logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Şengul Ogur / Qaqibo

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo

VEGERA KEMAL BURKAY TÊ ÇI WATEYÊ?

  • Dîrok: 03/08/2011

Kemal Burkay vegeriya Tirkiyeyê. Rayedarên hikumeta tirk û çapemeniya tirk pêwendiyeke mezin nîşanî hatina Burkay a li Tirkiyeyê dan. Burkay jî hem berî vegerê û hem jî dema vegeriya peyamên siyasî dan raya giştî. Wiha xuyanî dike ku hikumeta tirk dixwaze Kemal Burkay wekî aktorekî siyasî yê xurt û wekî temsîlkarê kurdan raber bike.
Lê gelo çima hikumeta tirk pêdivî bi tiştekî wiha dibîne? Gelo temsîlkarên kurdan ên ku hikumeta tirk bi wan re bikeve têkiliyê û bi vê têkiliyê çareseriyekê ji “pirsgirêka kurd” re bibîne nîn in? Helbet hene.

Hê di pûşperê de hilbijartinek çêbû û kurdan bi mîlyonan rayên xwe 36 parlementer derxistin, da ku ew biçin û li TBMM’ê bibin berdevkên daxwazên wan. Naxwe heke bi rastî jî hikumet û dewleta tirk dixwaze “pirsgirêka kurd” çareser bike, hêzeke siyasî ya xurt ku dikare temsîlkariya kurdan bike heye. Lê hikumet û dewleta tirk vê hêzê û temsîlkariyê ji nedîtî ve tê û wekî ku kirîza temsîliyeta kurdan a siyasî hebe û ji bo vê jî heq ji çareserkirina “pirgirêka kurd” dernakeve tevdigere û bi vî awayî jî peyama daxwaza çareserkirina “pirgirêka kurd” dide raya navxweyî û giştî.

Kemal Burkay bixwe jî beriya vegere got ku pisîkekê wî tune ye. Yanî di nav miletê kurd de tu hêza wî ya siyasî û tu temsîlkariyeke wî ya xurt nîn e. Helbet hikumeta tirk jî baş dizane ku “pisîkeke” Kemal Burkay tune ye. Naxwe li vir hesab çi ye? Çima rayedarên hikumetê pêşwaziyeke germ li Burkay dikin, xwe nêzî wî dikin û li der û dora wî digerin lê çima vê nêzîkatiyê li 36 parlementerên kurd ên ku bi mîlyonan rayên kurdan hatine hilbijartin nakin?
Gelo ji bo ku daxwazên BDP’ê daxwazine pir radîkal in û ji bo vê xwe ji wan dûr digirin? Na. “Xweseriya Demokratîk” wekî “statû”yekê  li gorî federasyonê- ku Kemal Burkay dixwaze ne  tu tişt e. Hikumeta ku li ser îlankirina “Xweseriya Demokratîk’’ qiyametek rakir û gef li siyasetmedarên kurd xwar gelo bi awayekî erênî li federasyona ku Kemal Burkay dixwaze, dibe?

Siyaseteke ku li ser “yek milet, yek dewlet, yek ziman, yek al”ê ava bûbe ne mimkûn e ku federasyona ku Burkay dixwaze qebûl bike. Ma haya Kemal Burkay ji van tiştan nîn e? Helbet heye.

Ku bi rastî jî hêzeke siyasî ya xurt û temsîlkariyeke xurt a Kemal Burkay hebûya û Burkay bi wê hêz û temsîlkariya xwe daxwaza federasyonê bikira gelo heman hikumet wê wekî niha bi germî ew pêşwazî bikira? Helbet na.

Ku niha Kemal Burkay piştgiriyê bide “Xweseriya Demokratîk” û bibêje, “parlementerên kurd ên ku hatine hilbijartin divê serbest bêne berdan, divê operasyonên leşkerî di zûtirîn demê de werin rawestandin, divê hikumeta tirk mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî di zûtirîn demê de qebûl bike û hwd., gelo nêzîkatiya hikumetê wê li Kemal Burkay çi be?

Em giş dizanin wê çi bibe.
Di tirkî de gotineke heye: “Gorunen koy kilavuz istemez” (“ji bo gundê xuyanî dike ne hewceyî rêber e). Vêca heke Burkay niha tiştên me li jorê gotî bibêje, bi carekê re wê nêzîkatiya hikumeta tirk biguhere û wê qiyametekê li ser serê Burkay jî bigerînin û poşman bikin ku vegeriyaye!

Lê Kemal Burkay van rastiyan ji nedîtî ve tê û dibêje ku ez hatime da piştgiriyê bidim “rêlibervekirin”ê. Kîjan “rêlibervekirin”?

“Rêlibervekirin” ji roja ku dest pê kiriye û heya niha bûye “rê-liber- hemû- rêyan- girtin”

Hikûmeta tirk bi Kemal Burkay dixwaze polîtîkayên “rêlibergirtin”ê meşrû bike û temsîlkariya siyasî ya kurdan bifetisîne. Gelo Kemal Burkay wê were lîstika hikumetê û piştgiriyê li polîtîkayên “rêlibergirtin”ê bike yan na wê neyê van lîstîkan û li şûna ku pişta xwe bi hikumeta tirk qayim bike wê pişta xwe bide miletê xwe û temsîlkarên miletê xwe û bi hev re daxwaza mafên miletê xwe bike?

Em ê di pêşerojê de bersivên van pirsin bibînin.

gernus@msn.com


 

Hin Nivîsen Nivîskar

Xewna Şêrzed Hesen

  • 27 Rêbendan 2012

Şêrzad Hesen wê wekî nivîskarekî kurd ku qelem-şûriya xwe ji bo qetilkirina jinê hejandiye di dîroka edebiyat kurd de were bi bîr anîn û ev hişmendiya wî...

Çima Selmayê bêbextî li Cizîrî kir?

  • 01 Pûşper 2009

Gelo Selmayek Cizîrî hebû an tunebû?Hev û du dîtibûn, ji hev hez kiribûn?Emê di van heşt malikên li jêr ku me ji "Senema sur ji semed şewqê ji heq...

Şagirta Xanî: Medya

  • 12 Rezber 2009

Wexta min bi şal û şapikê wê, di dest wê de pênûs dît û wê bi wê pênûsê tîp û bêjeyên "tawanbar" û...

Hemû Nivîsen Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ÎTU'yê şahiya kurteyan!

ad

ROZA Û PAKO

ad

Nivîskariya Salihê Kevirbirî hat nîqaşkirin

ad

Diyarname 8 seriya!

ad

"Mîn Dît" li San Sebastianê xelat girt

ad

'Nika wextê huyayîşî yo'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname