Di destpêka sedsala 20'an de agir bi taxê dikeve, di nava taxê de mala Mihemed Emîn Zekî Beg jî dişewite û xebata wî ya li ser "Dîroka Kurdistanê" ku bi salan ked dabû têk diçe. Ew gelek xemgîn dibe, bi salan êdî dest navêje lêkolînê, xebata nivîsandina pirtûkê dide sekinandin... Piştî nêzî 10 salan careke din dest bi xebatê dike, pirtûka xwe ya dîrokî ji nû ve dinivîse... Niha ê min jî wisa bû. Ji salên 90'î ve min dabûn ser hev pirtûk, kaset, cd, dvd û kovar... Niha ev hemû têk çûn û ez xemgîn im.
Em ji serî dest pê bikin:
Di meha rezberê de em ji Stenbolê derketibûn derveyî bajêr. Wê şevê em li Enqereyê bûn, cîranê me yê qata jor geriya. Binesaziya ÎSKÎ (Karên Avê yê Şaredariya Stenbolê) têk çûye, kanalîzasyon xitimiye û ji wir ji tiwaletê av avêtiye embara me. Asansora avahiyê jî di asta embarê de ye. Dema av dikeve asansorê jî hay jê çêdibin û li min digerin ku ez bêm. Lê ez nikarim vegerim. Gazî ÎSKÎ dikin, roja din tê kanalîzasyona xwe vedike, paqij dike û ava li embarê vedikişe.
Av bi qasî 35-40 santîmî bilind bûbû. Li embarê me gelek amûrên kar ku hemû ji cureyên qaxiz û qeleman bûn têk çûn. Her tiştê li embarê me danîbûn ser "palet"ê (textek dor 10 santîm e, di çapxaneyan de tiştan datînin ser) lê ji ber ku av bi sê qatî bilindtirê paletê bûbû hemû tişt dabû ber xwe; arşîva min jî di nav de. Zirara me nayê hesabê. Bi ser de jî arşîva min.
Ez wisa bibêjim; Hevalên min ên ku hatibûn mala me dizanin, odeyeke me tije pirtûk bûn. Mala me jî biçûk e. Ji bo em ji zarokan re cih vekin me ew xistin qûtiyan û birin cihê kar, ji ber ku embar guncav bû. Ev sê sal in em li heman cihî ne û tu pirsgirêk derneketibûn. Ma me yê çi bizaniya dê wisa biba...
Tiştên têkçûn
Belê, ji arşîva min a heyî nîvî zêdetir têk çû. Hûnê bibêjin çi hebû; Hemû kaset, cd, dvd'yên min... Ji klasîkên kurdî albumên hemû Mihemed Arifê Cizîrî, yên Eyşe Şan, hemû yên Mihemed Şêxo û yên din... Albumên Xelîl Xemgîn, yên Diyar, Mehmet Atli, Burhan Berken, yên Kamkaran û yên din... Çend yên tirkan ku min ji wan hez dikirin jî hebûn wekî yên Candan Erçetin, Tarkan... Çi serê we biêşînim...
Arşîvek xurt a DVD'yên gelek fîlman...
Û pirtûk...
Hemû pirtûkên min ên li ser rojnamegerî, herî hindik 30 heb hebûn. Pirtûkên li ser sînemayê, hema bibêje ew jî ew qas hebûn. Li ser rojnamegerî di salên 90'î de, li ser sînemayê di salên ber bi 2010'an ve ez bi taybetî xebitîbûm... Ew hemû çûn... Bi sedan pirtûkên cur bi cur... Arşîvek ji salên 90'î (wan salan çi pirtûk derketibûn hema hema hemû hebûn), ji salên 2000'î (dîsa bi vî rengî)...
Û kovar: Hemû hejmarên Vateyê... Cîldên Jiyana Rewşenê û Rewşennameyê (tenê 3 hejmar derketibûn jixwe)... Yên Tîrojê, yên Nûbiharê... Û yên din...
Min Rewşena pêşî ji vir de û wir de yek bi yek dabûn hev, kiribû du cîld. Cîlda pêşî berî vê karesatê ji ber tiştek lê binêrim min biribû qata jor, min mêze kir hê li wir e, lê ez nizanim bi cîlda din çi pê hat. Ez dibêjim nizanim ji ber ku hin qolî li jor ku hê av negihîştibû wan rizgar bûn. Û ez newêrim vekim binêrim... Nizanim ew Rewşena pêşî jî çû yan maye...
Bi kurt û kurmancî derbeyeke mezin min xwar. Lê ez vê dizanim ku jiyan didome. Emê çiqasî dîsa bidin hev nizanim, lê ez dizanim ku emê dîsa bidin ser hev, dîsa emê bixwînin, dîsa binivîsin...


