Min bişirînên ku di xîşkên li ber çavê min de zîl didan, ji baskên termê pirpîrîkê deyn kiribûn û danîbûn ber çavê te, ku dû re te ew bişirînên min bi "devqîç"’î bi nav kiribû.
Ji wê rojê ve li rûdena min tu bişirîn şîn nebûn. Ku tu li der dora çavê min binêrî zeviyeke bê ser û ber a ji strî, zîwan û qunciran e.
Ew roj bû ku çirûsîna reşika çavê min a ku min ji stêrikeke dûr a bi tenê deyn kiribû, tefiya.
Hemû gotinên min, ên li ser zimanê min şîn hatibûn û min hewl dida di guhê dilê te de bipistînim, ji ber kurtpesitên bilbil ên ji gulê re, hatibûn girtin.
Ew roj bû ku zimanê min xwe li lalitiyê qeliband û bûme mûrîdek ji dergehê Lalêşê.
Wê rojê, min ezmanekî nû ji xwe re peyda kir. Min guherand simetriya heyva bêyom.
Ez wê rojê tê gihiştim ku ne Cûdî û ne jî Gebar ne li ciyekî rast û bi dilqekî rast in.
Wê rojê ez tê gihiştim ku diviyabû Dîcle berjor biherikiyana.
Tê gihiştim ku Soriya Medresa Sor ne ji rengê kevirên wê ên sor, lê ji soriya pêtiya dilê Melê ye.
Wê rojê tê gihiştim ku xema Xaniyê mezin bêxanibûyîna wî ye û di heyameke xelet, di nava miletekî xelet de ji dayik bûye.
Wê rojê tê gihîştim ku ez firariyek ji destana ji ber destê Xanî me ku hîna Zîn lê nekirî.
Wê rojê, çûm, min xwe noqî okyanûsekê kir ku di awirên min de noq bû okyanûs.
Wê rojê bi pêtiyên xwe, min xwe li daristanan da û xwelîstaneke li dû xwe hişt.
Wê rojê, min zeman daqurtand û rawestiya guherîn.
13/07/2009


