logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Şengul Ogur / Qaqibo

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo

Çima Selmayê bêbextî li Cizîrî kir?

  • Dîrok: 01/06/2009

Gelo Selmayek Cizîrî hebû an tunebû?
Hev û du dîtibûn, ji hev hez kiribûn?

Emê di van heşt malikên li jêr ku me ji "Senema sur ji semed şewqê ji heq daye wucûdê" girtine de, li bersivên van pirsên ku me kirine bigerin.

16-Leyletilqedre bi min ew seet û îde di salê
Şefqe kir perde hilanî, seherê şox û şepalê

Ew "seet"a ku Cizîrî qet ji bîr nekiriye û bi wî wekî îd û leyletilqedr e kîjan seet e gelo? Ev saeta ku hûrî jê re daketine û hemî gunehê wî hatine bexşandin kîjan saet e? Ev saet, ew saeta ku şox û şepala Cizîrî "şefqe" li Cizîrî kiriye û "perde"ya xwe li pêşber Melayê me hilaniye. Di vir de hilanîna perdeyê di wateya rastî de hilanîn e. Ev, ew saet e ku Cizîrî û şox û şepala wî bi dizî ve hev û dû dîtine û bi hev şabûne ku Cizîrî "tam"a vê saetê nikare ji bîr bike û wê saetê wekî îd û leyletilqedrê bi nav dike. Di vê saetê de Cizîrî û Şox û şepala wî di wateya rastî de bi hev şa bûne.

Ka em berdewama vê malikê bixwînin.

17- Îsandim û ji enwar û surê şubhi şemalê
Meşiha mest û şekerleb, bi me da mey ji peyalê

Di wê "seet"ê de Şox û şepala Cizîrî a "şekerleb" ber bi Cizîrî ve bi dilkêşiyek wekî fenerê meşihaye û ronahiya xwe daye Cizîrî û ew "vêxist"iye  û mey bi wî daye.

Cizîrî dixwaze bibêje ku, di wê saetê de şepala min hemî cil û kincên xwe jixwe kirine û bi tazîbûna wê re, tena şepala min bûye wekî fenerek ku tariyê ronî dike, taritiya min ron kiriye û ji vê dîmenê ez jî vêketime. Dîsa dibêje, wê saetê, şox û şepala min lêvên xwe yên şekirîn bi min daye û ez pê serxweş û mest bûme.

18- Negiham secde bibim pir xecilîm ji wisalê
Hadiri berqê li dil da, ji tecella û şuhûdê

Di vê malikê de em baş dibînin ku êdî Cizîrî û Şox û Şepala wî gihaştine hev. Di vê gihaştinê de Cizîrî şermîdar bûye negihaya ku secde jê re bibe. Ma di wê kêliyê de; di wê kêliya ku Şepala wî mîna çirayekê wî ron dike, di wê kêliya ku Cizîrî ji vê dîmenê vêketiye, Cizîrî dê çawa bigihe ku ji şepala xwe re kirnûş bibe? Loma di wê kêliyê; di wê kêliya gihaştina wan de, zûzûka berqê li dilê Cizirî daye û ew di nav agirê pevşabûnê de negihaye ji şepalê re kirnûş bibe.

26- Bê hisab şox û şepalê li melê qehr û xeder kir
Ne em anîne xeyalê ne li halê  me nezer kir

Belê.. Dem û dewran di ser wê "seet"a wê gihaştinê ve çûne û êdî Şepala Cizîrî dev ji Cizîrî berdaye û êdî Şepala wî, Cizîrî hew "aniye xeyalê" jî. Şepala Cizîrî, bê hesab qehr di dilê Cizîrî çandiye û bêbextî lê kiriye. Şepala wî êdî ne carek li wî nêriye û ne jî ew xeyal kiriye.
 
27-Qet ne kir şefqe libasê xedebê zêde li ber kir
Illeta cewr û cefa û elemê cih bi ceger kir

Şepala Cizirî, êdî ew şewqe ya ku li jorê ji Cizîrî re kirî û perdeya xwe jê re hilanî ji bîr kir û cil û kincên Xeydê li xwe kirin û nema pêça xwe da Cizîrî. Ev guherîna Şepal Cizîrî, gelek êş û nexweşî di cegere Cizîrî de bi cih kiriye.

