dikin. 
MABEDA QRAL SILÊMAN
Bêhnek din Dîjo û dayika xwe dê biçin malê, ez û Mîro dê li ber paxila Amîdayê di navbera zemanan de peyaseyê bikin. Mîro dê bo caran pêşîn li hespekî siwar bibe û dê bo cara pêşîn bi bavê xwe re li doranên Hezretî Silêman, ku ew mabed gava mirov ji ser Sûran ve lê temaşe dike, ji mizgeftê bêhtir dişibe mabeda qral Silêman, çend kêlîkên xweş ji tîhna tava nerm a berêvarî ramûsin. Ramûsan, ango bûseya çavê Rojê; ango ramûska tavê ya nerm, dê bibe xunava dilê bajêr û wê strana qedîm ji me re vebêje: Gaveke din were pêş, gaveke din xwe berde nava dilê min! careke din min bihewîne Amed di nav dilê sûrên xwe, ligel sirên xwe!  
Amed, bajarê xweşkok, warê bi her tiştê xwe germ… 
De ka germ bibe ser seqema dilê min!     

***

Ji bo guhdarîkirinê:
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Claudeya zîrek, Qîro û hevrêtiya ligel vî zemanî

  • 30 Tîrmeh 2024

Ev çendek e fênomeneke zîrek, li ser behs û qala sosyalmedyaya me kurdan nav ji xwe daye. Erê, ez behsa fênomena hişê çêkirî Claude dikim. Heta kurdekî me yê zîrek pê re hevpeyvînek jî kir û vê li ser cihana...

Gevizîn, tevizîn

  • 05 Berfanbar 2016

Hukmê gotinê nemaye. Hezkirin û tehamul di bin simên hespên siwariyên kerb û rikê de dinalin. Her roja paştir ‘xwezî bi duh, pêr û betirpêr’,...

Derdê colemêrgiyan di alema kurdiyê de

  • 01 Adar 2019

Ez dixwazim vê carê li ser derdê colemêrgiyan hin tiştan bidim ber pirs û lecê. Colemêrg, warekî asê, xwedan dîrokek mêjîn û kevnar e.. nakevim nav...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Fransa de kînga weçînayiş virazêno û go sebo?

ad

Nederbasbûna me gunehê kê ye?

ad

Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman diyar bû

ad

Tenê ev partî dikarin beşdarî hilbijartinê bibin

ad

Radyoya WDR li ser Dîwar bername çêkir

ad

Festîvaley Sydney reyna hamî taloqderkişî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname