Diyarname
2'yemîn Festîvalaı Kurtefîlman a ÎTU'yê sibê dest pê dike û heta 3'yê avrêlê dê li dar be. Di bernameyê de 20 kurteyên ku hatine hilbijartin û gotûbêj hene.
Ji bo beşdariya festîvalê heta 18'ê vê mehê dem hebû û ji nav yên serî lê dane 20 kurtefîlm hatin hilbijartin. Ev kurtefîlm niha dê pênc rojan di vê festîvalê de bêne nîşandayîn.
Her wiha vesazkaranê fîlmên "Yazi Tura", "Cenneti Beklerken", "Eve Donuş" û "Guz Sancisi" Ulaş Cihan Şimşek dê li ser "Teknîkên Vesazkirinê", ji Digital Film Academy û Kadir Has Universitesi perwerdekar Ahu Sun dê li ser "Pêşxistina Projeyê", ji mamosteyê Dibistana Plato Film û derhêner Mehmet Selçuk Bilge jî dê bi mijara "Kişandina Kurtefîlmekî" di atolyeyê de derkeve pêşberî xwendekar û hezkirên fîlman.
Her wiha derhênerê fîlmê "Tabutta Rovaşata", "Filler ve Çimen", "Çamur" û "Cenneti Beklerken" Derviş Zaim, derhênerê fîlmê "Tatil Kitabi" Seyfi Teoman, lîstikvanê fîlmê "Sonbahar"ê Onur Saylak û endamên SİYAD'ê Atilla Dorsay û Burak Göral jî dê bi gotûbêjên beşdarî festîvalê bibin.
Festîval li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) li beşa Ayazagayê li dar dikeve.
Ji bo agahiyên berfireh: http://www.kisafilm.itu.edu.tr/