Ma Cizîrî dê çawa neêşe? Ji aliyekî ve ew "seet"a ku ji Cizîrî re wekî îd û leyletilqerê bû, bi bîra wî tê û ji aliyekî ve jî ev saetên dirêj ku Şepela wî ne wî xeyal dike, ne jî pêça xwe didiye, ev saetên dirêj ku wekî dojehê ne, bi bîra wî tê. Helbet di nav vê qehra kûr de dê Cizîrî tim bibe wekî pereng.

Lê di vir de, divê em pirsek bikin: Gelo çi bû sedem ku Şepala Cizîrî wiha guherî û li soza xwe xwedî derneket û xeyidî?

28- Ellilandîn di firaqê sitemê sîne bi ker kir
Ahi hetta mirinê ev ji me ra dax  û keser  kir

Ev zordestî û nedadmendiya ku şepala Cizirî li Cizîrî kirî, ev dûrbûna Cizîrî ya ji şepala wî, sînga Cizirî ker kiriye û heta mirinê jê re bûye dax û keser

29- Sefera şam û iraqê li me xweş lazim û fer kir
Bi me da jehr û reqîban  di devê şehd û şeker kir

Di nav vê bêbextî, van êş, kul û eleman de, ma Cizîrî dê çawa bikaribe terkewelat nebe?! Di vê rewşa ku Şepala wî, Jehrê bi Cîzîrê dide û şekir û hingiv di devê dijminan ve dike, dê Cizîrî çawa bikaribe berê xwe nede riyên dûr û winda?!
 
30- Em buwîn pêt û pereng lew ji wisalê me hezer kir
Nazik û neyşekerû xob û şêrîn qedd û hudûdê

Di nava van êş û pirsan de, di nav van bêbextiyan de, Cizîrî dibe pêt û pereng û hêviya xwe ji gihaştina Şox û şepalê dibire û xwe ji Şox û şepala xwe bi dûr dixe…

Ji van her heşt malikan em digihîjin wê encamê ku Selmayek Cizîrî hebû.
Em digihijin wê encamê ku Selmayê jî ji Cizîrî hez kiriye û heta "saet"eke wan bi hev re, bi hev şabûnê jî bihuriye. Lê piştî demekê, Selmaya Cizîrî li vê "seet"ê xwedî derneketiye û Selmaya Cizîrî, di riya Evînê de, Cizîrî bi tena serê xwe hiştiye û kiriye ku Cizîriyê me di vî agirê evînê de bişewite. Selmayê bêbextî li Cizîrî kiriye, soza xwe şikandiye.

Cizîrî, dike û nake nikare bi vê bêbextiyê bigihîje.

gernus@msn.com

***

Nivîsên Şengul Ogur ên li ser Cizîrî:

-
- Di du rêzikan de xwendina Cizîrî
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!

Hin Nivîsen Nivîskar

Aştiya me

  • 25 Kewçêr 2009

Dibêjin, "Çima hûn şahînîtî dikin? Çima şahîntiya aştiyê dikin? Çima hûn kevokên aştiyê bi coşeke mezin pêşwazî dikin?"...

Ehmed Huseynî û “Nivîskarê rastîn”

  • 23 Pûşper 2010

Di nivîsa bi navê “Bejnên kurt, zimanên dirêj û rûreşiya keysbazên kurmanciyê-III-” de Ehmed Huseynî niviskariya Helîm Yûsiv û Joseph...

Çarenûsa nirxê kurdînûsiyê ne di dest siyasetê de ye

  • 19 Pûşper 2009

Siyasetmedar ne xwedî şiyan in ku bikaribin çarenûsa nirxê nivîskariyê diyar bikin. Ê ku çarenûsa siyaset û siyasetmedaran diyar dikin nivîskariya wî...

Hemû Nivîsen Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Edeneyê "Aşkin Goren Gozlere Îhtîyaci Yok" bi ser ket

ad

Vane mebûsên ku HDP'ê bi dest xistin (bajar bi bajar)

ad

Pirsên kurdî hatin dizîn, ezmûn betal bû

ad

Oppenheimer mohra xwe li şevê da

ad

Şanoya Bajêr li Amed, Batman, Stenbol û Edeneyê lîstikên xwe pêşkêş dikê

ad

Vizerî Dîyab Axa ewro tornê ey Gursel Erol

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname