Asya Xerzan
- Beyanî baş xaltîka Klara.
- Beyanî baş.
- Xaltîka Klara ji zû de ye, me hevdû nedîtiye. Tu çawa yî?
- Ez ê çawa bim, hemû çûn û min li vir hiştin, sebra min jî hew tê li van deran, ez jî dixwazim herim. Min diravê bilêta xwe jî daye û min cihê xwe jî ceriband û ecibandiye. Min heqê xwarin û vexwarina mêvanên xwe jî daye dema ku bêne serxweşiya min. Lê her roj dibêjine min, hê jî dora te nehatiye.
- Rast dibêjin xaltîka Klara, em hemû li ber roja xwe ne... De ka ji min re qala rojên berê û serpêhatiyên xwe yên xweş bike.
- Temam. Ez ê ji te re çîrokekê bêjim lê ranezê haaaa! Qenc guhê xwe bide min.
- Weyyy ez ê çawa razêm xaltîka Klara, Te eyb kir. Bi dilxweşî li çîrokên te guhdarî dikim...
Fermo li te guhdar im.
- Li qerexa behra Ost See’yê di xaniyekî piçûk de pîrejinek û kûçikê xwe dijiyan. Navê pîrê Roza û navê kûçikê wê Pako bû.
Roza û Pako her roj derdiketin qerexa Golê û ji xwe re dilîstin, carnan jî baz didan, spor dikirin. Bi piranî di berbanga sibê de derdiketin. Gava hê xelk di nav ciyê xwe de bi aramî radiza.
Tuyê bêjî qey hemû dinya ew derdora Rozayê bû. Ji xaniyê xwe û deryayê pir hez dikir. Carna ji xwe re li ser xîzê (qûmê) rûdinişt, li xuşîniya dengê avê guhdarî dikir û li hêviya hilatina roja dima...
Gava şewqa rojê xwe noqî deryayê dikir, Roza û Pako jî vedigeriyan malê.
Qermûçekên rûyê Roza temenê wê û jana dîrokek bi êş dida xuyakirin. Porê wê yê spî wekî pirça Pako çîqspî bû.
Nebelesebeb gotine çewrikekî kûçika xwedî bike lê însan xwedî neke.
Pako kûçikekî dilsoz û bi xîret bû. Ji tirsa Pako kesekî nediwêrî xwe nêzîkî Rozayê bike.
Derya û Pako hemû tiştên Rozayê bûn.
Jixwe Roza di xaniyê xwe yê piçûk de hatibû dinyayê, bi masî, kêsû req û beqên deryayê re mezin bibû.
Her du zarokên wê jî li ber deryayê çêbûbûn û bi fire ketibûn. Xwesteka Rozayê ew bû ku heta dawiya emrê xwe di xaniyê xwe de bijî...
Lê cînarê wê yekî çavbirçî û kîndar bû, çav berda bû xanî û malê wê. Her roj teklîfa kirîna xaniyê wê dikir û jê re digot: “Tu pîr bûyî. Tu nikarî xwe xwedî bikî. Tu nikarî baxçe û derdora mala xwe paqij bikî.”
Ya rastî ne wisa bû. Erê Roza bi temen bû lê hê li ser xwe bû. Hatibû wî emrî jî lê hê jî rojekê çavên wê bi çavên dixtorekî neketibûn. Xanimeke li ser xwe û ji jiyanê hez dikir.
Rojekê dîsa Roza bi ber deryayê ve meşiya. Gava ew gotinên cînarê wê dihatin bîra wê, dilê wê giran lêdida û lingên wê giran giran gav diavêtin.
Tê bêjî qey qidûmên wê dişikestin.
Roza bi dilekî xembar dimeşiya û li rojên xwe yên berê, li zilamê xwe û zarokên xwe difikrî. Bîst sal bû ku zilamê wê çavên xwe girtibûn, du zarokên wê jî hebûn lê kur bûn. Beleseb ji zilam re ne gotine; Tu ji ku derê yî? zilam gotiye; ez hê ne zewicî me...
Di ber xwe de dikir pistepist... Na na, wiha nabe. Divê ez çareyekê bibînim, divê ez bela vî mefsûdê cînarê xwe ji xwe ve kim. Ha nabe...
Roza kindira stûyê Pako derxist, ew azad berda û kindir li destên xwe pêça û meşiya.
Hem dimeşiya û hem jî miz miza wê bû di ber xwe de diaxivî, gazî û hewara xwe li yezdanê dilovan dikir: Xwedêyo, her çiqas ji tenêtiya xwe hez dikim jî, lê tu min bi tenêtiya min re di tengasiyê de nehêle.”
Pako di pêşiya wê de dimeşiya, bi qederekê jê dûr ketibû, li qerexa deryayê li ber kevirekî rawestiya bû, Pako ne tenê bû, siya kesekî jî xuya dikir.
Rozayê meraq kir bilez meşiya. Çû li ber sekinî. Zilamek bû. Kûre-kûra wî bû digiriya. Roza jê pirsî; Çima digrî? Tu kî yî? Bi tenê li vir çi dikî? Pirs li ser pirsê jê kirin.
Îske îska zilam digriya û pirsên wê dibersivandin... Axxx...
Ez dizanim ez bêjim jî tu kes min cidî nagre û ji min bawer nake.
Na, na ka bêje belgî ez bawer bikim...
Her kes henekên xwe bi min dike dibêjin tu nikarî xwe xwedî bikî, tu bi kêrî tiştekî nayê, te aqilê xwe avêtiye...
Ez dizanim tu jî niha wekî wan kesan difikirî, dibêjî vî zilamî aqilê xwe avêtiye. Lê bi rastî ne wisa ye. Tenê carnan xwe ji bîr dikim û xwe nas nakim û hew...
Ez nizanim ez ê bi ku de herim. Kesek min naxwaze, piştî ku jina min çavên xwe girtin kurê min û bûka min, ez avêtim derve. Niha ez bê cih û bê war im...
Bû kûre-Kûra zilam û giriya...
Roza li kêleka zilam rûnişt û kêliyeke dirêj fikirî...
Negrî, negrî tu ne bi tenê yî û te aqil jî neavêtiye. Rabe ser xwe em herin malê...
- Min hew dît bû şileppp, şûşa avê li nav çavên min da û ez ji xew pekiyam.
- De rabe ser xwe, ma min negot ranezê!
Pîra ji bê kesî
Keçelê ji bê nefsî
Pîra bêkesî
Kalê bê nefsî