Silêmanî
14'emîn Pêşangeha Şêwekariyê ya ji aliyê Liqa Silêmanî ya Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê ve li Silêmanî hate vekirin. Di pêşangehê de berhemên 70 hunermendî cih digirin.
Pêşangeh li salona Mûzexaneya Niştimanî ya Emnesoreke ya li Silêmaniyê vebû û sê rojan, heta 7'ê mehê dê vekirî be. Yên bixwazin sê rojan dikarin di saetên di navbera sate 10.00 û 18.00'an de herin serdanê.
Di merasima destpêkirina pêşangehê de Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, gelek hunermend û şêwekar amade bûn.
Li ser mijarê Berpirsê Navenda Şêwekariyê Sakar Farûq ji bo Rojnewsê wisa gotiye, "70 hunermend bi berhemên xwe tevlî pêşangehê bûne. Ji berhemên seramîk bigire heta tablo, peyker li nava pêşangehê têne nîşandayîn.”
Sakar Farûq diyar kir ku hemû hewldana wan ew e ku zêdetir hunermend tevlî pêşangehê bikin û got: “Me xwest zêdetir karên hunerî yên xwe nîşan bidin. Ji ber ku her hunermendek rêbaz û teknîkeke cuda bikar aniye. Ji berhemên di pêşangehê de 58 tablo, 10-12 peyker, 10 karê hunerî yê seramîk in."



